Li Amerîkaya nîqaşa li ser ala konfederasyonê

 

 

 

Êrîşa li dijî dêrê ya li Amerîkayê nîqaşa bikaranîna ala Carolinaya Başûr ya wekî serdestiya spîyan carekê in anî rojevê.  Waliyê Carolinaya Başûr xwest ku ala konfederasyonê ya li Meclîsa Eyaletê bê daxistin.

Di êrîşa hefteya borî de ciwanekî spî li bajarê Charlestonê êrîşa dêra reşikan kiribû û neh ji bawermendan kuştibû. Mirovê êrîşkar di fotoğrafên xwe yên ku di medyaya sosyal de belav kiribû, ji bo nîşandayina hegemonyayê spiyan li kêleka ala eyaletê sekinîbû.

Piştî vê bûyerê ala ku 50 sal e li Meclîsa Eyaletê hatiye daleqandin bû sebeba nîqaşan. Ala konfederasyonê di şerê naxweyî yê Amerîkayê de (1861-65) ji aliyê eyaletên başûr ên parazvanê pergala koledariyê ve hatibû bikaranîn.

Kesên alîgirê vê alê wê wekî sembola dîrok û çanda Başûr û mîrateyeke ku windahiyên di Şerê Navxweyî de hatine dayîn dibînin.

Ala navborî ji aliyê rêxistina nîjadperest Ku Klux Klan ku li dijî reşikên li Başûr kampanyayeke şîdetê meşandibû, hatibû bikaranîn.

Jêder: Aljazeera.com

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …