Kurdên Tirkiyeyê hêviya azadiya ziman dikin

Ji bo kêmara kurdên Tirkiyeyê, naskirina fermî ya zimanê wan mijareke kilît e. Dema ku hikumet di vê riyê de hin gavan daveje, gelek kes îdîa dikin ku reform bi tenê sembolîk in.

Bi silava “Roj baş” a bi kurdî dersa kurdî ya li komeleya Kurdî-Derê ya li Diyarbekir ku bajarekî xwedî nifûseke mezin a kurd e, dest pê dike. Beşdarên rûniştî, hemû kurdên ku temenê wan di navbera 24 û 30’yî de ne. Yek ji wan Derya Can’e ku xwendekareke tibê ye û li nexweşxaneyeke lokal stajê dike.

Dema Can zarok bû, li Tirkiyeyê axaftina kurdî ya gel hatibû qedexekirin. Ji ber vê, ew nikaribû zimanê pêşiyên xwe baş hîn bibe û ew bi zimanê tirkî mezin bû.

Cûdaxwaziya destûra bingehîn

Ji bilî ziman, bikaranîna navên kurdî yên ku tîpên Q, W û X tê de ne ku di alfabeya tirkî de tune ne, qedexeye. Bi tenê çend hefte berê hikumeta tirk dest bi reformên dixwest van qanûnan qedexe bike, kir.

Bi awayekî fermî, “Dersên zimanê dayikê yên kurdî” yên li Kurdî-Derê nikare wekî “dersên ziman” bên binavkirin, ji ber ku wezareta perwerdeyê ji bilî tirkî li Tirkiyeyê zimanekî din ê dayikê nasnake. Ev, di xala 42’emîn a Destûra Bingehîn a tirk de bi “Ji bilî tirkî zimanekî din ê dayikê di saziyên hîndekarî û perwerdeyê de nikare bi welatiyên tirk bên fêrkirin” hatiye diyarkirin.

Reformên dawî, heta niha ji bo guherandina van qanûnan kêm tişt kiriye. Digel ku dibistanên taybet niha dikarin bi kurdî dersê bidin, reform ji aliyê rêvebirên kurd bi awayekî giran tê rexnekirin. Ew dibêjin ku piraniya kurdan ne xwedî derfetên xwendina di dibistanên taybet de ne.

Bi armanca bi xala 42’emîn re li hev bike, dersên li Kurdî-Derê ne wekî “ders” lê wekî “atolye” tên pêşkêşkirin. Endamê rêvebiriya Kurdî-Derê Serhed Boz dibêje ku beşdariya dersan li Kurdî-Derê bala polîs dikişîne û heta daxuyaniyên çapemeniyê yên herî masûm ên ji bo naskirina kurdî wekî zimanê dayikê dibe sebeb ku ew ji aliyê qanûna antî-terorê bên darizandin.

Mafê Sembolîk

Ev hemû tişt, digel gavên destpêkê yên hikumeta tirk a di çarçoveya “hewldanên demokratîkbûnê” de ya ji bo naskirina zimanê kurdî ya çar sal berê, pêk tên. Di vê demê de qenala yekemîn a televîzyonê TRT-6 hat damezrandin. Di heman demê de kurdî wekî dersa hilbijarî di dibistanan de hat pêşkêşkirin. Lê TRT-6 ji aliyê destûra bingehîn nehatiye parastin. Ev jî tê vê wateyê ku hikumeta tirk kengî bixwaze dikare wê bigire. Di dibistanan de kurdî ligel îngîlîzî û almanî bi tenê wekî dersa biyanî tê pêşkêşkirin.

Girîngiya çandî ya ziman

Dema li pêşeroja pêvajoya lihevhatinê dinêrin, kurdên Tirkiyeyê ji hikumetê çar guherînên bingehîn daxwaz dikin: Divê nasnameya kurd bi awayekî fermî bê naskirin; divê kurdî di dibistanan de wekî zimanê dayikê bê fêrkirin; divê girtiyên siyasî serbest bên berdan û divê mafên kêmaran di asta destûra bingehîn de bên naskirin.

Ji bo Derya Can sebeba fêrbûna kurdî sînorên wê yên pîşeyî derbas dike. Dema ew zarok bûye, dê û bavê wê bi wê re kurdî axivî ne lê dema ew dest bi dibistanê kiriye ew mecbûr maye ku tirkî hîn bibe û gav bi gav dest ji bikaranîna zimanê xwe berdaye.

“Ez nikarim bi dapîr û û bapîrê xwe re biaxivim” dibêje Can. “Li min zext hat kirin ku ez zimanê xwe ji bîr bikim.” Ew dibêje ku ziman ji bo mirovekî yek ji girêdana herî girîng a bi paşeroja xwe re ye: “Ew alîkariya te dike ku tu fam bikî ku tu derê hatiyî.

Çavkanî: Deutsche Welle (DW)

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …