Korsîka doza mafên tenduristiyê dike

Korsîka giraveke li rojavayê Derya Spî ya bi ser Fransayê ve ye.

Welatiyên li giravê ji bo otonomiyeke berfireh, demeke dirêj e li dijî Fransayê têkoşînê dimeşînin.

Siyaseta neteweparêz a Korsîkayê, bi manîfestoyeke xweseriyeke xurt beşdarê hilbijartinên herêmî yên 2017’an de bûbûn û di meclîsa Korsîkayê de piraniya kursiyan bi dest xistibûn.

Serokê Konseya Korsîkayê Gilles Simeoni

Hukumeta nû ya giravê, herêmeke xweser a xwedî mafên qanûnçêkirinê ya di derbarê hemû qadên navxweyî de daxwaz dikin.

Ji bilî vê, rêvebiriya herêmî dixwaze zimanê korsîkî ligel fransî li giravê bibe zimanê fermî û di hemû qadan de bê bikaranîn.

Lêbelê daxwaza tifaqa ji bo xweseriyê ji aliyê serokwezîr Macron ve hatibû redkirin

Hukumeta herêmî îcar jî ji giranbûna krîza koronayê ya li Fransayê aciziya xwe îfade dike û dixwaze biryarên di derbarê têkoşîna li dijî koronayê bi tena serê xwe bigire.

Serokê konseya herêmî Gilles Sîmeonî li ser mijarê daxuyaniyek da û got, ew dixwazin ji bo têkoşîna bi koronayê re “desteyeke serbixwe ya zanistî” ava bike.

Serokê Meclîsa Korsîkayê Jan-Guy Talamonî jî diyar kir, ew baweriya xwe bi polîtîkayên Parîsê ya di vê mijarê de naynin û “divê rêka Korsîkayê ya ji bo têkoşînê cuda be.”

Gelek şaredar û siyasetvanên li giravê di vê mijarê de tevlî van her du lîderan dibin û didin zanîn, divê Parîs di warê tendurustiyê de erkên berfirehtir bide rêvebiriya Korsîkayê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …