Konferansa Cihêrengiya Zimanî û Çandî ya Qada Sîber

 

 

Konferansa Duyemîn a Cihêrengiya Zimanî û Çandî ya Qada Sîber li rojhilatê Federasyona Rûsyayê hat lidarxistin. Di konferansê de de hat diyarkirin ku li cîhanê nêzîkî 3000 ziman ji aliyê elektronîkê ve di bin gefa tunebûnê de ne.

Konferans di 12-14’yê Tîrmehê de li paytexta Yakutsk a li Komara Sakha hat lidarxistin û ji 31 welatan qasî 100 kes beşdar bûn. Di konferansê de li ser hebûna pirzimaniyê ya di înternetê de hat sekinandin û di warê xurtkirina hebûna zimanên biçûk a di înternetê de nîqaş hatin kirin.

Di konferansê de 18 axaftin hatin kirin û di warê mijarên cûrbecûr ên girêdayî mijara sereke de ji aliyê 61 beşdaran ve teblîx hatin pêşkêşkirin. Lêkolîner anîn ziman ku ji 7,000 zimanên ku li cîhanê tê axaftin bi tenê di navbera 300-500 ziman di înternetê de tên cî digirin.

Naveroka konferansê ji van her sê mijarên sereke pêk hatin: 1- Amûrên ji bo parastin û teşwîqkirina ziman di qada sîberê de, 2- Enstîtuyên teşwîqkirina cihêrengiya zimanî û çandî, 3- Ji bo teşwîqkirina cihêrengiya zimanî û çandî di qada sîberê de afirandina hawîrdiroreke pozîtîf.

Mijarên li ser hatin sekinandin wiha bûn:

  • Pirzimaniya dîjîtal a ji bo avakirina civakên bi tolerans
  • Polîtîkayên fermî yên ji bo hebûna zimanan a di qada sîber de
  • Pêşxistina amûrên hiqûqî û sazûmanî ji bo destekirina pirzimaniyê
  • Meşandina amûrên hiqûqî yên heyî (Tawsiyeyên UNESCO’yê yên 2003’an ên di derbarê teşwîqkirina pirzimanî û gihîştina unîversal a ji bo qada sîber)
  • Bikaranîna înternetê ya ji bo li dij derketina marjînalbûna ziman
  • Pirzimanî wekî mijareke rêvebirina înternetê
  • Bi zimanê dayikê qada sîber û perwerde
  • Pirzimanî û xwendin û nivîsandina enformasyonê
  • Bi armanca hebûna zimanên ku niha kêm tên temsîlkirin an nayên temsîlkirin a di qada sîber de ziman

Di dawiya konferansê de beyanameyekê hat eşkerekirin. Di beyanameyê de biryarên Lenayê ku di Konferansa Yekemîn a Cihêrengiya Zimanî û Çandî ya 2008’an ku li bajarê Lenayê ya li Federasyona Rûsyayê hatibû lidarxistin û çalakiyên wekî Forûma Navneteweyî ya Pirzimaniyê ya Bamakoyê di 2009’an de li paytexta Mali Bamakoyê hatibû lidarxistin, hatin bibîranîn. Kongreyê balê kişand ser biryara lidarxistina Civîna Cîhanê ya Pirzimaniyê ku di forûma li Bamakoyê de hatibû girtin û ji hemû kes û saziyên eleqeder daxwaz kir ku destekê bidin lidarxistina civîneke bi vî rengî.

Konferansê di heman demê de ji bo lidarxistina Civîna Cîhanê ya Pirzimaniyê ya di 2017’an de nexşeriyekê amade kir. Bernameya demê û çalakiyên di vê nexşeriyê de cî girtine wiha ne:

2012: Civîna pisporan û şêwirmendiya li herêmên curbecur ên cîhanê

2013: Konferansa wezîrên karê derve yên li ser pirzimaniyê

2013: Pêşniyazkirina pêşnûmabiryarekê ji Civîna Giştî yê UNESCO’yê re ya li ser Civîna Cîhanê ya Pirzimaniyê. Ji bo amadekirina raporekê li ser pirzimaniyê damezrandina komîsyoneke navneteweyî ya muhtemel

2014: Qebûlkirina muhtemel a pêşniyazbiryarekê li ser Civîna Cîhanê ya Pirzimaniyê ya ji aliyê Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser bingeha vê raporê.

2015-2017: Civîn û konferansên herêmî ji bo amadekirina Civîna Cîhanê ya Pirzimaniyê

2017: Civîna Cîhanê ya Pirzimaniyê

Tê hêvîkirin ku di Civîna Cîhanê ya Pirzimaniyê de Peymana Navneteweyî ya Rêvebirina Cihêrengiya Zimanî bê qebûlkirin.

Konferans ji aliyê Wezareta Çandê ya Federasyona Rûsyayê, Komîsyona Federasyona Rûsyayê ya ji bo UNESCO’yê, UNESCO, Komîteya UNESCO’yê ya Enformasyona ji bo Hemû Bernameyan a Rûsyayê, Zanîngeha Federal a Bakurêrojhilat, Navenda Hevkariyê ya Pirtûkxaneyê ya Navherêmî, Tora Cîhanê ya ji bo Cihêrengiya Zimanî û Union Latine ve hat lidarxistin.

Çavkanî: Ifapcom.ru / 01.sil.org

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …