Kurdî û pîvanên diyarkirina rewşa zimanekî

 

 

Me îsal jî Cejna Zimanê Kurdî li pey xwe hişt. Îsal çalakiyên der barê ziman de di bin siya hilbijartinê de man. Me hêvî dikir ku ji ber hilbijartinê xwedîderketina li zimanê kurdî zêdetir bibe, beşdariya çalakiyan hê bi girseyî pêk were lê mixabin bi vî rengî neçû sêrî. Ez bi xwe li du cihan beşdarî van çalakiyan bûm; li Wanê û li Nisêbînê. Li Wanê beşdarên meşa ziman nedigihîşt 200 kesî, heçî panela der barê ziman de bû, beşdarên wê 15-20 kes bûn. Bi kurtasî em xwe bi xwe bûn; çend rêveberên Egîtîm-Senê û Kurdî-Derê. Rewşa çalakiya zimên a li Nisêbînê jî pir ne baştir bû. Salon ji nîvî zêdetir vala bû. Ji siyasetmedaran bi tenê rêveberên DBP û Hevşaredara Nisêbînê birêz Sara Kaya di panelê de amade bûn. Ev yek dilsoz û dilsojên zimanê kurdî xemgîn dike. Şewq û daxwaza xebatê bi wan re nahêle. Xuya ye ku rewşa me zêde nebaş e. Êdî divê em kê sûcdar bikin, ez bi xwe nikarim tiştekî bibêjim. Em her tim qala xetereya li ser zimanê xwe dikin, gelo bi rastî rewşa zimanê me çi ye? Ji bo pîvandina rewşê hinek pîvan hene. Em wan pîvanan pêşkêş bikin da ku her kes li gorî çavdêriya xwe karibe encamekê bi dest bixe:

Asta xetereya li ser zimanekî Ravekirin Zimanên xurt

Zimanên ku hemû nifş di warên cur bi cur ên jiyanê de bi kar tînin. Zimanên qels û lawaz Zimanên ku bi tenê kesên kal û pîr bi wan dipeyivin, ji hêla nifşên nû ve bi temamî nayên bikaranîn. Zimanên li ber mirinê. Ew zimanên ku bi tenê hejmareke kêm (zarok ne tê de) bi wan dipeyivin û êdî zarok wekî zimanê dayikê bi wan zimanan napeyivin. Zimanên mirî Zimanên ku êdî kes bi wan napeyive anku kesî ku bi wan bipeyive nemaye. David Crystal, di pirtûka xwe ya bi navê “Language Death (Mirina Zimanan) de heşt gavên ku dikarin ji bo pêşketina bibin alîkar rêz kirine. Wî gotiye rêbaza ku mirov dikarin zimanê xwe ji mirinê rizgar bikin heke:

1 – Rûmeta zimanê xwe di nav civaka serdest de berz û bilind bikin. 2 – Ji aliyê aborî ve xwe dewlemend bikin.

3 – Li hemberî civaka serdest hêza xwe ya qanûnî zêdetir bikin.

4 – Bibin xwediyê pergaleke xurt a perwerdeyê.

5 – Karibin bi zimanê xwe binivîsin.

6 – Karibin zimanê xwe di warê elektronîk û teknolojiyê de bi kar bînin. Piştî ku zimanek mir îcar mirov çawa dikare zindî bike. Di vî warî de jî Joshua Fishman heşt qonax diyar kirine:

1 – Ji hêla kesên navsere ve hînbûna ziman û wekî mamosteyên zimsn karkirina wan.

2 – Pêkanîna derdoreke hevgirtî û qadên bikaranîna ziman. Di van qadan de divê ji zimanê nivîskî zêdetir zimanê axaftinê were bikaranîn.

3- Li cihên ku lê hejmareke berkeftî ya axêveran pêk hat, bi riya avakirina saziyên herêmî, handana bikaranîna zimên bi awayekî nefermî di nav hemû kom û malbatan de.

4 – Li cihên ku axêver di warê axaftina nefermî û devkî de bi ser ketin, îcar handana bikaranîna zimanê nivîskî lê bêyî alîkarî û piştevaniya pergala perwerdehiyê ya dewletê.

5 – Li cihên ku dewlet destûrê dide, îcar handana bikaranîna zimên di warê perwerdehiya mecbûrî ya dewletê de.

6 – Piştî ku ev gavên pêşîn bi ser ketin, îcar hewldana bikaranîna zimên di kargehan de.

7 – Piştî bi serkeftina hewldana li jor îcar handana bikaranîn zimên di kar û barên rêveberiya herêmî û ragihandinê de.

8 – Li pey serkeftina vê gava navborî, îcar jî hewldana bikaranîna zimên di kar û barên fermî û perwerdehiya bilind de. Li gorî van nirxandin û pîvanan em dikarin rewşa xwe jî xurtî û lawaziyên xwe jî bi awayekî zelal bibînin.

 

SamÎ TAN

Azadiya Welat – 21.05.2015

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Frîzland dixwaze zimanê xwe biparêze

Herêma Frîzland (Fryslân) a li Holandayê bi rêûrêbazên zanistî dixwaze zimanê dayikê biparêze. Lêkolînerên sazîyên …