Li Amedê damezrandina perwerdeyeke xweser hat nîqaşkirin

 

 

Sempozyûma navneteweyî ya Perwerderdeya bi Zimanê Dayikê: Model, Astengî û Derfet li Navenda Çandê ya Cegerxwîn a li Amedê hat lidarxistin. Gelek pispor û xebatkarên qada ziman ên ji Tirkiye, parçeyên din ên Kurdistanê, Welatê Bask û Fînlandiyayê beşdarê sempozyûma ku ji aliyê Kurd-Der’a Enqerê û SAMER’ê  (Navenda Xebatên Siyasî û Civakî) di 12 û 13’ê Nîsanê de hat lidarxistin, bûn.

Di axaftina destpêkê ya bernameyê de Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak got ku li hemû welatên demokratîk perwerde ji aliyê rêvebiriyên lokal ve tên dayîn û ew “êdî gihîştine nuqteyekê ku ji pêşdibistanê heta zanîngehê hemû sîstema perwerdeyê dewr bigirin û wê bi awayekî serfiraz bimeşînîn.” Kişanak diyar kir ku “ji bo meşandina xizmetên rêvebiriyên lokal a bi perpektîfeke pirzimanî” ew ê gavên mezin bavêjin û vê îdîayê pêşkêş kir: “Em di pêvajoya sekinandina asîmîlasyon û kuştina ziman de ne û ji bo vê, saziyên xwerû yên ziman xebateke xurt dimeşînin.

Hin beşdarên ku di rûniştina yekemîn a roja ewilî de axivîn ev bûn:

fatma_gok

Prof. Doktor Fatma Gok (ji Zanîngeha Bogazîçiyê): Gok di axaftina xwe ya bi sernavê Di pêşketina Nasnameyê de Zimanê Dayikê/Perwerdeya bi Zimanê Dayikê û Pirzimanî de li ser pêdiviya perwerdeya bi zimanê dayikê sekinî û wiha axivî: “Pêvajoya zaroktiyê ji aliyê zanîn, şexsîyet û civakî ve pêvajoya herî krîtîk e. Di vê pêvajoyê de divê em girîngiyê bidin pêşketina zarokan. Divê di vê pêvajoyê de karekî ku îhtîmala wê ya astengkirina bixwebaweriya zarokan hebe, neyê kirin.”

Gok li ser serfiraziya têkoşîna tevgera kurd jî sekinî û li ser pêdiviya awayê xebata ji bo perwerdeyê vê pêşniyazê kir: “Em qala civakeke nû dikin. Jiyaneke nû çawa dikare bê damezrandin? Piştî dayina ewqas berdêlan divê em xweseriya demokratîk, lokalbûn û demokratîkbûnê di çarçoveyeke mezin de bihev re bidomînin.”

Herwiha Gok got ku “Êdî divê em modelên ji bo qanûnîbûn û meşandinê pêş de bibin, li ser awayê meşandina van modelan nîqaşan bikin û demeke mezin ji vê re veqetînin.

Prof. Dr. Nukhet Sîrman (ji Zanîngeha Bogazîçiyê): Sîrman di axaftina xwe ya bi sernavê Zayendperestiya Civakî û Perwerdeya bi Zimanê Dayikê de bi taybetî xwe spart xebata xwe ya qadê ku di sala 2010’an de li taxên kurdan ên li Mêrsînê kiribû. Sîrman got ku “ziman li gorî zayenda civakî ji hev cuda dibin ku sebebên vê yekê hene û van agahiyan da: “Kesên ku li ser ziman serdest in bi riya endamtiya komê zimanên xwe dikin serdest. Guherîna ziman a bi riya endamtiya komê herî zêde di netewe-dewletê de derketiye holê. Netewe-dewlet hem teoriya vê dike û hem jî xwedî binesaziya materyal a ji bo vê yekê ye.”

Sîrman li ser têkiliya jinê û neteweperestiyê wiha axivî: “Neteweperestiyên paşê derketine holê, ji aliyekî ve nasnameya neteweyî li ser dîrok, çand û zimanê hevpar damezrandine û li aliyekî din jî rola veguheztina çandê dane jinê. Ji aliyekî ve ji ber kevneşopiya neteweyî parastine pesnê jinê hatiye dayîn û li aliyekî din ve jî ji ber parastina wan a zimanê xwe yê dayikê û devokên xwe yên deverî, bi heqaretê re rû bi rû mane.”

nukhet_sirman

Yek ji mijarekî ku Sîrman li ser sekinî jî li taxên kurdan ên Mêrsînê rewşa zimanê kurdî bû. Sîrman di vî warî de jî van agahiyên balkêş dan: “Jinên ku li taxên kurdan dijîn bi zanebûn tirkî fêr nabin. Li gorî wan zimanê kolanê çi dibe bila bibe divê zimanê malê kurdî bimîne. Jin li malê axaftina tirkî qedexe dike. Zarokên ku ji bo serfiraziyê ji dibistana tirkbûnê re tên şandin, li malê kurdî hîn dibin û bi vî awayî her du ziman di balansê de tên girtin. Ji ber ku zimanê li malê tê fêrkirin agahiyên zilm û berxwedanê di hundirê xwe de dihewîne, zimanê dayikê dibe zimanê berxwedanê.”

Soner Şîmşek (Koordînatorê xebatên perwerdeyê yê SAMER’ê): Di axaftina Şîmşek a bi navê Xweserîbûna Perwerdeyê û Perwerdeya Xweseriyê de agahiyên li ser desentralîzasyona perwerdeyê yên di çarçoveya xweseriyê de hatin dayîn. Soner got ku di vê meseleyê de pirsa “em ê çawa strûktûra navendî ya perwerdeyê bişkînin?” pir girîng e û ji bo vê divê li ser diyarkirina mifredatê, fînansman, plankirin, çavdêrî û nirxandin nîqaş bên kirin. Şîmsek li ser rîskên li ser desentralîzasyona perwerdeyê ya di çarçoveya xweseriyê de hin hişyarên xwe anî ziman û wiha got: “Em tenê qala xweseriyê nakin lê xeyala sîstema neo-lîberal a global a li ser xweseriya perwerdeyê heye. Pêyase li gorî pêdiviyên xwe dixwaze sîstema perwerdeyê bike xweser, li ser bingeha dibistanan strûktûrên xweser ava bike û desentralîzasyonê pêk bîne.”

muge_ayan_ceyhan

 

Dr. Muge Ayan Ceyhan (ji Zanîngeha Bîlgiyê): Ceyhan di axaftina xwe ya bi sernivîsa Di Têkoşîna li Dijî  Cudaxwaziyê de Sazkirina Dadê de Derfetên ku Perwerdeya bi Zimanê Dayikê Pêşkêş Dike de hin encamên lêkolîna xwe ya qadê ya li Stenbolê bi beşdaran re parve kir û paşê van tespîtan kir: “Dibêjin ku kurdî zimanekî qebe ye, ne zimanê medeniyetê ye. Bi van gotinan tê xwestin ku tirkî serdestiya xwe bidomîne û kurdî di binê hiyerarşiyê de bimîne. Di vê pêvajoyê de ziman li derveyê qada fermî tê girtin, derfetên perwerdeyê ji bo wê nayê peydekirin û di qada weşanê de tê bisînorkirin an bi hin qedexeyan re rû bi rû tê hiştin. Bi van tedbîran dixwazin ziman bêhêz bikin.”

Ceyhan li ser meşrûkirina vê rewşa kurdî got ku “Dema vê rewşê tê meşrûkirin pêdivî bi mîtên meşrûkirinê çêdibe. Dibêjin ku ‘eger zarok perwerdeya kurdî bibînin wê serê wan tevlî hev bibe. Dibêjin wê problema bixwenebawerbûna wan derkeve holê” û wiha dom kir: “Ji bo berevajîkirina pêvajoya meşrûkirinê divê ev bên zanîn. Divê şemaya hiş a ku dibe sebeba cudaxwaziyê bê derzandin.

Aliyekî din jî ku Ceyhan di axaftina xwe de cî dayê helwesta xwendekarên kurd a li dijî cudaxwaziyê bû. Ceyhan di vî warî de wiha axivi: “Xwendekarên kurd li dijî nêzîkbûna yekperest bi hin awayî di ber xwe didin. Xwendekar bi armanca têkoşîna li dijî cudaparêziyê hin stratejiyan pêş ve dibin.  Bi armanca ku xwendekar xwe bi hêz hîs bikin divê li ser qada perwerdeyê bi awayekî ku edaleta sosyal bê pêkanîn bê sekinandin û pratîkên perwerdeyê ku xweseriyê pêk tînin, bên avakirin.

Amed/Înfowelat

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …