Lêçûnên şer: Di 11 mehan de 5.4 mîlyar

 

 

Doç. Dr. Alk. Sezaî Temellî diyar kir, ku valahiya ji 5.4 mîlyar TL’yî ya di budçeya ji aliyê Wezareta Maliyeyê ve hat aşkerekirin de derket holê, cihê metirsiyê ye û got, “Sedema herî girîng a vê yekê, polîtîkaya şer a hikûmeta AKP’ê ye.”

Wezareta Maliyeyê, encamên pêkanîna budçeyê ya serdema Çile-Mijdar a 2015’an aşkere kir. Li gorî hejmarên hatin aşkerekirin, di nava 11 mehan de valahiyek ji 5.4 mîlyar TL’yî derket holê.

Lêçûnên budçeyê di Mijdara 2014’an de 35 mîlyar 618 mîlyon TL bû. Lê ev hejmar di sala 2015’an de bi rêjeya ji sedî 20,8 zêde bû û gihaşt 43 mîlyar 9 mîlyon TL. Di Mijdara sala 2014’an de faîz ne di nav de lêçûnên budçeyê 32 mîlyar 4,1 mîlyon TL bû. Ev yek di Mijdara sala 2015’an de bi rêjeya ji sedî 20,7 zêde bû û bû 39 mîlyar 140 mîlyon TL.

Lêçûnên personel jî li gorî meha par ji sedî 16,9 zêde bû û gihaşt 10 mîlyar 909 mîlyon TL. Lêçûnên kirîna mal û xizmetêi li gorî par ji sedî 11,1 zêde bû û gihaşt 4 mîlyar 535 mîlyon TL.

sezai

Hîndekarê Beşa RAêveberiya Cemaweriyê ya Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Alk. Sezaî Temellî ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku ev zêdebûna di budçeyê de, wê bi tenê di nava mehên Çile û Mijdarê de bi sînor nebe. Temellî got, “Rewşa şer ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve biryara wê hat girtin, yekser bandora xwe li hejmarên budçeyê kir. Di mehên Îlon û Cotmehê de jî zêdebûnek bi vî rengî heye. Em dizanin ku budçeya sergirtî qediya ye û budçeya îdarî hatiye veqetandin. Sedema herî girîng a zêdebûna van hejmarên budçeyê, polîtîkaya şer a ku hikûmeta AKP’ê dimeşîne ye. Cihê ku ev polîtîka yekser bandorê lê dike, budçe ye. Ji be zîhniyeta xwe dispêre ewlekarîparêziyê, xuya ye ev hejmarên budçeyê wê di sala pêş de zêdetir bibe.”

‘MALIYETA CIVAKÎ YA ŞER: BUDÇE’

Temellî bal kişand ser maliyeta civakî ya şer û destnîşan kir, ku ev maliyet jî budçe ye. Temellî got, “Yên ku berdêla vê didin jî dîsa gel û kedkar in. Ev bar li ser pişta wan e. Nîşaneya şênber a vê yekê jî, zemên li ser hev tên kirin e. Di asteke bilind de zem li her tiştî tê kirin.”

Temellî ragihand, ku bindest û hemû xizanên welêt ne tenê ji aliyê madî ve, di heman demê de bi canên xwe vê berdêlê didin û anî ziman ku divê kedkar, xizan û hemû bindestên li nava civakê têkoşîneke rêxistinbûyî ya aştî û demokrasiyê bimeşînin.

Jêder: ANF

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …