Korsîka doza xweseriya xwe dike

Mijara xweseriya Korsîkayê carek din di navbera rêvebiriya Fransa û Korsîkayê de bû sebeba dubendiyê. Serokwezîrê Fransayê Emmanuel Macron di serdana xwe ya Korsîkayê de da xuyakirin ku ew ji bo Korsîkayê xweseriyeke ku tê de mafê qanûnçêkirinê tuneye pêşniyaz dike. Herwiha Macron da zanîn ku di çarçoveya pêşniyaza wî de zimanê korsîkî ligel fransî nabe zimanê fermî yê giravê.

Macron diyar dike ku ew alîgirê xweseriya Korsîkayê ye lê divê ev xwserî li ser bingeha xala 72’emîn a Makeqanûna Fransayê pêk were. Ev xal bi tenê di derbarê erdên li derveyê Ewrûpayê de ku di destê Fransayê de ne û bi taybetî qala xweseriyê nake.

Rêvebiriya xweserîxwaz a Korsîkayê pêşniyaza Macron têr nabîne û dixwaze herêmeke xweser a xwedî mafên qanûnçêkirinê ya di derbarê hemû qadên navxweyî yê giravê de bê damezrandin. Ji bilî vê, rêvebiriya herêmî dixwaze zimanê korsîkî ligel fransî li giravê bibe zimanê fermî û di hemû qadan de bê bikaranîn.

Korsîka

Partiyên xweserîxwaz û serxwebûnxwaz ên Korsîkayê bi manîfestoyeke xweseriyeke xurt beşdarê hilbijartinên herêmî yên 2017’an de bûbûn û di meclîsa Korsîkayê de piraniya kursiyan bi dest xistibûn. Daxwaza tifaqa ji bo xweseriyê du meh paşê ji aliyê serokwezîr Macron ve hatibû redkirin.  

Partî, sendîka û komeleyên civaka sivîl ên li giravê piştî helwesta hikumeta navendî bang li gel dikin ku di bin navê Isula Morta (Girava Mirî) de dest bi çalakiyan bikin.

Macron di çarçoveya serdana xwe ya giravê de, bang li hemû şaredaran kiribû ku beşdarê civîna ku ew ê di 4’ê Nîsanê de li dar bixe bibin. Ji 360 şaredaran 160 şaredar beşdarê vê civînê bûbûn.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aland: Otonomîya ewil a Ewrûpayê

Amadekar: Necat Ayaz Li ser daxwaza Swêdê, Yekitiya Neteweyan di 1920an de nakokiya di navbera …