Li Kosowayê meclîsa sirban hate damezrandin

Sirbên li bakurê Kosowayê bi armanca xwerêvebiriya civaka xwe, Meclîsa Demî ya Kosowa û Metohijayê ava kir. Berpirsên meclîsa nû dan xuyakirin ku avakirina saziyeke wiha riya herî baş a parastina sirbên li vî welatî ye.

Meclîsa ku di 6’ê Tîrmehê de hate damezrandin de Deklerasyona Demî ya Meclîsa Kosowa û Metohijayê ku tê de tê destnîşan kirin ku saziya navborî welatiyên li herêmê temsîl dike û ji Makeqanûn û qanûnên Sirbîstanê re rêzê digire. Meclîs ji aliyê şaredar û endamên meclîsên şaredariyên Mitrovica, Zvecan, Zubin Potok û Leposavic hate damezrandin û 97 endam beşdarê rûniştina yekemîn bûn.

Şaredarê Lepasovicê Slavko Stevanovic ku di rûniştinê de wekî serokê meclîsê hate hilbijartin da xuyakirin ku damezrandina  saziyeke demî hewldana rizgarkirina herêmê ji bêqanûniyê ye û bicîanîna maqeqanûnê û qanûnan e. Stevanovic  pê de çû û got ku ev mesajeke ji bo civaka navneteweyî ye ku bila bibîne careke din “Sirbîstan serê xwe radike.” Cîgirê Şaredarê Zvecanê Ljubomir Radovic jî wiha axivî: “Em ê makeqanûnek û sîstemeke hiqûqî ya dewleteke nayê naskirin û bi awayekî bêhiqûqî hatiye damezrandin nasnekin” û wiha got: “Paytexta me Belgrad e, komara me Sirbîstan e, em welatekî din, welatiyekî din an sîstemeke hiqûqî ya din naxwazin.”

Avabûna meclîseke nû li herêma sirban, ji aliyê hikumeta Sirbîstanê bi hinceta ku wê xisarê bide hewldanên dewletê ya di meseleya Kosowayê de, baş nehat pêşwazîkirin. Serokê Komîteya Parlamentoya Sirbîstanê ya ji bo Kosowa û Metohijayê Milovan Drecun diyar kir ku damezrandina vê saziyê wê “pozîsyona sirb û Sirbîstanê qels bike.” Milovan wiha dom kir: “Her tiştê ku berevajiya siyaseta dewletê bê kirin bi armanca lêgerîna çareseriyeke ji bo meseleya Kosowayê wê paralelîzmekê di hundirê we de bihewîne û wê pozîsyona Sirbîstanê xurt neke.”

nord-kosovoStatûya nîv-xweseriyê ji bo bakurê Kosowayê

Bi armanca çareseriya problema sirbên li Kosowayê, di meha Nîsanê de bi pêşengiya Yekitiya Ewropayê peymana Sirbîstan-Kosowayê hate îmzekirin. Di çarçoveya vê peymanê de Saziya Şaredariyên Sirb ên ê li bakurê Kosowayê bi awayekî fermî hate qebûlkirin. Peymana navborî ku ji aliyê her du aliyan ve hate amadekirin de ji 15 xalên ku hema hema nîv-xweseriyekê dide herêmê pêk tê.

Xalên girîng ên vê peymanê wiha ne:

– Di xala 3’emîn de tê gotin ku sazî ji serok, meclîs û konseyekê pêk tê.

– Di xala 4’an de ku di derbarê besatiyan de ye tê destnîşankirin ku sazî di derbarê pêşketina aborî, perwerde, tenduristî, pîlankirina bajar û û qadên gundewar xwedî gotin e.

– Xala 9’an diyar dike ku li her çar bajarên bakurê Kosowayê wê fermandariyeke herêmî ya hêza polês bê avakirin û wê li gorî mezinbûna nifûsa xwe personelên sirb di vê hêzê de cî bigirin. Berpirsê vê hêzê wê ji aliyê Wezareta Hundir a Kosowayê ji nava lîsteya ku her çar şaredariyên herêmê amadekirine, bê hilbijartin.

– Xala 9’an ku di derbarê qada edaletê de ye dide zanîn ku wê dadgeha bilind a li Prîştîneyê (paytexta Kosowayê) wê beşeke ku ji dadgerên ji sirban tên hilbijartin ava bike. Navenda dadgeha navborî wê li herêma bakur be û problemên edlî yê li herêmê wê ji aliyê wê ve bê çareserkirin.

Çavkanî: www.nationalia.cat

www.B92.net

 

 

 

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Parlamentoya Korsîkayê statuya otonomîyê qebûl kir

Parlamentoya Korsîkayê di rûniştina xwe ya duh de reforma otonomîyê qebûl kir. Bi vê pêşnûmeyê, …