Konferansa Jinên Cîhanê bi civîna Civata Giştî berdewam dike

2. Konferansa Jinên Cîhanê a ku di 13’ê Adarê de li Paytexta Nepalê Katmanduyê despêkirî bi civîna Civata Giştî berdewam dike. Civata Giştî di serî de Helepçe bi bîranîna hemû kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan despêkir.

2. Konferansa Jinê ya Cîhanê ku bi dirûşma “Jin bi çiyayên herî bilind ên cîhanê ve hildikişin’ di 13’ê Adarê de li paytexta Nepal Katmandû destpê kir, îro bi civîna Civata Giştî re dewam dike. Di dîwana civînê de li ser navê Koordînasyona Rojhilata Navîn endama Kongreya Jina Azad (KJA) Ozlem Yasak û Berpirsyara Navenda Têkiliyên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek cih girtin. Axaftina vekirinê ya Civata Giştî ji aliyê parlamenter Dûrga Pradel ve hat kirin, ku Dûrga di heman demê de Kordînatora Asyayê û endma Rêxistina Jinan a Yekbûyî ya Nepalê ye.

Dûrga got, “Em ê îro û sibe, weke jinên cîhanê têkoşîn, pirsgirêk û perspektîfên xwe nîqaş bikin. Ev konferans konferansa rêxistinên jinan ên herêmî û xwecihî ye. Divê em herî zêde bibin dengê wan. Ji bo maf û azadiya wan divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Rojeva me ya bingehîn wê edalet û azadî ji bo jinan be. Li Nepalê jin xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ne. Me gelek maf bi dest xistin. Lê belê ji bo bicihhatina mafên xwe, divê em têbikoşin. Dirûşma vê konferansê ‘Jin bi çiyayên herî bilind ên cîhanê ve hildikişin’ e. Ji bo pêkhatina vê dirûşmê, girîng e piştgiriya jinan a li qada navneteweyî bê xurtkirin. Hêvîdar im ev konferans ê tevkariyê li vê armanca me ya mezin û watedar bike.”

Piştî axaftina vekirinê rapora Parzemîna Ewropayê ji aliyê kordînatora parzemînê Halînka Aûgûstîn ve hat xwendin. Halînka da xuyakirin, ku jin li çar aliyên cîhanê ji aliyê heman sîstemê ve tên binpêkirin û mafên wan tên talankirin. Halînka têkildarî rewşa rojane ya li Ewropayê de agahî da û anî ziman ku bi pêla penaberan re tevgereke nû ya enternasyonalîst a ji ciwanan û jinan derketiye holê, lê belê hikûmetên Ewropayê li dijî vê deriyên xwe li penaberan girtine. Kordînatora Ewropayê êrîşên antî demokratîk û faşîst ên hikûmeta AKP’ê şermezar kir û berxwedana gelê Kurd silav kir.

Halînka di dewama axaftina xwe de rewşa jinên kedkar ên li Ewropayê nirxand û da zanîn, bêkariya li nava jinan zêde bûye, her wiha jin bi mûçeyekî gelekî kêm tên xebitandin. Halînka ragihand, femînîzma bûrjûva di nava krîzê de ye û diyar kir, tevgera jinan karaktera xwe ya girseyî ji dest daye, lewma pêwîste tevgereke ji jinên ciwan a têkoşer ji nû ve were avakirin.

Dûre Berpirsyara Navenda Têkiliyên Derve ya Jinên Kurd Meral Çîçek rapora Kordînasyona Rojhilata Navîn pêşkêş kir û bi bîranîna mirovên di komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir. Meral da zanîn, ku li Rojhilata Navîn 3. Şerê Cîhanê diqewime û destnîşan kir ku bi pêşengiya jinan weke projeya çareseriyê hewl tê dayîn Kofederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk bê afirandin. Meral li ser navê çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran, Lubnan û Fîlîstînê rapor da û bal kişand ser pêkanînên li derveyî mirovahiyê û sûcê şer ê dewleta Tirk li Kurdistanê li hemberî jin, zarok û tevahiya mirovên sivîl dike. Meral da xuyakirin, ku êrîşeke giran li hemberî jinan tê kirin û destnîşan kir, ku jin hêza bingehîn a berxwedaneke mezin e. Meral bi taybetî işaret bi şoreşa jinê ya li Rojava kir. Meral da zanîn, ku berxwedana gerîlayên jin a li hemberî DAIŞ’ê bandorê li tevahiya Iraqê dike û ragihand, gelek jin daxwaza perwerdeya xweparastinê dikin.

Civîna Civata Giştî ya 2. Konferansa Jinê ya Cîhanê bi beşdariya 30 delegasyonên ji 13 welatan pêk tê. Delegeyên ji Ewropa, Rojhilata Navîn, Asya, Afrîk aû Latîn Amerîka amade ne. Ji Tirkiyeyê jî delegasyonek ji 1 kesî heye.

Piştî xwendina raporan, nîqaşan destpê kirin. Civîna Civata Giştî wê sibe jî dewam bike.

Jêder: JINHA

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …