Li Bangkongê konferansa ziman û perwerdeyê

4’emîn Konferansa Ziman û Perwerdeyê ya navneteweyî li ser perwerdeya pirzimanî ya ji bo Asya û Pasîfîkê di navbera 6-8 mehê de li paytexta Tayland Bangkongê tê lidarxistin. Di konferansê de ji seranserê cîhanê bi dehan zimanzan û lêkolîner wê teblîxên li ser mijarên cûrbecûr pêşkêş bikin.

Mijara sereke ya konferansa îsal, Perwerdeya Pirzimanî ji bo Hemû Asya û Pasîfîkê – Polîtîka, Pratîk û Pêvajo ye. Armancên konferansê ya ku ji aliyê organîzatorên konferansê hatin diyar kirin bi kurtahî wiha ne:

–          Bi armanca zêdekirina famkirina girîngiya berfirehkirina derfetên Perwerdeya Pirzimanî (PPZ) û pêşxistina PPZ’ê li herêma Asya-Pasîfîkê, li Asya-Pasîfîkê xurtkirina PPZ’ê nîşandayîna pratîkên ku hêviyê didin,

–          Pejirandina tarîfeke hevpar ji bo PPZ’ê û di konteksta Asyayê de pêşxistina famkirina wê,

–          Bi riya nîşandana pêşketinên polîtîkayên dawî ya li Asya-Pasîfîkê, destekirina PPZ’ê

–          Bi riya parvekirina dijwarî û tecrûbeyên ji pratîka heyî ya PPZ’ê hatine fêrbûn, tespîtkirina faktorên ku PPZ’yeke bi tesîr, kêrhatî û dikare bê domandin mimkûn dike

–          Bi riya çavdêrî û nirxandina PPZ’ê diyarkirina pratîkên hêviyê dide

–          Bi armanca teşwîqkirina PPZ’ê, berfirehkirina rola Tora Herêmî ya Asya-Pasîfîk a PPZ’ê û xurtkirina sînerjiya di navbera aktorên li vê herêmê û li cîhanê.

Konferans ji aliyê gelek rêxistinên neteweyî û navneteweyî yên ziman, çand û perwerdeyê tê lidarxistin: Navên van rêxistinan ev in: UNESCO, UNICEF, SIL (Enstituya Havînê ya Ziman), RILCA (Enstîtuya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Asyayê) ya li Taylandê, CARE (baskê Kamboçyayê ya rêxistina global a ji bo têkoşîna xizaniyê), AIT (Enstîtuya Asyayê ya Teknolojiyê), SEAMEO (Wezîrên Rêxistina Perwerdeyê yên Asyaya Başûr), Enstîtuya Qraliyetê ya Taylandê, Rêxistina Room to Read (RtR) ku ji bo pêşxistina xwendinê û wekheviya zayendî ya di perwerdeyê de dixebite, Plan (Rêxistina ji bo zarokan), dvv international (Enstîtuya Navneteweyî ya Alman Hevkariyê ya Komeleya Perwerdeya Kesên Gihîştî), Komeleya Ziman a Fîlîpînê, Komeleya Wergêrên Fîlîpênê (TAP), 170+ Talaytayan (Komeleya fîlîpînî ya ji bo perwerdeya zimanê dayikê û ya pirzimanî).

 Beşdariya ji Tirkiyeyê

Ji Zanîngeha Boxazîçiyê M. Şerîf Derînce û ji Zanîngeha Bîlgiyê Muge Ayan Ceyhan jî wê beşdarê konferansê bibin. Di rûniştina paralel a roja ewîl a bi navê “Di perwerdeya li Asyayê de” tê kirin de M. Şerîf Derînce wê mijara “Di navbera çewsandin û nermbûnê de: Li Tirkiyeyê rewşa sosyolîngûîstîk a kurd” pêşkêş bike. Muge Ayan Ceyhan jî wê bi bin banê mijara Programên pirzimanî –muzakerekirina hevkariya bi tesîr de wê teblîxa xwe ya “Di sîstema yekzimanî a ji aliyê dewletê tê birêvebirin a Tirkiyeyê de qadên afirandina hevpar a ji bo pratîkên pirzimanî” pêşxêş bike.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …