Li Amed, Cizîr û Geverê dibistanên kurdî dest bi perwerdeyê kirin

 

 
Li Amed, Gever û Cizîrê dibistanên Kurdî dest bi serdema nû ya perwerdeyê kirin. Dibistana Seratayî ya Ferzad Kemanger û Elî Erel ên li Amedê bi 250 xwendekarî, Dibistana Seretayî ya Bêrîvan li Cizîrê bi 70 xwendekarên nû deriyên xwe ji perwerdeyê re vekirin.

Li Amedê Dibistanên Seretayî yê Ferzad Kemanger û Alî Erel, bi 8 polan û 250 şagirtan, bi lêdana zengil dest bi perwerdehiya sala nû kir. Li Cizîrê Dibistana Seretayî ya Bêrîvanê bi 70 xwandekaran dest bi perwerdehiya sala nû kir.

Dibistana Ferzad Kemanger a li navçeya Rezana Amedê, dest bi perwerdehiya xwe ya demsala 2015-2016’an kir. Dibistan bi demsala nû re 80 şagirtên nû li cem xwe qeyd kirin. Dibistan bi 3 polên beşê yekem, poleke pêşdibistanê û 80 jê yên nû bi giştî bi 180 şagirtan dest bi perwerdehiya xwe kir. Zarokên ku di demsala nû de berê xwe dan dibistana xwe, bi hevdîtina hevalên xwe yên dibistanê kêfxweş bûn. Zarokên ku li dibistanê hatin cem hev, li hewşiya dibistanê û di polan de lîstin û stran gotin. Kêfxweşiya zarokan a bi destpêkirina dibistanê re hêjayê dîtinê bû.

Dibistana nû jî rastî eleqeyeke mezin hat
Îsal dibistaneke nû ya bi navê Alî Erel li Peyasa Amedê vebû. Dibistana ku îsal dest bi xebatên xwe yên perwerdehiyê kir, rastî eleqeyeke mezin hat. Dibistana Alî Erel niha di pola 1’emîn de 30 û di pola din de jî 50 şagirtên Kurdî dê perwerde bibin. Dibistana ku îro hat vekirin ji zarokan re bû cihê kêfxweşiyê. Zarokên ku cara yekem perwerdehiya bi zimanê Kurdî dîtin, li hemberî dersên xwe û dibistana xwe eleqeyek mezin nîşan dan.  Qeydên şagirtan ên dibistanên Kurdî hêj dewam dikin.

Li Dibistana Bêrîvan 70 xwandekarên nû
Li navçeya Şirnexê Cizîrê Dibistana Seretayî ya Bêrîvanê bi 70 xwandekaran û 8 polan dest bi perwerdehiya sala nû kir. Dibistana Bêrîvan di sala 2’yan de bi 8 polên nû dest bi perwerdehiya bi zimanê Kurdî kir.
Malbatên zarokan, zarokên dibistanê, Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kunur, rêxistênen HDP/BDP û gelek welatî li ber Mala Gel a Şînê ya Taxa Cûdî kom bûn û heya ber dibistanê bi lêdana erbanê, meşiyan. 
Li ber dibistanê li ser navê mamosteyên Dibistana Seretayî ya Bêrîvanê, mamoste Huseyin Çatikaş axivî û destpêkirina perwerdehiya sala nû li hemû zarokên Cizîrê pîroz kir û xêrhatina malbatên zarokan kir.
Çatikaş diyar kir ku îsal bi 8 polan û 70 xwandekaran dest bi perwerdehiya bi zimanê Kurdî kirine û got ku wekî her tiştî perwerdehiya bi zimanê Kurdî jî mafê zarokên Kurd e û ev du sal in ji bo ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî baş bidin zarokan bi awayekî xurt dixebitin û xebatên wan yên li ser zimanê Kurdî dê berdewam bikin. 
Piştî axaftinê zarok bi awayekî kêfxweş beziyan polan û dest bi dersê kirin. Dersa yekemîn Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç da. Tunç di dersa yekemîn de ji zarokan re got, bila dersa we ya yekemîn ev be ku ji bo zimanê we bi pêş keve divê dê û bavê we çi bibêje hûn bi ya wan bikin.

Li Geverê dibistanên Kurdî dest bi perwerdeyê kirin

Dibistana Seretayî ya Dayika Uveys a tîmên taybet êrîs kirin û xerakirin, di sala nû ya perwerdeyê de li avahiya nû dest bi xebatên xwe kir. Xwendekaran di nav kelecan û dilxwesiyê de pirtûkên xwe yên Kurdî girtin.

Dibistana Seretayî ya Dayika Uveys a tîmên taybet êrîs kirin û xerakirin, di sala nû ya perwerdeyê de li avahiya nû dest bi xebatên xwe kir. Xwendekaran di nav kelecan û dilxwesiyê de pirtûkên xwe yên Kurdî girtin.

Dibistana Seretayî ya Dayika Uveys a tîmên taybet êrîs kirin û xerakirin, di sala nû ya perwerdeyê de li avahiya nû dest bi xebatên xwe kir. Xwendekaran di nav kelecan û dilxwesiyê de pirtûkên xwe yên Kurdî girtin.

Dibistana Seretayî ya Dayika Uveys ji bo li Geverê di zimanê zikmakî de perwerdeyê bide hatibû vekirin û 21’ê Îlonê de tîmên taybet bi êrîsan xera kirin, perwerdeya zimanê zikmakî di avahiya nû de destpê kir. Berî pêvajoya perwerdê bi demekê hêzên dewletê êrîs birin ser dibistanê, Meclîsa Gel a Demokratîk a Geverê û KURDÎ-DER’ê avahiyek nû peyda kir. Xwendekarên dibistanê danê sibê, refên polê bi kelecanekê tijî kirin.

HDP’YIYAN XWENDEKAR ZIYARET KIRIN

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, Meclîsa Gelê Demokratîk a Geverê, HDP, rêveberên MEYA-DER’ê û malbatên xwendekaran hatin dibistanê û bextewariya wan parve kirin. Ji mamosteyên dibistanê Dogan Enguder berî perwerdeyê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku tîmên taybet li hember nirxekî herî bilind ê gelê Kurd êrîs kiriye û wiha berdewam kir: “Tevî êrîsan jî em bi kelecanek mezin dikevin sala xwe ya nû. Sala bihurî jî mor li dibistanên me dan. Lê me perwerdeya zimanê zikmakî domand. Li Kurdistanê hejmara dibistanên Kurdî gihistin 8’an. Em hêvî dikin ku em ê bi sedan, bi hezaran dibistanên din vekin û perwerdeya zimanê zikmakî bidin.”

Zeydan diyar kir ku bi têkosîna gelê Kurd a bi salan em hatine van rojan û perwerdeya zimanê zikmakî dibînin û wiha axivî: “Îro zarokên me Kurdî mezin dibin, diaxivin, dinivîsînin û dixwînin. Berê ji ber zimanê me em qetil dikirin, lê îro dibistanên me yên Kurdî hene.” Hevberdevka Koordînasyona Meclîsa Gelê Demokratîk a Geverê, Denîz Bulbul jî der barê girîngiya dîroka têkosîna gelê Kurd a ji bo ziman axaftinek kurt kir.

LI XWENDEKARAN PIRTUKÊN KURDÎ HATIN BELAVKIRIN

Pistî axaftinan, pirtûkên Jiyan û Derdor, Xwendin û Nivîsandin, Matematîk û Muzîk li xwendekaran hate belavkirin. Xwendekaran pirtûkên xwe rakirin jor û dirûsmên, “Bijî zimanê Kurdî” û “Bê ziman jiyan nabe” gotin. Pistre xwendekaran bi hev re stranên “Malan bar kir” û “Ax Kurdistan” gotin. Pistî malbat û mêvan ji dibistanê veqetiyan, mamosteyan dest bi perwerdeya yekemîn a zimanê zikmakî ya salê kirin..

Jêder: Hawarnet

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …