Konferansa II’yemîn a Zimanê Adîge hat li dar xistin

Konferansa II’yemîn a Zimanê Adîge ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kafkas hat organîze kirin, li Enqereyê hat li dar xistin. Ji 9 welatan 50 akademîsyen û mamosteyên ziman beşdarê konferansê bûn.

Federasyona Komeleyên Kafkas (KAFFED) bi armanca pêşxistina hişmendî cihêrengiya ziman û bi taybetî jî balkişandina di derbarê zimanê adîge de, di 27-29’ê Îlonê de li Enqereyê konferans li dar xist. Konferans ji bo parvekirina tecrûbeyên di warê perwerdeyê ya dîasporaya adîge de bû platformek. Di her sê rojên konferansê de ji bo pêşxistina materyalên ku ji lihevkirina li ser alfabeyeke standard, pirtûkên dersê, ferheng û materyalên dîtbarî pêk dihat, komên xebatê hatin çêkirin.

Profesor Noam Chomsky ku yek ji zimanzan û aktîvîstê mafên mirovan ê herî li pêş e, mesajekê şand konferansê. Chomsky di mesaja xwe de girîngiya parastina ziman wiha anî ziman: “Windabûna ziman bûyereke trajîk e. Ziman ji rêbazeke axaftinê zêdetir e. Ew arşîva zengîniya çandî ye: a kevneşopê, dîrokê, agahiya kevneşopî û famkirinê ye, çavkaniya têkiliyên bi paşerojê re, perspektîfeke di derbarê cîhan û jiyana mirov de ye.”

Di rûniştinên cûrbecûr ên her sê rojan de, van mijaran hatin nîqaşkirin:

–          Zimanên ku di bin xetereya tunebûnê de ne û zimanê adîge

–          Ziman û çanda adîge

–          Li niştiman perwerdeya zimanê adîge

–          Polîtîkayên ziman û rewşa zimanê adîge

–          Metodên perwerdeya ziman

–          Materyalên ku wê di perwerdeya ziman de bên bi kar anîn

–          Perwerdeya zimanê adîge: Metod, tecrûbe, pêşniyaz

–          Polîtîkayên ziman û xebatên alfabeyê

Di roja yekemîn de ji bo axaftinên bi zimanên rûsî û îngilîzî xizmeta wergera sîmultane hat dayîn. Di rojên duyemîn û seyemîn ên konferansê de hemû axaftin û nîqaş bi zimanê adîge hatin kirin.

Ji Brîtanyayê Merion Prys Jones, ji Swêdê Karina Vamling, ji DYA’yê Ayla Applebaum, ji Almanyayê Wulf Kopke, ji Federasyona Rûsyayê Yury Lander, ji Komara Kabardey Balkarê Murat Tabish, Karden Musadin, Îbrahîm Abaze, Wunatlokov Vayaçeslav, Ergun Yildiz, Kugotova Zarema, Bak Zera, Amşokue Hasanbiy û Bekan Masiret, ji Komara Adîge Birsir Batirbiy, Meşfeşu Necdet, Haçemize Mire û Skhalakhova Susana,  ji Îsraîlê Adnan Gorkoj, ji Urdunê Maya Apajih, Ema Hadagatle, Rozi Ahmed Bulad û ji Tirkiyeyê Yakup Temel, Murat Papşu, Cevdet Soycan, Can Polat, Rafet Tunçkılınç, İlkay Karaduman, Yusuf Şen, Albek Abaza, Tulay Kuzu, Hamit Yuksel, Ali İhsan Sari, İlhan Aydemir, Erdogan Boz, Alaattin Bayram û Rasim Saygılı beşdarê konfensê bûn û di rûniştinan de teblix pêşkêş kirin.

Li Tirkiyeyê li derdora 80 komeleyên çerkez ên aktîf hene û piraniya wan di bin banê KAFFED’ê de hatine cem hev. Di heman demê de komeleyên çerkez ên li seranserê cîhanê jî di bin banê Komeleya Navneteweyî ya Çerkez de hatine cem hev. Di encama sirgûna çerkezan a di 1864’an a bi destê Împaratoriya Rûs’de, li derveyê welatê çerkezan diasporayeke mezin a çerkez derket holê. Niha li Tirkiye, Urdun, Sûriye, Misir û Îsraîlê hejmareke zêde çerkez dijîn. Di rapora Komîsyona Ewrûpayê ya 2004’an de hat ragihandin ku nifûsa çerkezên li Tirkiyeyê qasî 3 milyonî ye.

Çavkanî:

NPLD (Network to Promote Linguistic Diversity)

KAFFED (Kafkas Dernekleri Federasyonu)

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …