Lampedusa êdî penaberan ranagire

Penaberên Afrîkayê ji bo bigiîhjin Ewrûpayê mirinê didin ber çavên xwe

Gelek ji wan hewl didin bi ji ser Îtalyayê li welatên Ewrûpayê belav bibin

Di vê rêwîtiya xetere de girava Lampedusayê rawestgeha ewil e

Lê êdî ev vê girava biçûk nema dikare girseya penaberên ragire

Penaberên ji Afrîkayê, ji ber ku girava Îtallayê ya Lampedusayê gelekî nêzîkî Afrîkayê ye, xwe davêjin vê giravê.

Lê belê êdî derfetên hewandinê yên giravê têra van penaberan nake.

Hêjmara penaberan kapasîteya giravê derbaskiriye.

Lampedusa giraveke Îtalyayê ya nêzîkî bakurê Afrîkayê ye. Lewma jî penaberên ji Lîbya û Tûnisê birêdikevin hewş didin bigihîjin vê giravê.

Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê ji bo derxistina penaberan ji giravê ferîbotek tahsîs kir.

Tê payên ku li kampên Lampedusayê hêjmara penaberan bên kêm kirin.

Di sefera ewil de bi sedan penaber gihîştin bendera Mazara del Vallo ya Sîcîlyayê.

Li gorî hat ragihandin, ferîbot di navbera mehên Tebax û Îlonê de, heftê sê caran wê penaberan bikişîne Sîcîlyayê.

Tê ragihandin, hejmara penaberên îsal gihîştin Lampedusayê li derdora 30,000 e. Par ev hejmar 22,700 bû.

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) Neteweyên Yekbûyî, par 1.924 kes di rotaya Afrîka-Îtalyayê de ya li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …