Kongreya Nivîskarên Kurd bi dawî bû

 

 

 

 

2’emîn Kongreya Nivîskarên Kurd bi hilbijartina rêveberiya nû bidawî bû. Di rêveberiya nû de ji jinên nivîskar Hatice Altindemir û Sultan Mercen cîh girtin.

Komeleya Niviskarên Kurd 2’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn a navça Peyasa Amede pêk anî. Kongre bi rêz girtinê dest pê kir û di kongreyê de rêveberên Komaleya Niviskarên Kurd, endamên komeleyê û Hevserokên Komaleyê jî di navê de 110 kes amade bûn. Di kongreyê de raporên xebatan hatin xwendin û erê kirin. Di kongrê de peyamên niviskarên kurd ên penaber Aziz Mamoyan, Eskere Boyek, Incil Rozerin, Kadir Çelîk, Mirza Roni Weşanên Amedê û Muslum Aslan hatin xwendin.

Hevserokê Komalêyê Mehmet Yilmaz diyar kir ku ew weki niviskarên kurd diwazin zimanê kurdî pêşbixin û dewlemend bikin.

Di kongreyê de ji bo desteyê xala herî girîng ji bo endamên berê nivîskar Orhan Mîroglû û Ahmet Înan biryara ji ber li gorî pîvan û rêziknameya komeleyê tev negeriya ne ji komeleyê bên îxrac kirin hat girtin.

Piştî axaftinan rêveberiya nû ya komalêye hat hilbijartin. Di rêveberiya nû de 7 rêveber û 7 cîgir hatin hilbijartin. Di hilbijartina kongreyê de, ji bo rêveberîya nû Netice Altindemir, Mehmet Çakmak, Edip Polat, Omer Demir, Sultan Mercen, Faysal Ozdemîr û Hasip Yanliç hatin hilbijartin. Kongre bi hilbijartin û diyarkirina rêveberiya nû bi dawî bû.

Jêder: Jinha

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …