Konferansa aboriya komunal a li Venezûelayê

 

 

Nûnerên komunên li Venezûelayê bi armanca xurtkirina aboriya komunal konferansekê li dar xistin. Di konferansa ku di navbera 31’ê Çileyê û 1’ê Sibatê de hat lidarxistin de biryara damezrandina bankaya komunal hat girtin.

Banga lidarxistina konferansê ji aliyê Tevgera Şoreşger a Bolivar û Zamora (CRBZ) ku endamê PSUV’ê (Partiya Sosyalîst a Yekgirtî ya Venezûelayê ya ku li welat îktîdar e) Rêxistinê di banga xwe de got ku konferans “di çarçoveya pêla şoreşger” û meşandina Plana Niştiman de ku ji aliyê Hugo Chavez hatibû amadekirin, tê lidarxistin. Armanca sereke ya vê planê pêşxistina sîstema aboriya komunal a “wekî xurtkirina hêza gel a sosyalîst” e.

Di konferansê de komunên li welat tecrûbeyên xwe parve kirin, li ser pêşxistina modela rêvebirina sosyalîst a komunal, xurtkirina çalakiyên aboriya komunal, xurtkirina konsey û komîteyên aboriyê yên komunal, meclîsên komunal û teşebusên hilberîna sosyalîst nîqaş hatin kirin.

Ji bilî van mijaran, di konferansê de li ser mekanîzmayên darazê yên ji bo pêşxistina sîstema aboriyê ya komunal, pereyê komunal û polîtîkaya raya giştî û sosyal jî nîqaş hatin meşandin.

Di konferansê de bi tevahî 567 delegeyên komunan ciyê xwe girtin. Herwiha, cîgîrê wezîrê aboriya komunal Amador Hidalgo jî beşdarî konferansê bû.

Di daxuyaniya ku di dawiya konferansê de ji aliyê CRBZ’ê hat dayin de wiha hat gotin: “Em di nava şoreşekê de ne û şoreş ji şerekî derbasî şerekî din dibe. Olîgarşiya parazît, bi taybetî fraksiyonên wan ên fînansî, bazirganî û îthalatê ku li aliyê planên împaratoriyê ciyê xwe digirin, windakirina hatina ji petrolê ya dema ku fermandar Chavez hikumetê bi dest xist pêk hat, hîn bi tevahî qebûl nekirine.” Rêxistinê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew li aboriya komunal wekî parçeyeke şerê li hember “olîgarşiya” bi vî rengî ku bi tenê xwe spartiye “spekulasyon û Îthalatê” lê ne hilberînê, dinêrin.

Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “demokratîkirina milk û pêkanîna formên nû yên milkê civakî yên wekî komunal, ji bo xurtkirina demokrasiya beşdariyê û pêwîst e.

Di dawiya konferansê de hin biryar hatin irtin ku hin ji wan wiha ne:

– Naskirina Bankeya Komunal wekî enstîtuya fînansê,

– Bi armanca zêdekirina hilberînê, damezrandina fonên taybet ên ji bo bankeyên komunal,

– Amadekirina planeke ji bo fûar û bazarên komunal,

– Teşwîqkîrîna dibistanên teknîkî û polîtîk,

– Damezrandina tora çûnûhatinê ya komunal,
– Pêkanîna tecrûbeyên nû yên ji bo teserûfa komunal a pere û çavkaniyan,

– Ji aliyê dewletê transferkirina berpirsiya ji bo axê, tedarîkê û mekîneyan ya li ser erdên komunan ji bo komunan.

Çavkanî: Venezuelanalysis.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …