“Lemosin oksîtan e û divê oksîtan bimîne”

 

 

Reforma terîtoryal a nû ku ji aliyê serokwezîrê Fransayê François Holland ve hatibû pêşniyazkirin, piştî bêaramiya li hin herêman rastî rexneyên alîgirên yekitiya Oksîtanyayê hat. Kordînasyona Oksîtan a Lemosin (Limousin) bi kampanyayeke îmzeyan li dijî planên damezrandina herêmeke nû ya bi navê Poitou-Charantes-Centre a li ser axa Oksîtanyayê û girêdayina bajarê Lemosinê ya bi vê herêmê re derketin.

Di daxwaznameya ji îmzeyê re hat vekirin de tê diyarkirin ku ji ber sebebên cografî, çandî, çandinî, aborî û zimanî Lemosin parçeyeke Oksîtanyayê ye û dema vê guherîna terîtoryal pêk were wê eleqe û motîvasyona ji bo xebata cihêrengiya ziman û bi taybetî ya ji bo oksîtanî ji holê rabe.

france map3

Li aliyekî din, di daxwaznameyê de hat eşkerekirin ku ji ber guherîna sînorên îdarî yên Lemosinê ew daxwaz dikin ku li ser bikaranîna ziman ê li herêmê lêkolînekê bê lidarxistin da ku ji bo polîtîkaya ziman a pêşerojê daneyên berbiçav derkevin holê.

Kordînasyona Oksîtan a Lemosin di dawiya sala 2013’an de ji aliyê komeke sazî û kesên neteweperwerên oksîtan ve hat damezrandin. Armanca vê saziyê parastina Lemosina oksîtan e.

Lemosin yek ji 27 herêmên li Fransayê ye ku ji departmanên bi navê Correze, Creuse û Haute-Vienneyê pêk tê. Nêziki 750,000 kes li vê herêma ku berfirehbûna wê qasi 17,00017,000 km2 ye dijîn.

Çavkanî: http://www.petitions24.net / http://www.jornalet.com/

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …