Konferansa jinên Êzîdî li NY’yê

 

 

Li Neteweyên Yekbûyî bi serenava, “Azadiya jinên Şengalê, azadiya mirovatiyê ye” konferansek hat lidarxistin.

Konferans di 19’yê Hezîranê li şaxa NY’yê ya li Cenevê bi sponsoriya Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ), Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, Tevgera Jinên Kurd a Ewropa, Meclîsa Jinên Êzdî Bêrîvan û saziya jinan Femmes Solidaire ve hat lidarxistin.

Nûnera Meclîsa Jinên Êzidî Leyla Boran a moderatoriya konferansê kir, di axaftina xwe de qala dîroka qirkirina jinan kir. Boran diyar kir ku qirkirina jinan sûcekî mirovatiyê ye.

Leyla Boran diyar kir ku qirkirin li ser bingehê cinsî tê kirin û got: “Ez wek keçeke Kurd a Êzidî dixwazim qirkirina 73. êdî bi dawî bibe û bilez ji bo rizgarkirina jinên Şengalê em bikevin nav tevgerê.”

Nûnera Komeleya Hiqûqnasên Demokrat a Navneteweyî Barbara Spînellî jî bal kişand ser wê yekê ku li hember qirkirina jinan divê têkoşîneke stratejîk û demdirêj bê meşandin. Spînellî di têkoşîna li hember hovîtiya li dijî jinan pêk tê behsa girîngiya avakirina komunan û ev gihandina asta gerdûnî kir.

Nûnera CENÎ Canan Polat jî da xuyakirin ku piştî dagirkirina Şengalê bi pêşengiya CENÎ kampanyaya bi navê ‘Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovatiyê ye’ dane destpêkirin. Bi vê kampanyayê re delegasyon şandine Kurdistanê, amadekirina raporan, panel, semîner, civîn û konferansan li dar dixin.

Di encamnameya konferansê de biryar hat girtin ku ji bo kampanyaya ‘Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovatiyê ye’ li tevayî welatan berdewam bike, semîner, panel û civînên xweser bên lidarxistin.

Herwiha biryara şandina delegasyonan ji bo Şengal û Rojava, ji bo rizgarkirina jinên Şengalî piştgiriya maddî û manewî, lidarxistina konferansan û avakirina komunan jî hat dayîn.

 

Jêder: PUKmedia/ANF

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …