Li Amazonê 10 hezar sal berê çandinî hatiye kirin

Heta roja îro, Rojhilata Navîn û Çîn wekî deverên ku destpêkê Çandinî lê hatiye kirin dihatin naskirin.

Lê di encama vekolînên li Amazonê derket holê, li vê herêmê jî çandinî di demeke pir kevn de hatiye kirin.

Komek lêkolîneran li herêma Amazonê ya li Bolîvyayê vekolîn dikirin, bi keşfa xwe rûpeleke nû li dîroka mirovahiyê zêde kirin.

Lêkolîner, li herêma rojhilatê Llanos de Moxosê ku dikeve başûrêrojavayê Daristanên Amazonê, bermahiyên çandiniyê dîtin.

Li gorî analîza alav û berhemên ji bin erdê derketin, li vê herêmê herî kêm 10 hezar sal berê çandinî hatiye kirin.

Dema destpêka çandiniya li herêmê, teqabulê kurtedemek piştî Serdema Qeşayê dike.

Encamên vê vedîtina dawî, bi gotarekê, di malpera kovara Nature de hat weşandin.

Di vê gotarê de tê diyarkirin, herêma Llanos de Moxosê li cîhanê yek ji herêmên herî kevn e ku mirov lê bi cî bûne.

Lêkolîner didin zanîn, li vê herêma ji gol û çiravan pêk tê, nêzîkî 7 hezar giravok hene û li 4700 heb ji wan şûnwarên mirovan hatine damezrandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …