Kurd û Kurdistan di Serdemên Dîrokê de

 

 

 

 

Ji nivîskar û helbestvanê Kurd Dîlawer Zengî pirtûka nû ya bi navê ”Kurd û Kurdistan di serdemên dîrokê de” bi zimanê Erebî derket.

Pirtûka Kurd û Kurdistan di serdemên dîrokê de bi çapa yekem ya sala 2015an ku li Qamişlo derket, têkildarî dîroka Kurdan li gor nêrînên zaniest û dîroknasan dibe, ku tê gotin ev navê Kurd 2000 sal berî zayînê derketiye holê, di wê serdema ku gelên derdorê û dîroknasên berê Kurd li gor navên herêmên ku lê dijiyan û zanebûnên xwe û zimanên cuda Kurd bi nav dikirin.

Di belgeyên dîrokî de yên ji despêka şaristaniya Mezoptamyayê bi navên wekî Kardox, Kardo, Kasît û Gûtî û gelek navên din behsa Kurdan tê kirin.

Ev gel, Kurd, her ji destpêka dîroka naskirî ve li herêma dikeve navbera deryaya Wanê û çemê Dîcleyê û çiyayên Zagrosê jiyaye. Her wiha peyva Kurd jî tê wateya Mêrxasî û lehengiyê.

Di va pirtûkê de bi 4 beşên wê têkiliyên Kurdan bi gelên derdorê re nîqaş dike û dewletên Kurdî di serdema Îslamê de, û rewşa Kurdan di Şerê Cîhanê yê Yekem de û peymanên navdewletî, raperîn û şoreşên Kurdan.

Dîlawer Zengî bi şêweyekî dilkêş û li gor kronolojiya dîrokî va pirsê di nava xelekên pirtûkê de berz dike: ”Ji bo çi Kurd nebûn xwedî welat?” Û têkiliyên Kurdan bi Ermeniyan û qonaxên guherîna doza Kurd di sedsala 21`an de û avakirina Komara Mehabad û Şoreşa Barzan û koçberiya Kurd, ku Kurd bûn yekem qurbaniyên komkujiyan di dîrokê de.

Jêder: Pukmedia

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …