Komîteya Dekolonîzasyonê ya NY’yê dicive

 

 

Civîna Pasîfîkê ya Komîteya Taybet a Dekolonîzasyonê ya girêdayê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Fîjiyê dest pê kir. Di civîna ku wê di navbera 21-23’ê Gulanê bê lidarxistin de li ser meşandina biryara Dehsala Sêyemîn a ji bo Hilweşandina Kolonyalîzmê (2011-2020) nîqaş bên kirin.

Di civînê de wê li ser pêşketinên dawî yên li herêma Pasîfîkê bê sekinandin û paşê encam û tawsiyeyên komîteyê wê carekê din were rojeva civîna Hezîranê ya komîteyê. Di dawiya vê pêvajoyê de wê encam û tawsiye ji Civîna Giştî ya NY’yê re bên pêşkêşkirin.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban Ki Moon di peyama ku ji civîna komîteyê re şand wiha got: “Ez bawer dikim ku daxwaza polîtîk ku li ser bingeha yek bi yek mijaran tê tetbîqkirin, dikare bigihîje nuqteyekê ku di warê dekolonîzasyona 17 herêmên xwe bi rê ve nabin de pêşketinê derxe holê. Niyetên baş divê veguhere kiryarên mirov pê bawer dibe, da ku Dehsala Navneteweyî ya Sêyemîn bi ser keve.

Ji bilî endamên Komîteya Taybet a Dekolonîzasyonê wê dewletên endam ên NY’yê, nûnerên herêmên xwe bi rê ve nabin û rêxistinên derveyê hikumetan jî beşdarê civînê bin.

Endamên Komîteya Taybet ev in: Antîgua û Barbuda, Bolîvya, Şîlî, Çîn, Kongo, Cote D’İvoîre, Kuba, Domînîk, Ekwador, Etiyopya, Fîjî, Grenada, Hîndîstan, Endonezya, Îran, Iraq, Malî, Nîkaragua, Papua Gîneya Nû, Federasyona Rûsyayê, Saint Kitts û Nevis, Saint Lucia, Saint Vincent û Grenadines, Sierra Leone, Sûriye, Tîmora Rojhilat, Tûnûs, Tanzanya, Venezûela.

Endamên Herêmên xwe bi rê ve nabin ev in: Samoaya Amerîkayê, Anguilla, Bermuda, Giravên Virgin ên Brîtanî, Giravên Caymanê, Giravên Malvinas (Falkland), Polînezyaya Fransewî, Cebelîtarik, Guam, Montserrat, Kaledonyaya Nû, Pitcairn, Saint Helena, Tokelau, Giravên Turks û Caicos, Girava Virgin a Amerîkayê û Sahraya Rojava.

Komîteya Taybet a Dekolonîzasyonê bi awayekî fermî wekî Komîteya Taybet a li ser Rewşa di Derbarê Meşandina Deklerasyona Dayina Serxwebûnê ji Welat û Gelên Kolonyal re (di heman demê de wekî Komîteya Taybet a 24’an ân bi tenê wekî C-24) tê binavkirin. Komite di sala 1961’an de ji aliyê Civina Gişti ya NY’yê bi armanca meşandina Deklerasyona Dayina Serxwebûnê ji Welat û Gelên Kolonyal re hat damezrandin.

Çavkanî: Un.org

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …