Konseya Ewropayê meseleya katalan nîqaş dike

 

 

Konseya Ewropayê qebûl kir ku li ser pêşniyazbiryareke di warê mafê diyarkirina qederê ya Katalanyoyê de nîqaş bike. Pêşniyazbiryar ji aliyê cîgirê serokê konseyê yê danîmarkî Jacob Lund û 30 endamên konseyê ve hat pêşniyazkirin. Çend endamên partiyên din ên siyasî yên ewropî ku di rêxistinên nav-hikumetî de tên temsîlkirin wê destekê didin vê nîqaşê.

Di pêşniyazbiryarê de ji bo mafê diyarkirina qederê ya Katalonyayê destek tê dayîn û tê destnîşankirin ku divê vê meseleyê di asta Ewropayê de bê nîqaşkirin. Di belgeya navborî de li ser van nuqteyan tê sekinandin:

  1. Meclîsa Parlamenter divê meseleya diyarkirina qederê ya Katalonyayê û herêmên din ên Ewropayê ku tê de astengiyên li dijî bikaranîna nifûsê ya mafên wan ên diyarkirina qederê jî heye, vekolîne.
  1. Di heman demê de divê nîqaşa serxwebûnê bi diyalogeke aştîxwaz û demokratîk a di navbera herêm û hikumetên dewletan de pêk were.
  1. Wekî ku heta niha li welatên Endam ên Konseya Ewropayê, Brîtanya, Danîmarka, Swêd û Norwêcê pêk hatiye, divê diyaloga aştîxwaz û demokratîk pêk were û bersivên din ên guncaw ji bo rewşên wiha bê dayîn.
  1. Ewropa divê li seranserê parzemînê ne yên xerab lê pratîkên baş tetbîq bike.

Jêder: Vilaweb

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …