Kurdî: yek ziman, dû alfabe

 

Zimanê kurdî ku tevî hemû astengiyan roj bi roj pêşve diçe û di hemû waran de berhem tên çapkirin û kurdî di nava geşepêdaneke girîng de ye jî hîn bi du alfabeyan tê bikaranîn. Li Rojhilat  û Herêma Kurdistanê û alfabeya erebî, li Bakûr alfabeya latînî û li Rojava jî herdû lafabe tên bikar anîn.

Zimanê kurdî ku tevî hemû astengiyan roj bi roj pêşve diçe û di hemû waran de berhem tên çapkirin û di nava geşepêdaneke girîng de ye jî hîn bi du alfabeyan tê bikaranîn. Li Rojhilat  û Herêma Kurdistanê û alfabeya erebî, li Bakûr alfabeya latînî û li Rojava jî herdû alfabe tên bikar anîn.

Serokê Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Artûklûyê Doç. Dr. Abdurrahman Adak û Serokê Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Alparslan a Mûşê Ayhan Geverî derbarê firealfabeyebûna kurdî de axifîn û balê kişandin ser encamên wê.

Adak: Kurd, civakeke du alfabeyî ye

Doç. Dr. Abdurrahman Adak li ser bikaranîna du alfabeyan ji BasNûçe’yê re diyar dike ku kurdan di dîroka xwe ya nivîskî de çendîn alfabe bi kar anîne ku alfabeyên Masî-Sûratî û Awestayî ji bo yên berî îslamê du mînakên girîng in û wiha dibêje: “Piştî ku îslamiyet hat, di serdema klasîk de alfabeya kurdî-erebî û di serdema modern de jî alfabeya kurdî-latînî hatiye bikaranîn. Eger em ji ber bertengiya qadê bi çavê istisnayê li alfabeya krîlî ku ji aliyê kurdên Qafqasya ve tê bikaranîn binêrin, îro civaka kurdan civakeke dualfabeyî ye -alfabeya kurdî-erebî û alfabeya kurdî-latînî û her du alfabe jî di nav korelasyonên ciyawaz de bihevre tên bikaranîn.”

Adak radigihîne ku wek diyardeyeke serdema modern alfabeya kurdî-latînî tiştekî jêneger e û fêrbûn û fêrkirina wê zerûrî ye û wiha diaxive: “Ji ber ku alfabeya latînî alfabeya fermî ya Komara Tirkiyeyê ye, nifşên nû yên ku di perwerdeya fermî de fêrî alfabeya latînî dibe, bi awayekî siruştî alfabeya kurdî-latînî hêsantir dipejirîne û fêr dibe. Ji ber vê yekê jî hê di salên 60’î de di xebatên pêşîn ên kurdên Bakur de ev alfabe hatiye bikaranîn û bikaranîna wê heta îro jî dewam dike.”

“Alfabeya kurdî-latînî, pêdawîstiyeke serdemî ye”

Serokê Beşa Zimanê Kurdî Adak destnîşan dike ku qadeke din a ku alfabeya kurdî-latînî lê tê bikaranîn Rojava ye. Di nîveka yekem a sedsala XX’em de li vê derê bingeha alfabeya kurdî-latînî ji aliyê Celadet Bedirxan ve hatiye avêtin û bi vê alfabeyê hem kovarên Hawar û Ronahiyê hatin derxistin, hem jî di nav weşanên Hawarê de gelek pirtûk hatin çapkirin: “Ji ber vê jî herçiqas li wî welatî bi awayekî fermî kurd fêrî alfabeya erebî dibûn jî, di nav nivîskar û rewşenbîran de bikaranîna latînî jî wek xeteke tradîsyonel gihîşt heta roja me.”

Abdurrahman Adak dibêje: “Helbet alfabeya kurdî-latînî ne bi Bakur û Rojava tenê ve sînordar e. Bi rehetî dikare bê gotin ku ji kurdên Başûr û Rojhilat jî nivîskar û rewşenbîrekî ku nikaribe alfabeya kurdî-latînî bixwîne tune ye. Ji wê wêdetir di roja me de di çarçoveya globalîzasyona çandî ya cîhanê de êdî alfabeya kurdî-latînî xwe gihandiye tevahiya kurdan. Ev alfabe pêdawîstiyeke serdemî ye û di asta xwendinê tenê de be jî tifaqa hemû kurdan li ser çê bûye.”

“Bikaranîna van her du alfabeyan bûye taybetmendiyeke civaka kurd”

Adak eşkere dike ku alfabeya kurdî-erebî dinêrin dibînin ku ew jî ji ber sedemên curbicur ji bo kurdan jêneger e û parçeyek ji jiyana wan e û hin taybetiyên wê weha derdikevin holê. Adak wan taybetmendiyan wiha rêz dike: “Alfabeya kurdî-erebî di maweyeke dirêj de hatiye bikaranîn û ji ber vê jî bûye malê tarîxa kurdan. Yegane alfabeya ku di serdema modern de bi awayekî fermî wek alfabeya desthilatdariya kurdan hatiye bikaranîn alfabeya kurdî-erebî ye. Alfabeya kurdî-erebî di qadeke berfireh de ji aliyê pareke mezin a kurdan ve tê bikaranîn ku çawa me gotin li Başûr alfabeya fermî ya desthilatdariya Kurdistanê ye.”

“Tercîhkirina yekê li ser a din gelekî dijwar e”

Akademîsyen Adak diyar dike ku îro di nav kurdan de bi awayekî aktîf her du alfabe jî tên bikaranîn û dibêje: “Dikare bê gotin ku ji ber sedemên xaricî yên wek globalîzasyonê alfabeya kurdî-latînî û ji ber sedemên daxilî yên wek realîteya tarîxî û civakî jî alfabeya kurdî-erebî tê bikaranîn. Bikaranîna van her du alfabeyan bûye taybetiyeke civaka kurd. Wisa xuya ye ku tercîhkirina yekê li ser a din jî gelekî zehmet e. Lewra ne sedemên xaricî yên ku bikaranîna alfabeya kurdî-latînî han didin, ne jî yên daxilî ku bikaranîna alfabeya kurdî-erebî han didin nikarin bên piştguhkirin û her du cure sedem jî ji bo civaka kurdan berbieql û jêneger in. Herweha di demeke kurt de yekîtiyeke kurdan a siyasî pêkan naxuye. Lewma jî heta yekîtiyeke siyasî çê nebe, yekîtiya di alfabeyê de jî çê nabe.”

“Wek duzimanî, dualfabeyî jî pêdawîstiyeke civaka kurd e”

Akademîsyen Adak diyar dike ku ji ber vê jî xuya ye ku kurd dê li ser vê rewşê bimînin û ev her du alfabe dê bihevre dom bikin. Lewma jî divê kurd vê rewşê qebûl bikin û xwe adapteyî wê bikin û wiha diaxife: “Çawa ku duzimanî pêdawîstiyeke civaka kurdan e, bi heman şêweyê dualfabeyî jî wisa ye. Ev yek ji şertên kurdan neşet dike, lê belê di heman demê de ji bo kurdan awantajek e jî. Lewra çawa di hemû aliyên jiyanê de piralîtî awantajek e, di alfabeyêde jî wisa ye. Eger her du alfabe bihevre bên bikaranîn, civaka kurdan dê awantajên xaricî jî û daxilî jî bihevre di destê xwe de bihêle.”

Serokê Beşa Kurdî wiha dawî li gotên xwe tîne: “Helbet çawa model û sîstemên duzimaniyê hene, yên dualfabeyiyê jî hene. Li aliyekî Kurdistanê alfabeya kurdî-latînî, li aliyê din jî alfabeya kurdî-erebî dikarin wek alfabeyên fermî jî bên pejirandin. Ev ji bo dualfabeyiyê nabe asteng. Ya girîng ew e ku em dê çawa alfabeya aliyekî fêrî aliyê din bikin. Divê niha em li ser model û rêbazên vê yekê serê xwe biêşînin û vê reşwa kurdan a taybet ji bo wan bigerînin wek awantajekê.”

Ayhan Geverî: Alfabeyên cuda tesîreke mezin li ziman dike

Serokê Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Alparslan a Mûşê Ayhan Geverî li ser mijara bikaranîna alfabeyên cihê di zimanê kurdî de ji BasNûçe’yê re axivî. Geverî radigihîne ku alfabeyên cihê tesîreke mezin li zimanê kurdî dikin ku eger alfabeyek sembola zimanekî be, mantalîteya wî zimanî jî bi xwe tîne û wiha pê de diçe: “Eger em mînak bidin, nivîsîna bi alfabeya latînî tesîreke cudatir dide ji alfabeya erebî. Lewre sembol û diyardeyên alfabeyan hem ragihandinê hem jî têkiliya çav û metnê dîyar dike. Alfabe çarçoveya zimanekî nîşan dide û ziman nikare xwe zû bi zû ji çarçoveya alfabeyê derbixîne. Ji ber wê jî alfabe bi taybetmendiyên zimanekî ve jî têkildar e ku gelek ji wan taybetmendiyan alfabe pêk tîne.”

“Sînorên têgihiştinê li ser alfabeyê ava dibe”

Geverî diyar dike ku meseleya kurdî û alfabeyên wê, ji bo ragihandinê û têkiliyên rojane cudabûna alfabeyan helbet wekî astengiyekê diyar dibe. Lewre sînorên têgeheştinê di nav zimanekî de beriya her tiştî li ser alfabeyê der dibe.”

Geverî eşkere dike ku têkilîyên di nava miletekê de ne tenê girêdayî alfabeyan in û ji alfabeyan zêdetir hêza medya û çapemeniyê jî tesîreke gelek mezin li ser têgeheştin û ragihandinê dike ku meseleya alfabeyan jî bi temamî bi van xalan ve girêdayî ye.

Ayhan Geverî destnîşan dike ku li seranserê cîhanê ji bo kurdî yek alfabe hebe dê ji bo ragihandinê tesîreke erênî bike. Lê hingî jî dê muşkileyên nû derbikevin û wiha diaxive: “Lewre guherîn yan jî qebûlkirina yek alfabeyê ne tenê biryareke siyasî û akademîk e, herwisa girêdayê kodên tarîxî ye jî. Ji ber wê jî ji bo axaftina li ser wê meseleyê divê beriya her tiştî zemîneke siyasî yê musaid hebe da ku ev mijar bêne çareserkirin û axiftan.”

Serokê Beşa Zimanê Kurdî Geverî di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê dike ku standardîzekirina zaraveyên kurdî girêdayî atmosfereke siyasî û hevbeşî ye. Tu kes bi serê xwe nikare biryareke wiha bigire û wiha dibêje: “Ji bo wê divê konsensuseke berfireh pêk bê û wisa bigihijin encamekê. Lewre standardîzekirina zimanekî hem hêzeke siyasî divê hem jî ji pedagojiyê heta zimanzaniyê divê ji gelek aliyan ve bê nirxandin.”

“Latînî dê di pêşerojê de bibe alfabeya sereke”

Geverî radighîne ku alfabeyeke hevbeş ji bo perwerde û ragihandinê rêyeke baş e û erênî ye. Lê dibe ku miletek bi gelek alfabeyan binivîse û bixwîne. Geverî diyar dike ku cudabûna alfabeyan rasterast ne asteng e, ya ku asteng nebûna sazîyên perwerdeyê û têkiliyên qut ên li ser medyayê ne.”

Ayhan Geverî dibêje ku li gora wî ji bo fonetîkê alfabeya erebî helbet guncawtir e. Lê alfabe ne tenê ji fonetîkê pêk tên û radigihîne ku meseleya alfabeyan, bi metnên heyî yên bi sedan salan hatîne nivîsîn ve girêdayî ye jî.”Geverî di dawiya gotên xwe de eşkere dike ku kurd ji xwe hêdî hêdî derbas dibin lê alfabeyên din jî nahêlin: “Pêvajoya derbasbûna alfabeyake din hem dem divê hem jî atmosfera hêzeka siyasî. Latînî dê di pêşerojê de bibe alfabeya sereke. Lê belê gelek xalên girîng hene ku divê mirov wan li ber çav bigire.”

Jêder: Basnûçe

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …