Komîserê NY’yê ji ber bûyera Cizîrê daxuyanî da

 

 

Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê Mafên Mirov bang li Tirkiyeyê kir ku li Cizîrê êrîşa li dijî mirovên bêçek vekolîne.

Komîser Zeid Ra’ad El Huseyîn di daxuyaniya çapemeniyê ya îro de diyar kir ku ew ji ber dîmenên êrîşa li dijî sivîlan ê li Cizîrê şok bûye. El Huseyîn wiha axivî: “Îro ez bangeke lezgîn li rêvebiriya Tirkiyeyê dikim ku di operasyonên xwe yên ewlekariyê de rêzê ji mafên bingehîn ên sivîlan re bigire û piştî vîdeoya şok dike ya hefteya borî, bilez îdîayên êrîşa li dijî komeke bêçek ên li bajarê başûrêrojhilat Cizîrê vekolîne.”

El Huseyîn got ku “dema kom digihîje aliyê din ê rê ji aliyê gulebarandinê tên sekinandin”. Herwiha El Huseynî da zanîn ku ew ji ber kameramanê birîndar ku rastî gefa girtinê hatiye fikaran dike.

Di 20’ê Çileyê de komeke bêçek ku dixwest biçe kesên birîndar bîne, rastî êrîşa hêzên ewlekariyê hatibû û di encam de 10 kes birîndar bûbûn.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî hefteya borî bi daxuyaniyekê ji ber astengkirina dermankirina birîndarên li Cizîrê hikumeta Tirkiyeyê rexne kiribû û

Înfowelat

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …