“Kosowa ne dewleteke û nikare bibe dewletek”

 Di 8’emîn salvegera serxwebûna Kosowayê de Wezîrê Karên Kedê, Civakê û Gaziyên Şer ê Sirbîstanê Alexander Vulin got ku “Kosowa ne dewleteke û li wir ne ji bo sirban û ne jî ji bo albaniyan hiqûq û edalet tuneye”.

Vulin da xuyakirin ku dewlet li ser bingehên hiqûq û edaletê tên damezrandin û “mirovên li welatekî dijîn bi tenê dikarin dewletekê ava bikin”.
Wezîrê sirb di derbarê mijarê de wiha axivî: “Problem ev e ku hêzên mezin qebûlkirina şaşiya xwe û naskirina ku Kosowa ne dewleteke û nikare bibe dewletekê, dijwar dibînin.  Ji bo wan lixwemukurhatina ku ew hebûneke ku li ser bingehên zorê, şidetê û tunekirina rêxistinên sirban hatiye damezrandin, dijwar e”.
Vulin got ku wê hikumeta sirb ti carê Kosowa wekî dewleteke serbixwe qebûl neke û diyar kir ku “heta ku hemû kesên hatine qewirandin venegerin, li Kosowa û Metodijayê edalet pêk nayê”. Vulin pê de çû û got ku li Kosowayê sûcên şer nehatine darizandin, bersiva 44,000 serîlêdanên şêniyên sirb ên ji bo milkên wan ên li Kosowayê nehatiye dayîn û 250,000 sirbên Kosowayê ku ji herêmê koç kirine heta niha venegeriyane.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …