Kurdistana Îranê: Ji hilbijartina Rûhanî û vir ve dardekirina kurdan zêde bûye

 

 

Şadî Paveh

Gelê kurd ku yek ji kêmara herî mezin a li Îranê ye, ji 1979’an û vir ve ji aliyê Komara Îslamî ve hedef hatiye girtin. Di vê salê de Ayetullah Humeynî li dijî eyaleta Kurdistanê “fetwayekê” belav kir û bi riya şandina 110,000 yekîneyên xwedî topên giran, balafirên şer û helîkopterên biçek bêaramiya mixalif têk bir. Şer ewqas giran bû ku rûniştvanên eyaletê mecbûr man ku birevin çiyayan. Kurdên mêr di her carekê de bi dehan hatin îdamkirin.

Ji ber ku Kurdistan berxwedana xwe domand, di 17’yê Îlona 1992’an de sê lîderên naskirî yên mixalefera kurdên îranî –Sadiq Şerefkendî, Fetah Abdolî, Humayûn Ardalan –tevlî wergêrên wan Nûrî Dehkurdî ji aliyê ajanên hikumeta îranî ve li restoranta Mîkonos a yewnan a li bajarê Berlînê ya Almanyayê hatin kuştin. Di navbera 1988-1998’an de hosteyên Komara Îslamî hem li hundir hem jî li derveyê welat cînayetên li dûv hev ên lîderên mixalefetê û rewşenbîrên mixalif pêk anîn. Van cînayetan, paşê wekî “zincîra cînayetên Îranê” hatin binavkirin.

Ji şoreşa Îranê ya 1979’an û vir ve wîlayetên kurd ji aliyê hikumeta Îranê ve ji aliyê aboriyê ve hatin îhmalkirin. Vê cûdaxwaziyê kir ku xizaniya giran zêde bibe. Ji bilî vê, mafên siyasî, civakî û çandî yên kurdan ji aliyê rejîmê bi awayekî xerab hatin binpêkirin û ev jî li nava Kurdistanê bû sebeba berxwedana berfireh ku tê de pevçûna çekdarî jî cî girt. Ji bilî vê, piraniya kurdên ku sempatiya wan ji bo komên mixalif ên kurdan re hebûn an endamên van koman bûn, wekî “şervanên muhtemel (ên çekdar)” ku hewl didan ku rejîma Komara Îslamî hilweşînin, hatin dîtin. Vê temayulê dikare di rastiya îdia û cezayên li hember piraniya girtiyên siyasî yên kurd bên dîtin. Van girtiyan bi awayekî sîstematîk hatin îşkencekirin, cezayê mirinê an cezayê heta dawiya temenê xwe di girtîgehê de bimînin li wan hatin birîn. Digel ku gelek kes bi ve rewşê re rû bi rû maye, hejmara wan nayê zanîn. Du girtiyên sereke yên siyasî yên kurd mîrze Hebîbulah Gulperîpûr (di 2007’an de hat girtin) û mîrze Şêrko Moarefî (di 2008’an de hat girtin) di 26’ê Gulanê û di 4’ê Mijdara 2013’an de hatin dardekirin. Li gorî gelek rêxistinên mafên mirovan û hin saziyên medyayê, piştî hilbijartina Serokomar Rûhanî rêjeya dardekirinê zêde bûye. Bi tenê di pêvajoya du meh û nîvê ya 2014’an de 198 kes hatin dardekirin.

iran1979

Mixabin binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên ji aliyê Îranê, zêdebûna dardekirinan an qedera sê amerikiyan –Amir Hekmatî, Pastor Saîd Abedînî û Robert Levinson- ku li Îranê wekî girtiyên siyasî di girtîgehê de ne, tew di muzakereyên dîrokî yên di dawiya sala 2013’an de ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de hatibûn kirin, nehatine nîqaşkirin. Van mijarên li jêr, du mînak in ku malbat an qurban wêrek bûne ku bi rêxistinên mafên mirovan re têkiliyê çêkin ku vî awayî jî dikaribûn ji aliyê otorîteyan ve bên cezakirin.

Zeyneb Celaliyan di 2007’an de li wîlayeta kurd a Kirmaşanê bi îdiaya endamtiya komeke serhildêrên mixalif ên kurd hat girtin. Ew di destpêkê de birin navenda Wezareta Sîxuriyê ku li wir heşt meh hat îşkencekirin. Di encama vê de, ji hundirê wê û ji rêviyên wê xwîn hat. Du sal piştî girtina wê, bêyî derfetên parastinê bi darizandinekê ku bi tenê çend deqîqe ajot bi “meşandina şer li dijî xwedê” hat tawanbarkirin û di 27 saliya xwe de bi cezayê mirinê hat cezakirin. Di 2010’an de ew neqlê odeya 209’an a tirsnak a ku girtî heta ku îtîraf bikin dihatin îşkencekirin a girtîgeha Evînê ya Tehranê kirin. Li wir jê re hat gotin ku eger ew di bernameyeke televîzyonê de îtîraf bike ku ew beşdarê şerê “çekdarî” ya li dijî rejîmê bûye, ew ê cezaya wê ya mirinê bê betalkirin. Wê masûmbûna xwe anî ziman û daxwazên wan red kir. Paşê ew bi armanca ku li benda îdama xwe bisekine, paş de şandin ciyê ku ew li Kirmaşanê dihat girtin.

Di nameya ku kurtedemek piştî ku di 2009’an de bi mirinê hat cezakirin de wê ev nivîsand:

“Ez niha ji ber îşkenceyê nexweş im û parêzerekî min tuneye ku parastina min bike. Ez dixwazim ji we re bêjim ku darizandina min bi tenê çend deqe ajotin. Dadgeh ji min re got: ‘Tu dijminê xwedê yî. Divê tu di demeke kurt de bê dardekirin.’ Bi kurtahî hemû darizandina min wiha bû. Min ji dadger daxwaz kir ku beriya dardekirina min destûrê bide min ku ez bi tenê ji diya xwe re bêjim bi xatirê te. Wî ji min re got ‘huş be’ û daxwaza min red kir.” Mijdara 2009’an, name gihîştiye destê ICAE’yê.

celaliyan

Komîteya Rojnamegerên Mafên Mirovan (CHRR) a li nava Îranê, di 2011’an de bi riya hevpeyvîna bi hevalê hucreyê yê Celaliyan re raporekê amade kir. Rapor diyar dike ku dema ku destên wê girêdayî bûye Celaliyan wekî gogekê di navbera gardiyanên mêr de hatiye bikaranîn, çavên wê hatine girtin û hatiye lêxistin. Di her sê mêhên ewilî yên girtina wê de ew bi birînên cidî yên serî re rû bi rû maye û kesên ku di lêpirsîna wê de cî digirtin bi awayekî zêde mirov şahid nabe mecbûr mane ku wê transferê nexweşxaneyekê li derveyê girtîgehê bikin. Di heman demê de rapor nîşan dide ku heta ew ji xwe de çûye li bin lingên wê hatiye xistin. Dema heşê wê hatiye serê wê, mecbûr hatiye hiştin ku bimeşe û paşê dîsa lê hatiye xistin. Ew di heman demê de ji aliyê lêpirsînerê xwe ve bi tecawizê hatiye tehdîtkirin; wê vê rewşê protesto kiriye û paşê lêpirsînerê wê bi çoyeke hesin li serê wê xistiye ku ji ber vê yekê jî hestiyê serê wê derizî ye û ji serê wê gelek xwîn hatiye. Tê bawerkirin ku vê derbeyê û derbeyên din ên bi vî rengî, li ser şiyana wê ya dîtinê bandorê kiriye. Digel gelek grevên birçibûnê jî bi awayekî domdar tedawiya wê hatiye redkirin. Paşê her du çavên wê jî kor bûne.

Di navbera 2009 û 2010’an de Celaliyan bûye mijara kampanyaya li dijî dardekirina wê. Ji ber encama dîrekt a vê kampanyayê, cezayê wê ya mirinê vegeriyaye cezayê mayina di girtîgehê de ya heta dawiya temena xwe. Niha ji nava Zeynep Celaliyan xwîn tê û rêviyên wê dêşin. Rayedarên îranî bi awayekî eşkere transfera wê ya  bi armanca tedawiya li nexweşsxaneyekê red dikin. Ji bo korbûna wê ti tedawî nayê kirin. Her du nexweşiyên wê di encama dîrekt a îşkenceya di girtîgehê de pek hatine. Mîrze Mansûr Arvand girtiyekî siyasî yê kurd e ku di 2011’an de hatiye girtin û bi îdîaya “meşandina şerê li dijî xwedê” ya ji ber endamtiya wî ya partiyeke mixalif a kurd, bi cezayê mirinê hatiye cezakirin.

Birayê Mansûr (Îsmaîl) di 2013’an de di hevpeyvîneke bi Ajansa Nûçeyan HRANA re diyar kir ku piraniya nenûkên Mansûr di dema lêpirsîna wî de hatine kişandin û diranên wî zirareke mezin dîtine. Wî destnîşan kiriye ku Mansûr ji êşa enfeksiyona gurçikê ku piştî girtina wî û îşkenceyê derketiye holê  dikişîne û gotiye ku rayedarên îranî pêdiviyên tibî yên cidî yên birayê wî îhmal dikin.

Di hevpeyvîneke din a bi CFPPI’yê ya di 2013’an de Îsmaîl daye zanîn ku 70-80 car li pişt û zikê birayê wî xistine û seansên îşkenceyê 7-8 saet ajotine. Wî di heman demê de diyar kiriye ku otorîteyên îranî bi armanca ku ew nekaribe razê, amûrekê ku deng derdixe xistine hucreya Mansûr.

Mîrze Mansûr Arvand li girtîgeha navendî ya Ormiyeyê ya li eyaleta Azerbaycana Rojava tê hiştin. Ew ne tenê bi xetereya dardekirinê re rû bi rû maye lê rayedarên îranî ji aliyekî ve hem îşkenceya li ser wî didomînin û li aliyekî din jî wî ji tedawiya tibî mehrûm dikin. Heta niha rêxistinên mafên mirovan nekaribûne cezayê mirinê yê mîrze Arvand paş de vegerînin.

—————–

Nivîs pêşiyê 13.03.2014’an de di Gatestoneinstitute.org’de bi sernivîsa ‘İran: Kurd tên işkencekirin û dardekirin’ û paşê di 14.03.2014’an de di Unpo.org’de bi sernivîsa li jor hatiye weşandin. Nivîs ji îngilîzî hatiye wergerandin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …