Komên etnîk û Myanmar dest bi hevdîtinên aştiyê dikin

 

 

Rêxistinên etnik ên çekdar li hev kirin ku meha Gulanê bi hikumeta Myanmarê (Burma) re dest bi hevdîtinên aştiyê bikin. Rexistinên etnîk digel ku li hemberê şertên ku ji aliyê hikumetê ve di çarçoveya peymana aştiyê de hatine pêşniyazkirin îhtiraz dikin, ji bo bidawîbûna şerê li Myanmarê van hevdîtinan girîng dibînin.

Berpirsê Tîma Kordînasyonê ya Agirbestê ya Neteweyî (TKAN) Naing Han Tha da xuyakirin ku wê hevdîtin hefteya sêyemîn a Gulanê li paytexta Myanmar Yangonê bên lidarxistin. 12 komên serhildêr ên etnîk koalîsyoneke bi navê Konseya Federal a Netewbûnên Yekgirtî pêk anîne û heman komên etnîk di TKAN’ê de jî tên temsîlkirin.

Naing Han Tha roja duşemê hikumetê hişyar kiribû ku şeş şertên ku ji aliyê Artêşa Myanmarê di civîna dawî de hatibûn diyarkirin ku di nava wan de çekberdana komên etnîk jî cî digirtin, dikare hevdîtinên ji bo meha Gulanê tên plankirin asteng bike.

Han Tha got ku TKAN wê şertên artêşê ku ferz dike ku komên etnîk qanûnên ji aliyê destûra bingehîn a cûntaya 2008’an hatine amadekirin qebûl bikin, red bikin û wiha axivî: “Me demeke dirêj bi hikumetê re şer kir, ji ber vê yekê em ji van qanûnan hez nakin. Lewma bi ya me van daxwazan bêedalet in.”

Han Tha di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew hîn nizanin ku hikumet daxwazên artêşê û pêşniyaza wan a di derbarê cîgirtina polîtîkaya federal û xweseriya eyaletên etnîk a di pêşnûmaya peymana aştiyê de çi difikire.

myanmar_kaçîn

Pevçûnên dawî yên li Kaçînê

Di şerên dawî yên di navbera Artêşa Myanmarê û Artêşa Serxwebûna Kaçînê (KIA) yên li herêmên Kaçîn û Şana Bakur a di mehên derbasbûyî de 30 leşker hatin kuştin an birîndarkirin.

Ha Tha got ku pevçûnên ku bû sebeba koça 5,000 kesî, nîşan didin ku ji bo bidestxsitina kontrola erdên stratejîk ên ji aliyê komên etnîk ve tên kontrolkirin, “hikumet avantajê bi dest dixe.”

Cigîrê fermandarê KIA’yê General Gun Maw di derbarê pevçûnên dawî de fikarên xwe anî ziman û got ku Artêşa Serxwebûna Kaçînê (KIA) bi nameyeke ku roja duşemê ji hikumetê re şandiye daxwaza hevdîtinên dualî ya ku di 10’ê Gulanê de li paytexta Kaçînê ya Myitkyina bê lidarxistin kiriye.

Meseleya Kaçînê

Pevçûnên li herêma Kaçînê ya li bakurêrojhilatê Myanmarê piştî agirbesteke ku 17 sal dom kir, careke din di Hezîrana 2011’an de dest pê kir. Di encama pevçûnên ku ji wê rojê û vir ve dom kir de 100,000 kes mecbûr man ku wargehên xwe terk bikin.

KIA û Arteşa Rizgariya Neteweyî ya Ta’angê du komên çekdar in ku heta niha bi hikumetê re peymana dualî ya agirbestê îmze nekirine.

Gun Maw got ku eger hikumet bixwaze bi “amûrên leşkerî” wan li dora maseya aştiyê bide rûniştandin, ew ê peymana aştiyê ya neteweyî îmze nekin.

Çavkanî: Rfa.org

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …