Konsolosê îranî û înkara wî ya nasnameya kurd

 

 

Konsolosxaneya Îranê di warê perspektîfa Îranê ya di derbarê têkiliyên wê yên bi Herêma Kurdistanê ya Iraqê de daxuyaniyekê weşand. Vê daxuyaniyê ku li bajarê kurd Silêmanî hat eşkerekirin, ji şaşnaskirin, xerakirin û biçûkxistina îmaja kurdan pêk tê.

Daxuyanî bi xerabnîşandayina komara kurd a ewilî ya li Rojhilatê Kurdistanê ya di 1946’an de hatibû damezrandin û salekê dom kiribû dest pê dike û wê wekî “dewleta Mahabad a komunîst ku bi tenê çend roj dom kir” bi nav dike. Herwiha daxuyanî destnîşan dike ku partiyên siyasî yên kurd  livê komarê ketine navê karê “avakirina netewe, çand, zîman û dîrokê.”

Daxuyanî bi gotina “Zaravaya kurdî ne zimanekî xweser e lê girêdayî zimanên îranî ye û ji erebî, tirkî û farisî pêk hatiye” dom dike. Di vê daxuyaniyê de kurd wekî “kêmarekî” li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê dijîn tên dîtin û Îran wekî qaşo welatê wan ê mezin tê nîşandayîn.

Konsolosê îranî yê li herêma Kurdistanê dibêje ku zimanê kurdî ne zimanekî xwerû ye lê zaravayeke zimanên îranî ye. Ji bo pêşkêşkirina dîtinên xwe ez dixwazim di navbera zimanê kurdî û norwêcî de miqayeseyekê bikim. Bifikirin ku di dema zanîngeh, qada civakî, TV, radyo û rojname hemû bi norwêcî weşanê û ragihandinê dikin de sefîrê swêdî yê li Osloyê dibêje norwêcî ne zimanekî ye lê zaravayeke zimanên swêdî û almanî ye. Bi rastî swêdî û norwêcî ji kurdî û farisî bêtir dişibin hev. Yekî norwêcî yekî swêdî û yekî swêdî yekî norwêcî kêm zêde fam dike. Ev yek nahêle ku mirov bêje her du ziman jî ne xweser in.

Vê sekna polîtîk bi awayekî eşkere nîşan dide ku çawa dewleta Îranê dixebite; ew hewl dide ku kurdan biçûk bike da ku ew nekaribin (wekî tirkan, ereban û farsan) doza netewbûnê bikin û endambûna kurdan a ji bo koma jêr-netewe yê bidome.

Eger ez argûmanên Konsolosê Iranê li ber çavan raxim dikarim bêjim Kurd wekî “pîcên ziman” tên nîşandayîn. Vê nêzîkbûna îranî ji bilî rêznegirtina ji bo nasnameya kurd pê ve tiştekî din nîne. Têgeha rêzdarî û maf bi awayekî zelal bi hev girêdayî ne. Wekî ku fîlozofê alman Axel Honneth dibêje, bi riya maf wekî amûr, rêzdarî dikare bê îfadekirin. Bi peyveke din, naskirina hiqûqî ya zimanê kurdî wekî zimanekî xweser ê li Îranê, îfadeyeke rêzdariyê ya ji bo kurdan wekî neteweyeke wekhev a di nava Irana pir-netew de ye.

Mixabin, şexs û komên ku ji aliyê çandî û siyasî ve şaş hatine naskirin û li Îranê ji ber çavan dûr ketine, dema dixwazin xwe wekî hêmaneke meşrû yê civaka Îranê nîşan bidin rastî berxwedana koma serdest tên. Darvekirina aktîvîstên kurd di dema ku kurd doza hemû mafên xwe dikin de ji bo Îranê bûye qadeke pisporiyê. Îran bûye girtîgeheke mezin a ji bo nasnameya neteweyî ya kurd.

Dema kurd li Îranê banga mafên wekî perwerdeya bi kurdî dikin, tê îhtirazkirin ku zimanê kurdî ne xwedî yekitiyekê ye û ji gelek zaravayên cihê pêk tê. Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanên derveyê farisî, wekî qelskirina ahenga civakî û yekitiya axê ya Îranê tê hesibandin. Hin endamên Akademiya Ziman û Wêjeya Farisî vê yekê destnîşan dikin.

Pir bi lez pedivî heye ku mîta di derbarê bêalîbûna ziman a di civakên piretnîkî de û unîversalbûna zimanê farisî li Îranê bê hilweşandin. Ziman hêza nerm a kolonyalîzmê û amûreke bingehîn a bi awayekî çandî têkbirina “Kesê din e”. Ziman wekî amûra asîmîlasyonê, dijminê bi were samîmiye ku hişê we dagir dike û riyên xwedanasîna we xera dike.

————–

Vê nivîsê ku ji aliyê Barzoo Eliassi ve hatiye nivîsandin, di 15.05.2014’an de di Yourmiddleeast.com de hatiye weşandin. Nivîs ji îngilizî hatiye wergerandin û kurtkirin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …