Li Amerîkayê 54 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne

Lêkolîneke dawî xewnereşka li pêşiya civaka Amerîkî destnîşan dike.

Li gorî lêkolînê di encama krîza koronayê de 54 milyon amerîkî bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Li gorî lêkolînê, piştî ragihandina rewşa awarte ya li dijî pandemiya koronayê, ji 40 milyonî zêdetir welatî ji kar hatine derxistin.

Rêjeya bêkariyê ku ji sedî 11 bû, niha ji sedî 16’an derbas kiriye û elbet ev rêje hîn jî bilind dibe.

Hat destnîşankirin, tekane çavkaniya debara van kesan, alîkariya dewletê û saziyên xêrwaz in.

Lêkolîn li ser rewşa zarokan jî disekine û daneyên balkêş ên têkildarî xetereya birçîbûna zarokan radixe pêş çavan.

Hin encamên lêkolînê wiha hatine rêzkirin:

Ji her çar zarokan yek, ango 18 milyon zarok îsal pêdiviyê bi alîkariya xwarinê dibînin.

Ev jî qasî ji sedî 63 ji sala 2018’an zêdetir e.

Di mijara birçîbûnê de eyaletên başûr, ji ber ku rêjeya hejmara afro-amerîkiyan lê zêde ye, ji eyaletên din ên welêt xerabtir in.

Tê texmînkirin, wê îsal li Lûîziyana, Arkansas, Alabama, Mîssîsîppî, Nîw Meksîko, Teksas û Tenesî 11 milyon kes rastî xetereya birçîbûnê werin.

Di lêkolînê de tê diyarkirin, krîza koronayê bidawî bibe jî, bêkariya li Amerîkayê zû bi zû kêm nebe û hîn wê bi salan pêdiviya welatiyan bi alîkariyê hebe.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji …