Lêkolînerekî Kurd ferhenga navên giyanan a Kurdî amade kir

Lêkolîner û nivîskarekî bakûrê Kurdistanê bi navê Ehmedê Dirihî bi xebateke 14 salan de ferhenga Navên Nebatan a Kurdî amade kir. Di ferhengê de navên bi hezaran nebatên li Kurdistanê bi Kurdî-Tirkî û Latînî hatine nivîsandin. Nivîskarê FerhengêEhmedê Dirihî dibêje; bi hezaran navên nabatan ên Kurdî ji aliye lêkolînerên biyanî ve hatine dizîn û wekî ku ne Kurdî ne nivîsandine. Dirihî ji Kurdan dixwaze ku li dewlemendiya çanda xwe xwedî derkevin.

Ehmedê Dirîhî an bi navê xwe yê Tirkî Ahmet Kasimoglu welatperwerekî Kurd e ku li Diyarbekirê dijî. Dirihî, bi salan li gundên Kurdistanê gdierê û di encama lêkolîneke berfireh de ferhenga navên nabatan a Kurdî amade dike. Bi keda Dirihî, navên nebatên Kurdistanê bi 3 zimanan; Kurdî, Tirkî û Latînî di ferhengekê de tê berhevkirin. Di Rojnameya bi navê Newepel a bi Zazakî dejî navên nebatan, bi Kurmancî, Zazakî, Soranî, Goranî, Latînî û Tirkîcih digire.Dirihî,di sala 2006’an de li Dihokê di civîna ku ji aliye Enstîtûya Kurd a Parîsê ve hatî lidarxistin de navên nebatan bi Zazakî peşkêş dike û herweha di nav komên lêkolînerên zimanê Kurdî de cih digire.

Lêkolîner û nivîskar Ehmedê Dirihî ji K24ê re li ser ferhenga xwe wiha axivî: “Min her tim hez kir ku navê nebatên ê Kurdî hîn bibim. Bi rastî hayê min jê nebû ku ferhengeke bi vî awayî ji aliyê Kurdan ve nehatiye amadekirin. Min ji Enstitûya Kurdî zanî ku ferhengekî bi vî rengî tûne ye û min biryar da ku ez amade bikim.”

Lêkolîner Ehmedê Dirihî, di ciwaniya temenê xwe de balê dide lêkolînên navên nebatan. Bi piştgiriya dayîka xwe xebatên xwe berfireh dike. Ji Sêwasê heta Dihokê li bajar, navçe û gundewarên Kurdistanê digere. Dirîhî, lîsteyên navên nebatan ji Enstitûya Kurdî a Stenbolê re dişine û li ser pêşniyaza Enstitûyê, bingeha ferhengê datîne.Dirihî, nîşeyên ku bi salan berhevkirine di 14 salan de wekî ferhengekî ku ji 20 hezar nav û 1.168 rûpelan pêk tê amade dike û di sala 2013’an de bi piştgiriya Zanîngeha Artiklu ferheng tê çapkirin.

Ehmedê Dirihî dibêje: “Min di vê ferhengê de nebat bi 3 zimanan bi nav kir. Kurdî, Tirkî û Latînî. Min navê latînî da ku, dema kesekî bi navê latînî li ser computerê lê geriya wêneyê nebat jî derdikeve.”

Dirîhî amaje dike ku ji ber şert û mercên jiyanê, Kurdan navên nebatên ji gotinê derbasî nivîsê nekirine. Ji ber vê pirsgirêkê, di ferhengên Tirkî û bi hin zimanên din de navên nebatên Kurdî wekî ku ne Kurdî ne hatine nivîsandin. Dirihî dibêje; di lêkolînên xwe de tu caran rastî astengiyan nehatiye lê hin lêkolîneran xebatên wî li ser navê xwe dane çapkirin.

Herwiha Ehmedê Dirihî tîne ziman: ” Navê nebat, wesfê nebat jî nîşan dide. Dema ku ez navên nebatan di ferhengên Tirkî de dibînim ez qet fêhim nakim. Lê di ferhengên Kurdî ne navên nebatan xweşik in. Heger ez di ferhengên Kurdî ne navên ne xweşik dibinim ez dizanim ku ew nav ji zimanekî din derketiye.”

Ehmedê Dirihî dibêje;min di lêkolînên xwe de di heman demê de dewlemendiya zimanê Kurdî jî kifş kir û min dît ku hin nebat hene ku ji 20’an zêdetir navên wan ên Kurdî hene.Hêvî û daxwaza lêkolîner Dirihî ew e ku, Kurd li vê çanda dewlemend xwedî derkevin; da ku ji aliyê lêkolînerên biyanî ve çand û zimanê Kurdî rastî pûçkirinê nemine.

Çavkanî: Kurdistan24.net 

infowelat.com

Li vê jî binêre

DEM Partî Wan soza parastina kurdî da

Şaxa Wanê ya DEM Partîyê proseya hilbijartinê veguherand firsendeke ji bo gotûbêja parastina ziman. Partîyê  …