Kurdistan Kurdistan li Amerîkayê xelat wergirt

 

 

 

Belgefîlma Bulent Gunduz, Kurdistan Kurdistan di Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Los Angelesê de 2 xelat stand.

Fîlma ku dîmenên wê par li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê û New Yorkê hatîn kişandin, di Festîwala Fîlmên Serbixwe ya Los Angelesê de xelatê “Best Foreign Feature” (Fîlma Dirêj a Biyanî ya Herî Baş) û “Best Original Song” (Strana Orjinal a Herî Baş) bidest xist.

Belgefîlma Kurdistan Kurdistan behsa jiyana bilûrvan, fîqvan û zirnevanê bi nav û deng; awazdanêrê kurdê navdar Egîdê Cimo û dengbêj û awazdanêrê kurd Delîl Dîlanar dike.

bulentgunduz_03

Derhênerê Kurdistan Kurdistan Bulent Gunduz derbarê xelatên standin de wiha got:

“Ez xelatekê pêşkêşî Cemîle ya ku li Cizîrê li ber derê mala xwe hat qetilkirin û tevahiya şehîdan dikim. Xelata duyemîn jî pêşkêşî zarokên ji welatên xwe tên koçberkirin û di deryaya de diqeneqîn, dikim.”

Bulent Gunduz diyar kir ku promiyera (nîşandana cara yekemîn) fîlmê di Festîvala Fîlmên Cihanî ya Montrealê ya îsal de pek hat.

Jêder: Radyoya Sputnik

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …