konferansa ceribandinên welatan 2013

Konferansa “Tecrûbeyên welatan û pêvajoyên çareseriyê” bi dawî bû

Konferansa ku ji aliyê Yekitiya Şaredariyên Başûrêrojhilata Anatoliyê (GABB) ya bi navê “Di Avakirina Aştiyê de Hevdîtina Rêvebiriyên Xwecîhî” di 21-22 Îlonê de li Amedê hat li dar xistin, bi dawî bû.

Axaftina yekemîn  a konferansê ji aliyê Cîgirê Şaredariya Batmanê Serhat Temel ve hat kirin. Temel di axaftina xwe de li ser pêdiviya modeleke nû ya lokal sekinî û wiha got: “Divê netew-dewleta xwedî desthilateke tund a navendî bê hilweşandin û di dewsa wê de modeleke xwedî rêgezên demokratîk bê avakirin. Temel got ku divê armanc avakirina aboriyeke beşdar û modeleke alternatîf a rêveberiyên herêmî be.

Ibanez: Me tevgerek ji jêr ber bi jor ve bi rêxistin kir

Parlamenterê Parlamentoya Katalonyayê Joaquim Arrufat Ibanez, di axaftina xwe de li ser xebata ji bo serxwebûna Katalonyayê meşandin sekinî û wiha axivî:  “Me tevgerek ji jêr ber bi jor ve birêxistin kir. Ji kîjan partiyên bû xema me nebû. Me ji siyasetmedarên herêmî re digot ‘tu ligel me yî an ligel dewletê yî’. Gelek partî li ser vê yekê manîfesto weşandin. Em çûn saziyên rêveberiyên herêmî û me heman pirs ji wan jî kir. Hêdî hêdî şaredarî rewşa xwe guhertin. Û ji vê rêxistineke nû ava bû: Ji bo azadiyê komeleyên şaredariyan.”

Ibanez destnîşan kir ku Destûra Bingehîn a Spanyayê zêde guh nade daxwaza gel û wiha got: “Em çûn Parlamentoya Spanyayê. Me heman pirs ji wan jî kirin û me bêminetiyeke mezin ji wan xwest. Şaredariyan ji bo civaka sivîl xebatên piştgiriyê bi rê ve birin. Nîqaş bi encameke neyînî bi dawî bûn. Mirov êdî beşdarî van saziyan bûn. Mirovan êdî xwe bi xwe xwe bi rêxistin kirin. Ev bû şoreşa rêveberiyên herêmî. Gel zor da ser şaredariyan, wan jî xwe guhert.”

 Paul Maskey: Divê partiya muzakereyê bê avakirin

Parlamenterê Sinn Feinê ya Belfasta Bakur Paul Maskey bal kişand ser pêdiviyên pêvajoya aştiyê û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de partiya muzekereyan divê bê avakirin.” Maskey têkoşîna muzakereyê şibande şerê eniyê û wiha dom kir: “Ji ber vê jî divê tim têkoşîn bê dayîn. Pêvajoya aştiyê bi carekê de bi ser nakeve, divê gelek caran bê ceribandin. Lê divê dev ji vê pêvajoyê neyê berdan.”

Maskey, li ser hin taybetiyên pêvajoya aştiyê jî sekinî wiha axivî: “Divê di pêvajoyên aştiyê de dînamîkên civakê yên weke sendîka, komele, însiyatîfên sivîl û saziyên civaka sivîl cî bigirin; divê pêvajoyê ji bo raya giştî ya neteweyî û navneteweyî bê eşkerekirin û tiştên çêdibe di raya giştî de bête ragihandin û amûrên çapemeniyê ji bo vê yekê bêne amadekirin.”

 Nora Galpasoro Larraza: Aştî ji nû ve danîna civakê ye

Endama Meclisa Şaredariya San Sabastian a Welatê Baskê Nora Galpasoro Larraza jî di axaftina xwe de dest nîşan kir ku şer bi îmzekirina peymaneke di navbera her du aliyan de bi dawî nabe û axaftina xwe wiha dom kir: “A girîng meşandina peymanê ye, pakirina civakê ya ji şîdetê û ji nû ve danîna civakê ye. Li vê derê barekî giran dikeve ser milê rêveberiyên herêmî. Di pêkanîna aştiyê de divê rêveberiyên herêmî bi awayekî aktîf cî bigirin.”

Larraza, bal kişand ku divê di avakirina aştiyê de berpirsiyariyên civakî û siyasî derkevin pêş û wiha got: “Di pêvajoya aştiyê de bi armanca ku civak serpêhatiyên xwe yên paşerojê bêje divê bi paşeroja xwe re rûbirû be û ji bo kesên di şer de xisarê dîtine jî divê destê alîkariyê bê dirêjkirin.”

Mansur Hassan Jaffer: Li Afrîkaya Başûr bi berdana girtiyan pêvajo dest pê kir

Ji Afrîkaya Başûr Şêwirmendê Ragihandinê Mansur Hassan Jaffer di konferansê de got ku pêvajo li Afrîkaya Başûr di sala 1948’an de dest pê kiriye û da zanîn ku di sala 1990’î de bi azadkirina Mandela yekemîn komîteya aştiyê hatiye damezrandin. Jaffer axaftina xwe wiha dom kir: “Pêvajo bi berdana girtiyên siyasî dest pê kir. Gelek zehmetî hatin kişandin lê eger ew zehmetî tunebûna em nedigihîştin van rojên xweş.”

 Şêwirmend Jaffer, dîyar kir ku pêvajoyên muzakereyê bandora xwe li ser her çîna civakî nîşan didin û wiha dom kir: “Di pêvajoya veguherînê de civaka sivîl roleke mezin girte ser xwe. Li dijî rejîma nijadperest a Apartheit kom hatin cem hev û li dijî çapemenî û sansûrê xebateke hevbeş hate kirin. Saziya ku dengên hevpar ragihîne hate damezrandin.”

Jaffer bal kişand ser girîngiya çapemeniyeke azad û wiha got, “Divê pêşiya azadiya çapemeniyê bê vekirin. Bi taybetî bandora radyoyê pir zêde ye. Lî Afrîkaya Başûr 600 kanalên radyoyê hatin damezrandin.”

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …