Koperatîfa Alencop: Li Barselonayê aboriya piştgiriyê

Barselona bi tevgerên ekolojîk, femînîst û aboriya piştgiriyê weke laboratûwareke mezin a ceribandinên îdeolojiya azadîxwaz e.

Koperatîfeke aboriyê ya li Katalonyayê hatiye damezrandin, bi piştgiriya şaredariyê ev 5 sal in hebûna xwe didomîne.

Koperatîfa Alenkop a li Barselonayê, di 2015’an de ji aliyê komeke dilxwazên aboriya piştgiriyê ve hat avakirin.

koperatîfa alencopê y ali barselonayê

Avakarên Alenkopê hem dixwestin bermahiyên elektronîk ên kîmyewî berhev bikin û hem jî ji bo hin penaberan bibin navnîşaneke kar.

Ev projeya afirîner, bala şaredara Barselonayê Ada Kolaû jî kişand û bi însîyatîfa Kolaû, Meclîsa Şaredariyê bi vê koperatîfê re peymaneke hevkariyê îmze kir.

Xebatkarên koperatîfê, her roj bi bisîkletan li kolanên Barselonayê digerin û ji pîlan bigire, heta televîzyon, mekîneyên kincşûştinê, kompîtur û telefonên destan ên kevn, gelek bermahiyên elektronîk û mekanîk berhev dikin.

Ev xizmeta watedar a ekolojîk, bi tarîfekeye pereyan a kêm ku ji bo her alavî hatiye diyarkirin, tê pêkanîn.

Mixabin penaberên di Alenkopê de dixebitin ji ber tedbîrên li dijî koronayê niha nikarin karê xwe bimeşînin.

30 xebatkarên vê koperatîfê, ji Meclîsa Şaredariyê daxwaz dikin, ji nû ve peymaneke din a hevkariyê bi wan re bê morkirin, da ku karibin di vê dema aloz de debara xwe bikin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …