Li Amerîkayê hebûna şaredarên jin kêm e

 

 

Digel hebûneke çalak a di polîtîkaya lokal de, li Amerîkayê jimara şaredarên jin ji %20’î kêmtir e. Daneyên ji encamên hilbijartina lokal a sala 2013’an hatine girtin nîşan didin ku ji 1351 bajarên ku nifûsa wan ji 30,000’î zêdetir e, bi tenê li 249 bajaran şaredar jin in û ev jî beranberê ji % 18.4’e.

Li aliyekî din, para şaredarên jin ên li bajarên mezin ên DYA’yê ji vê rêjeyê kêmtir e. Ji 150 bajarên mezin ên Amerîkayê bi tenê li 20 bajaran şaredarên jin li ser kar in. Annise Parker ku şaredara Houstonê ye, tekane şaredara jin e ku bajarek ji milyonekî zêdetir mirov lê dijîn birêve dibe. Ji nav van şaredarên jin ên bajarên mezin şaredara ku herî zêde li ser kar maye Betsy Hodges a li bajarê Minneapolisê û Lovely Warren ê li Rochesterê ye.

Susan Carroll û Kira Sanbonmatsu di 2010’an ji bo Midwest Science Associatoinê li ser mijarê lêkolînekê kiribûn. Lêkolîner li ser paşxaneya şaredarên jin û biryara wan a ji bo beşdariya hilbijartina lokal sekinîbûn. Di vê lêkolînê de derketibû holê ku digel ku ji aliyekî ve bi gelemperî tê qebûlkirin ku asta hebûna jinê di polîtîkaya lokal de baş e, hebûna şaredarên jin ên bajarên mezin di nava pêvajoyê de pêş neketiye.

Şaredarên jin ên bajarên mezin ên Amerîkayê

amerika_saredarjin_ku-page0001

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Dem= Partiya Demokrat, Kom=Partiya Komarger, Ser= Namzetên serbixwe

(Lêkolîn di Tîrmeha 2014’an de hatiye kirin)

Çavkanî: http://www.citymayors.com/news/metronews_americas.html

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …