Konferansa ‘Azadiya Olê? Berdêla Baweriyê’

 

 

Rêxistina Netewe û Gelên Nayên Temsîlkirin bi hevkariya Piştgiriya Xrîstiyan a Cîhanî (CSW), Koma Mafên Kêmaran a Navneteweyî (MRG) û Kampanyaya Navneteweyî ya ji bo Tîbetê (ICT) bi serenavê ‘Azadiya Olê? Berdêla Baweriyê’ li Parlamentoya Ewropayê (PE) konferansekê li dar xist. Ji konferansê re wekîl Csaba Sogor (ji EPP’ê), György Hölvenyi (ji EPP’ê) û Îlhan Kuçuk (ji ALDE’yê) malovaniyê kir.

Konferans bi axaftinên destpêkê yên wekîlên mazûvan dest pê kir û paşê bi du rûniştinan berdewam kir. Rûniştina ewilî ji aliyê Mark Lattimerê ji MRG’yê hat vekirin. Lattimer got ku zilma olî bûye taybetiyekê ku ji aliyê partiyên siyasî ve wekî xizmeta ji rojeva wan re tê bikaranîn. Axêver diyar kir ku bi vî awayî zilma olî dikare bê enstrûmentalîzekirin (wekî amûr bi kar anîn) û lewma zilma li dijî komên kêmar îro bûye “şoveke slaydê”.

Ji CSW’yê Dr. Susan Kerr di warê trend, dijwarî û firsendên di derbarê parastina azadiya olî û baweriyê ji bo hemû mirovên ji hemû ol û baweriyan de hin agahî dan û got ku çewsandina navneteweyî û weşana medyaya girseyî ya li ser mijara azadiya olî wê hişmendiyeke berfirehtir a raya giştî derxîne holê.

Mijara rûniştina duyemîn li ser vekolînên mijarên konkret ên li cîhanê bû. Serokê Tevgera Êzdî ya Reform û Pêşveçûnê yê li Parlamentoya Iraqê Amîn Farhan axaftina yekemîn kir. Farhan got ku êzdî di dîrokê de rastî şîdeta ji aliyên gelek derdoran hatine û ji dema pêşketina DAIŞ’ê ya di Hezîrana 2014’an û vir ve mîrateya fîzîkî û manewî ya êzdîyan bil ez tê hilweşandin.

Endamê rêxistina kampanyaya ji bo Tîbetê Vincent Metten li ser çewsandinên li dijî Tîbetê axaftinekê kir û di derbarê ku pêşniyazqanûna nû ya antî-terorîzmê ya hikumeta Pekînê çawa li dijî Tîbetê gefekê pêk tîne de agahî dan.

Axaftinên dawî yên vê rûniştine ji aliyê berpirsê VETO! Tevna Parazvanên Mafên Mirov Vu Quoc Dung û Penelope Faulknerê ji Que Me: Çalakiya Demokrasiyê ya Wîetnamê ve hatin kirin. Her du nûner nêrînên xwe yên di derbarê polîtîkaya Wîetnamê ya li dijî gelên degard-montagnard, hmong û kmer krom de anîn ziman û diyar kirin ku ji ber sebebên olî van gelan bi girtin, îşkence û kiryarên din ên xerab re rû bi rû dimînin.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …