Li Amedê însîyatîfeke ziman tê damezrandin

Saziyên kurd ên li bakurê Kurdistanê biryarê dan însîyatîfele sivîl a zimanê kurdî damezrînin. 13 saziyên li Amed/Diyarbekirê, di 31 Tebax-1ê Îlonê de komxebata bi navê “Piştî OHAL (Rewşa Awarte) Rewşa Kurdî” li dar xistin.

Saziyên beşdarê vê komxebatê bûn, di derbarê civînên xwe de encamnameyekê ragihandin.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku beşdarên komxebatê biryara damezrandina însîyatîfekê ya li ser bingeha sivîl û demokratîk dane.

Saziyên ku beşdarî komxebata ziman bûne ev in: Komeleya Lêkolînên Kurdî, Komeleya Xebatên Çand û Ziman Avesta, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamya (MED-DER), Pena Kurd, Egîtîm-Sen Şaxa Amedê, Weqfa Mezopotamyayê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Odeya Doktoran a Amedê, Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Civakî (SES) Şaxa Amedê, Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê (DISA-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Komeleya Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî (DISA).

Eyup Sûbaşi ku rêvebirê Komeleya Lêkolînên Kurdî ye, li ser mijarê axivî û got ku ji 13 saziyan 26 kes beşdarî bernemaya komxebatê bûne. Sûbaşi got ku wan li ser zextên li ser saziyên zimanê kurdî nîqaşan kirine û wiha lê zêde kir:

“Em li ser hin kesên nîjadperest ên ji kurdî re astengiyê derdixin û herwiha astengiyên dewletê yên ji bo kurdî axivîn. Di heman demê de em li ser aliyê hiqûqî û li ser awayên pêşxistina kurdî axivîn. Herwiha, bi awayekî giştî me li ser problemên ku ev sazî rû bi rû ne, nîqaşê kir. Di roja duyemîn de em her 13 sazî li ser mijara ku em dikarin çawa bi hev re bixebitin sekinîn. Di dawiyê de jî fikra damezrandina însîyatîfeke sivîl derket holê. Elbet, sazî û kesên din paşê jî dikarin tevlî vê însîyatîfê bibin.

Amed/Diyarbekir

Sûbaşi diyar kir ku ew ê di demeke kurt de careke din li Amedê bicivin û rêyên parastina ziman zelal bikin.

Eyup Sûbaşi hebûna problemên navxweyî ya kurdan a ji bo parastina ziman qebûl kir lê di vê mijarê de sûcê mezin xist stûyê dewletê.

Sûbaşi wiha axivî:

“Problema herî mezin astengiyên dewletê yên li hember kurdî ye. Bi OHALê re hemû saziyên kurdan hatin girtin, saziyên bi kurdî xebatê dikirin hatin astengkirin. Dema sazî di karê xwe de bûn profesyonel an xebatên wê hatin girtin an jî sazî hatin girtinê. Ji ber vê yekê pêşketinek pêk nehat. Li hemû saziyên fermî ji bo kurdî problem tên derxistin. Lê elbet ev bi tenê bi saziyên fermî re ne bisînorkirî ye. Li metropolên Tirkiyeyê jî ji bo axaftina kurdî astengî tên derxistin. Îhtimal heye ku kesekî di otobêsê de, li parkê an li kolanê ji ber axaftina kurdî rastî êrîşê were. Mînaka herî dawî li Sakaryayê pêk hat. Bav û kur ji ber axaftina bi kurdî rastî êrişê hatin û bav hat kuştin. Ev êriş ji ber polîtîkaya sîstemîk a kurdî ya dewletê pêk tê.

Di encamnameya hat ragihandin de ev xal cî girtin:

  • Her kesê ku ji bo zimanê dayikê xebatê dimeşîne dikare tevlî vê însîyatîfê bibe. Kes û sazî wê bi rengekî ji hiyerarşiyê dûr, di nava vê însîyatîfê de cî bigirin.
  • Ji bo tevlîbûna kes û saziyên din wê xebat bê meşandin.
  • Însîyatîf ji bo lidarxistina kongreyeke kurdî wî plansaziyî bike.
  • Ev însîyatîf wê ji 3 mehan carekê zextên li ser kurdî bike raport ûwê bi raya giştî re parve bike.
  • Her saziya ku li ser kurdî û zimanê dayikê dixebite dive arşîva xwe amade bike
  • Însîyatîf wê ji şaredariyên ku li ser kurdî xebatê kirine, kronolojiya van xebatan bixwaze
  • Saziyên ku li ser kurdî xebatê dikin dive kronolojiya xebatên xwe amade bikin. Însîyatîf wê van kronolijiyan berhev bike û ji wan pirtûkek amade bike.
  • Însîyatîf ji bo tespîtkirina rewşa zimanê kurdî, wê li Kurdîstan û Tirkiyeyê anket û lêkolînan bike. Ev xebat wê ji aliyê pisporên mijarê bên kirin.
  • Pêkhatina qenaleke televîzyonê girîng e. Eger nikaribe bê pêkanîn, divê di qenalên heyî de bernameyên kurdî bên zêdekirin û bernameyên heyî bên zêdekirin.
  • Însîyatîf wê di dema bê de qenaleke Youtube veke. Ev qenal wê ji bo fêrkirina kurdî weşanê bike.
  • Ji bo xurtkirina saziyên Kurd wê hîndekariya navxweyî bê dayîn. Însîyatîf wê di vê mijarê de alîkariyê bike.
  • Ji bo xurtkirina însîyatîfê, wê bi partiyên siyasî re têkilî bên çêkirin. Li ser rewşa zimanê kurdî wê tevlî van partiyan bername bên amadekirin.
  • Li ser rewşa kurdî ya beriya OHAL’ê û piştî OHALê wê raport bê amadekirin.  
  • Divê mafê dersa hilbijarî ya ji aliyê sîstema perwerdeyê hatiye naskirin, bê bikaranîn.

Jêder: Ozgur Politika

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …