Komên etnîk li dijî cûntaya Myanmarê şer dikin

Yek ji hîmê berxwedana li Myanmarê komên etnîk ên vî welatî ne.

Ev komên cûda, ji bo mafên xwe yên neteweyî doza federalîzmê dikin. 

Li pêşiya vê daxwazê jî astengiya herî mezin artêşa Mynamarê ye.

Lewma miletên bindest bi hemû hêza xwe ligel protestoyên sivîl ciyê xwe digirin.

Ji serê sibatê û vir ve protestoyên li dijî cûntaya leşkerî ya Myanmarê didome.

Civaka Myanmarê, bi van çalakiyan daxwaza vegera rêvebiriya An San Sû Çî dike.

Yek ji hestiyê piştê yê tevgera demokrasiyê, komên etnîk ên li vî welatî ne.

Civaka Myanmarê ji 135 miletên cûda pêk tê.

Harîteya komên etnîk ên li gorî herêmên hilbijartinê

Lê digel cihêrengiya etnîk, dewlet ji aliyê Bamaran ve tê birêvebirin.

Ji destpêkê heta niha, hukumetên Myanmarê li hember miletên kêmar polîtîkaya asîmîlasyonê meşandine.

Îhtirazên ji bo mafên neteweyî herdem rastî polîtîkayên şîdetê hatine.

Bi taybetî di dema cûntaya leşkerî ya 1962’an de, zextên li ser miletên din derket asta herî bilind.

Ev jî bû sebeba berxwedana çekdarî ya gelên li bakurê welêt.

Di 1962’an de Artêşa Rizgariya Kaçînê li dijî Mynamarê dest bi şerê gerîla kir.

Di heman prosesê de, Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Karen, Artêşa Şan û hin rêxistinên din ên çekdar jî hatin damezrandin.

Daxwaza piraniya van rêxistinan serxwebûn e û destekek xurt ji gel werdigirin.

Lêbelê piştî hevdîtinên di dema rêvebiriya An San Sû Çî de, aliyên şer li ser federalîzmê li hev kirin.

Mixabin ev hewldanên ji bo aramî û aştiyê, di dema cûntaya leşkerî de bi dawî bûn.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …