Kurmancîya Ermenîstanê û kurmancîya ”Hawar”ê wek hev e!

 

 

 

 

 

Têmûrê Xelîl

Piranîya ronakbîrên kurdên dervayî Yekîtîya Sovyet gelek caran bi rastnivîsandina me – kurdên Sovyetistana berê – qayîl nabin û bona gotinên xwe mak bikin, rastnivîsandina ”Hawar”ê wek bingeh qebûl dikin. Ez di vê pirsê da ne her dem bi wan ra me û timê ser wê bawerîyê me, ku rastnivîsandina me ji rastnivîsandina wan ronakbîran rasttir e û gorî qanûnên zimanê me ye. Lê qayîlnebûn tiştek e, îzbatkirina rastîya kurmancîya me tiştek din e.

Ji bo vê armancê min berê xwe da ”Hawar”ê û ji ”Hawar”ê jî ez tenê li ser nivîsên Celadet Bedirxan (Herekol Azîzan) sekinîm, ji ber ku ew ”mejûyê” wê kovara kurdî ya delal e. Û ez hatime ser wê bawerîyê, ku kurmancîya me û ya ”Hawar”ê hema bêje wekehev e, lê kurmancîya wan ronakbîran û ”Hawar”ê hema bêje ne wekehev e. Li jêr ezê nimûneyan bînim.

Di pirsa tewandinê da:

Kurdên Sovyeta berê di dema tewandina gotinan da forma gotinan diguhêrînin. Wek nimûne: ”Ewî dêrî vekir”, ”Heso çûye ber pêz”, ”Gulîzer ji bajêr tê”. Di vê pirsê da ”Hawar” û Celadet Bedirxan wek me dinivîsin, lê ne wek gelek ronakbîrên kurdên Ewrupayê, ku hinek ji wana bi zimanekî dipeyivin, heta carna dayîkên wan jî ji wan fêm nakin.

Ji bo nimûne: Di hejmara 24an a kovara ”Hawar”ê da, di gotara: ”KURD Û KURDISTAN BI ÇAVÊ BIYANIYAN” da (rûpel 2, stûn 1, xet 18) hevokeke wa heye: ”Mêr diçin ber pêz…”. Li vira pez bûye pêz. Nimûneyên wa di hejmarên mayîn da jî hene, xwesma di hejmara 55an da: ”Heb bi pêz ketibû”, ”…li nexweşiya pêz hûr bû”, ”Lawik anîn bajêr” (di rûpelê 4an da), ”Lê ji ber ku di lêwik da tu hêvî ne ma bû…” (rûpel 5), ”Ji ber ku bêv di wî bajarî de…” (rûpel 2); di hejmara 44an, di nivîsa ”Tefsîra Quranê” da: ”Herwekî wan ji rastiyê xwe dane paş, erna Yezdên giha wan…”, di hejmara 56an, di miqala ”SIR JAMES YOUNG SIMPSON 1811 – 1870” da (rûpel 2, stûn 2, xeta 15an) ”…bijîşkine welêt lê ezimandin” û h.w.d.

Tewandina gotinan di navên nivîskarên gotaran yên di ”Hawar”ê da çapbûyî da jî xuya dibe, wek: Cemîlê Tacdo, Hesenê Mistê, Smaînê Serhedî, Evdirehmanê Rojkî, Sibhîyê Diyarbekirî, Masûmê Hamîdî, Remoyê Qenco, Silêmanê Ferho, Xelîlê Gênco, Bişarê Segman, Hisên Emînê Perîxanî, Yehyayê Seyda, Qadirê Ferman. Ev cûrê nivîsara navan niha hema bêje tenê li bal kurdên Sovyeta berê maye, wek: Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Şeroyê Biro, Eznîva Reşîd, Zadîna Şekir û h.w.d. Hela di ser da, me navên dengbêjên ermenî jî dikire di nav qalibê kurdî da, ku destûra me tunebû jî, lê me ew yek ji bo wê yekê dikir, ku guhên kurdên me hînî cûrê kurdîyê bin. Wek: Aramê Tîgran, Karapêtê Xaço, Davîtê Xilo û yên din. Lê navên wan ne bi navê bavê wan va dihate nivîsar, lê bi paşnavê ra tevayî dihate nivîsar, wek Aram Mêlîkyan, Karapêt Xaçatryan û h.w.d.

Gelo ji kurdên dervayî Sovyeta berê çend kes bi vî awayî dinivîsin? Yê ku ez zanim, tenê Hesenê Metê, Zinarê Xemo û Şahînê Bekirê Soreklî ne. Gelo we çima ji bîra kirîye, ku Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Dewrêşê Evdî, Evdalê Zeynikê, Bişarê Çeto, Rizayê Xêlit bi wî awayî (em jî wek wan) nivîsîne. Gelo ji kurdên Kurdistanê, ku niha li Ewrupayê dimînin û zordestîya tirkan û ereban li ser tune, çend kesan navê xwe guhartine û niha bi awayê kurdî dinivîsin? Çend kesan navê xwe guhartine, kirine kurdî?

Di pirseke din da jî, ku bi rastnivîsandinê va girêdaye, kurdên Sovyeta berê û ”Hawar” hemfikir in. Ew pirsa tewandina wan gotinan e, ku bi vokalan va kuta dibin. Ji bo nimûnê, gotina kitêbxane, di dema tewandinê da bal kurdên Sovyeta berê dibe kitêbxana, lê ne kukitêbxaneya. Navê Zerê, ku keça Ûsiv e, dibe Zera Ûsiv, lê ne ku Zerêya Ûsiv. ”Hawar” jî di gelek ciyan da wek me nivîsîye. Wek nimûne, di hejmara 35an, di miqala ”KURDÊN ECEMISTANÊ Û HALÊ WAN”, di têbinîyê, xeta 5an da em dixûnin: ”…di çayxanekêda me bihna xwe dida”. Di hejmara 56an, rûpelê 3an, ji jêl va xeta 11an da hatîye nivîsar: ”…di dawiya emirê xwe de bi nexweşîkewelê ket…”, hejmara 55an, rûpelê 3an, stûna 2an, paragrafa 5an, xeta 4an da jî gotina nexweşîk (lê ne nexweşîyek) derbaz dibe. Di hejmara 32an, di miqala bi sernivîsara ”KARDÛX Û WELATÊ KARDÛXAN”, ji dawîyê xeta 5an da em dixûnin: ”Diviya bû di Diclêre derbas bibin”. Di stûna rex wê da, paragrafa 9an wa destpê dibe: ”Lê ji ber ko yewnanan nikari bû di Diclê re derbas bibin…). Eynî gotin bi cûrê Diclê, lê ne ku Dicleyê, di têbinîya wê miqalê da jî derbaz dibe.

Wekehevbûna kurmancîya ”Hawar”ê û ya kurdên Sovyeta berê di bikaranîna gotina yê ku (ya kuyên ku) da jî xuya dibe, ku kurdên din hema bêje bi kar naynin û hela di ser da jî şaş dibînin. Ji bo nimûnê, kurdên Sovyeta berê vê gotinê wa bi kar tînin: ”Silo, yê ku gunehkarî kiribû, li xwe mukur hat…”, ”Sîsê, ya ku di mektebê da baş dixwend, îsal kete Ûnîvêrsîteyê”. Em ”yê ku”, ”ya ku” û ”yên ku” ji bo merivan û ruhberan bi kar tînin, lê ji bo tiştan em ”kîjan” bi kar tînin, wek nimûne: ”Tivinga Heso, kîjan unda bûbû, hate dîtin” û h.w.d. Nimûneyên wa ji ”Hawar”ê: ”Smaîl axayê Şikakî, yê ko bi navê Simko deng daye…”, ”Herçî mezinên kurdan, yên ko av bi wan sar û germ dibû” (hejmar 35), ”…zimanê ibranî, yê ko berî 30-40 salan zimanekî mirî bû…” (hejmar 40), ”Ehmedê Xanî, vî şairê kurdan ê mezin, yê ko daye pey her tiştê miletê xwe…” (hejmar 42), ”Dr. Sîmpson, yê ko ji êşa xelkê re derman peyda kiri bû…” (hejmar 56) û h.w.d.

Di pirsa nivîsandina navên biyanîyan da jî kurdên Sovyeta berê û ”Hawar” ser rêkê ne. Di hejmarên 55 û 56an da Herekol Azîzan di miqalên bi sernavên ”Yên ko xizmetî însaniyetê kirine” da navên biyaniyan him wek hene nivîsîne, him jî bi kurdî nivîsîne. ”JAMES YOUNG SIMPSON” û bi kurdî – ”CÊMS YÛNG SÎMPSON”; û ”LOUIS PASTEUR” û bi kurdî – ”LWÎS PASTOR”. Di hejmara 56an, rûpelê 2an da navê bajarê Edinburg bi cûrê kurdî – Êdînbûrg hatîye nivîsar. Kurdên Elegezê, an jî Şirnaxê ne mecbûr in bi îngilîsî bizanibin, da ku navê Klînton wek Clînton binivîsin.

Bal kurdên Sovyeta berê bi kêmanî du gotin hene, ku ji dervayî wan hema bêje tu kes bi kar nayne, lê di ”Hawar”ê da ez rast pê hatim. Yek ji wan gotinan gotina wekî ye, yek jî  ye. Em vê gotinê – wekî – cîna wek eger, cîna jî dewsa ku bi kar tînin. Wek nimûne: ”Wekî tu gotineke xwe dibêjî, dudê hevalê xwe jî bêje”, ”Wekî tu hatî, bi xwe ra bîne”. Li van hevokan da wekîya me eger e. Û bi wê manê di ”Hawar”ê da jî çend nimûne hene, wek: ”Babê keçkê got: Axa wekî tu cihê Jêliyan hemî bidî min, ez keça xwe nadim te” (di hejmara 34an, di gotara Herekol Azîzan ya bi sernivîsara: ”JI EŞÎRÊN BOTAN: JÊLIYAN” da, rûpelê 4an, stûna 2an, paragrafa 5an, xeta 1ê).Wekîya vê hevokê tê mana eger.

Di ”Hawar”ê da hinek gotin jî hene, ku niha tenê kurdên Sovyeta berê bi kar tînin. Ji bo nimûne, di hejmara 40î, di rûpelê 5an, stûna 2an, xeta 10an da hevokeke wa heye: ”Yehûda nanê tisî dixwar…”. Gotina tisî di nav kurdên Sovyeta berê da gelek belabûyî ye (Nanê tisî, pê fetisî) û tê maneya nan bi tenê, bêy pêxwarin. Di kurdîya me da nanê sayî jî heye. Dema mêrê kurd ji kevanîya xwe ra dibêje ”nan bîne”, her kes fêm dike, ku gerekê her tiştê xwerinê bîne, ango ne tenê nan. Lê gava di dema nanxwerinê da nan bi tenê xilaz dibe (lê xwerin maye, xilaz ne bûye) û mêr dixweze ji xanima xwe ra bêje, ku tenê nan bîne, dibêjê: ”nanê sayî bîne”.

Niha em bêne ser gotina . Kurdên Sovyeta berê vê gotinê gelekî bi kar tînin. Ji bo nimûnê: ”Ewê serê xwe pê laçikê girêda”, ”Xezal pê sergîna tendûr dada”, ”Memo mast pê nan dixwe” û h.w.d. Xuya ye ”pê ji ”bi wê çê bûye. ”Hawar” jî gelek cîya vê gotinê bi vê fikrê bi kar anîye. Di hejmara 40î, miqala: ”ZILAMEK Û ZIMANEK”, di stûnên 2an û 3an da ev hevok hene: ”…divêt cihiyan jî weke xelkê zimanek hebe û têk de pê baxêvin”, ”…me zimanekî delal heye û em pê daxêvin”. Di hejmara 55an, di miqala: ”YÊN KO XIZMETA ÎNSANIYETÊ KIRINE LWÎS PASTOR (LOUIS PASTEUR)” da (stûn 2, xet 8) em dixûnin: ”Ez dibêjim qey bihina min wê pê vebiya”. Di hejmara 56an da Herekol Azîzan di miqala xwe ya rûpelê 2an da çapbûyî da hevokeke wa bi kar anîye: ”Min tukes nas ne dikir, ko sebira xwe pê bînim”.

Vira ez dixwezim bala we bikişînime ser gotina tu kes jî.

Her tişt nîne, ku kurdên Sovyeta berê bi ”Hawar”ê ra qayîl in û gerek çevgirtî wek wê bikin. Em wê gotinê cihê dinivîsin, wek tu kes. Û tu kes nikare me ji wê rastîyê dagerîne. Di ”Hawar”ê da gelek gotinên wisa hene (wek tucar, nexweş), ku bi hev va hatine nivîsar û fikreke tam cihê – bazirgan û nexweş – didin. Lê eger cihê bêne nivîsar (tu kes û ne xweş), fikra rast: hîç kes û bê tam didin. Di miqala Herekol Azîzan ya di hejmara 56an de ya bi sernivîsara YÊN KO XIZMETA ÎNSANIYETÊ KIRINE CÊMS YÛNG SÎMPSON ”SIR JAMES YOUNG SIMPSON 1811 – 1870” da hevokeke wa heye: ”Ez piçûk, feqîr û hov gihaşti bûm Êdînbûrgê. Min tukes nas ne dikir ko sebira xwe pê bînim”.

Di hejmara 24an, di miqala: ”KURD Û KURDISTAN BI ÇAVÊ BIYANIYAN” da, di têbinîya (not) 1ê, di xeta pêşin da em dixûnin: ”Ji ber ku em kurd tucar Xwedê ji bîr nakin…”. Vira gotina tucar gerek cihê bê nivîsar, wek tu car. Eger wisa nebe, bazirgan tê fêmkirin.

Eynî gotin di helbesta ”MIRINA GURΔ da derbaz dibe, ku bi wergera C. A. BEDIR-XAN di hejmara ”Hawar”ê ya 31ê da çap bûye:

”Û ji cewrikên xwe re bibêje,

Mebin nîzing, tucaran…

Avahiyên ko mirov tê de”.

Di hejmara 55an, rûpelê 2an, paragrafa 3an da hevokeke wa heye: ”Lê kur ne şerê însanan; lê şerê nexweşiyan dê bikira”. Li vira gotinanexweşiyan gerek cihê bihata nivîsar – ne xweşiyan.

Sernivîsara helbesteke şairê kurdên Sovyeta berê Simoyê Şemo ”Tu ne yarî, tu neyar î” nimûneke wisa xweş e, ku wek dibêjin, dikare di vê pirsê da ”serê lodê bigire”.

Kurdên Sovyeta berê bi wê yekê ra jî ne qayîl in, ku ji bo çi dema gotinek bi herfa ”î” xilaz dibe û paşpirtika ”ya” di ser da zêde dibe, ”î” diguhêre û dibe ”i”. Wek nexweşî – nexweşiyên, arîkarî (çima ne alîkarî?) – arîkariya û h.w.d.

Nivîsara bi zmanê kurdî, xwesma bi zaravê kurmancî, di nav kurdên Kurdistana Bakur û Kurdistana Rojava yên kurmancîaxêf da bi piranî berî çend deh salan destpê bû û bi xurtî pêşda çû. Û ji bo wana bingeh gerek ne tenê ”Hawar” û Celadet Bedirxan bûna, lê rojnama ”Rya teze” û edebiyeta kurdên Sovyeta berê jî, ku berî ”Hawar”ê hebûne û bi kurmancî gelek berhemên hêja çap kirine. Min bi xwe ji herduyan jî – ji ”Rya teze” jî, ji ”Hawar”ê jî – feyda dîtîye. Û bawer nakim, ku eger min xwe bida tenê alîkî, wê baştir bûya. Û gerek em wek hinekan nefikirin, ku ”20 hezar kurdên Sovyeta berê ber 20 mîlyon kurdên Kurdistana Bakur çine ku?”. Rastî piranîyê va girêdayî nîne. Celadet Bedirxanên kurdên Sovyetê jî hene û di hêla zimên da yê herî navdar ew profêsor Çerkez Bakayêv (Çerkezê Xudo) e, ku serokê beşê bû di Înstîtûta Zimên ya Akadêmîya Zanyarî ya Sovyetistana berê da. Wî bi rûsî dersên zimên didan doktorên rûs û miletên din, lê karê wî yê bingehîn di hêla zanyarîyê da çareserkirina problêmên zimanê kurdî bû. Û ewî ser zimanê kurdî gelek pirtûk çap kirine, piranîya wan bi rûsî ne. Lazim e, ku ew bi cûrê wergeran bigihîjine gelê me.

Eger em wisa bikin, ewê ji zimanê me ra tenê karê bîne û zimanê me dikare hîn pêşda here. Wê demê her kurdek bira ji xwe pirs bike: gelo çima HEWARa kurdî bûye HAWAR?

Jêder: Riya Teze

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …