Kolonyalîzma nû, kolonyalbûn û netew-dewlet

 

Yasin Sunca*

Kolonyalîte, kolonyalîzma nû jî tê de, têgeheke ku hêza xwe ji hiyerarşiyan û têkiliyên hêzê werdigire û gelek meseleyên global di nava wê de cî digirin. Herwiha, bi riya pergaleke hîn bêtir dîrokî-civakî tê pênasekirin. Li gorî vê perspektîfê, di pergala serdest a cîhanê de têkiliyên hêzê yên di dema kolonyalîzmê de pêk hatine eynî wekî berê didomin.

Tiştê herî zêde di kolonyalbûnê de derdikeve pêş, fikrên me yên derbarê cîhanê de ye. Xwediyê lensên em pê li dinyayê dinêrin, di eslê xwe de şekil didin agahiyên me yên derbarê dînyayê de. Lewma jî gelek tiştên ku heta niha me di warê kolonyalîzmê de nîqaş kir, ji aliyê kolonyalîstan ve hat diyarkirin.

Piştî fîlmeke derbarê têkoşîna gelê Sahraya Rojava ya li dijî Kraliyeta Marokê, nûnerekî Tevgera Rizgariya Sahraya Rojava bi gotina „Em li dinyayayê koloniya dawî ne!“ dest bi axaftinê kir û wiha berdewam kir: „Lê ji xwe hêza ku em veguherand koloniyekê ew jî koloniyek bû.“ Bi awayekî fermî kolonyalîzm bi dawî bûbû. Ango li gorî NY’yê ji bilî çend mînakên ku mirov dikare ji nedîtî ve bibîne, kolonyalîzm êdî ji holê rabibû. Ji lew re, li gorî NY’yê kolonyalîzm, bi destê hêzên ewrûpî jiholêrakirina mafên self-determînasyonê ya miletan bû ku li aliyên din ên okyanûsan dijiyan. Sahraya Rojava jî çend ji van mînakan bûn ku dikaribû „nehatina dîtîn“. Ji ber ku hîn jî proseya dekolonîzasyonê ya NY’yê berdewam dikir. Nûnerê Sahraya Rojava got, Marok koloniyeke kevn e. Ji ber li Tirkiyeyê nîqaşên derbarê Kurdistanê de, asteke duyemîn ku em hay jê hene li mijarê zêde dibû. Ji lew re Maroka ku „ji kolonyalîzmê rizgar bûye“ di eslê xwe de koloniyek bû. Lê şoreşgerê ji Sahraya Rojava tiştekî kêm digot ku ew jî beranberê asta sêyemîn tê. Pergala hiyerarşîk a cîhanê ku di dema kolonyalîzmê de pêk hatibû hîn jî hebûna xwe didomîne.

Proseya dekolonîzasyonê li Afrîkayê di navbera 1950-1975’an de pêk hat û hemû welatên li vê parzemînê serxwebûna xwe bi dest xistin. Li Afrîkaya ku heta wê demê dewletê nasnekiribû tam 54 netew-dewlet hatin damezrandin.

Kolonyalîzm di wateya herî teng de, realîteya  civakên li derveyî Ewrûpayê îfade dike ku çavkaniyên wan ên aborî, çandî û coxrafî hatine talankirin. Di wateya berfireh de jî kolonyalîzm wekî redkirina mafê self-determînasyonê ya civakên xwedî piştgiriyeke navxweyî ne û bi riya zext û şîdetê pêkanîna kontrola li ser wan dikare bê pênasekirin. Di vê wateya wê ya teng de, jiholêrakirina kolonizasyon û dekolonîzasyonê jî, bi taybetî bi riya tifaqa qismî ya di navbera Wîlson û Lenîn de, bû hemwateya mafê self-determînasyonê ya netew-dewletê ku di destpêka sedsala 20. de wekî aktorê sereke ya sîstema cîhanê derket holê. Bi gotineke din, dema serxwebûn dihat bidestxistin û civak ji aliyê hukumeteke ji aliyê endamên heman etnîsîteyê dihat birêvebirin, kolonîzasyon ji holê radibû.

Lêbelê dema em li Sahraya Rojava, Welatê Tamîl, Kurdistan û Şîncanê (welatê ûygûran) û li gelek ciyan dinêrin, gelo em dikarin di wateya teng de bêjin kolonyalîzm bi dawî bûye? Gelo mirov nikare qala rola kolonyalîzmê ya di warê diyarkirina têkiliyên global û siyasî de bike?  Gelo têkiliyên kolonyalîstan bi derdorên xwedî sermiyan ên di nava welêt de ava dikin, naguhere hêmanên ku dibin sebeba berdewambûna kolonyalîzmê a di formên din de? An jî wekî mînaka Porto Rîkoyê, digel kolonyalîzma DYA’yê ya bi riya asta şexsan awantajan pêşkêşî civakê dike, mirov dikare kolonyalîzmê eynî wekî wateya wê ya di sedsala 19. de bikar bîne? Ne pêkane em bikaribin di çarçoveya vê nivîsê de bersiva hemû pirsan bidin. Lê aliyê hevpar ê hemû pirsan ev e ku kolonyalîzm bi dawî nebû ye û bi formên pir cuda hebûna xwe didomîne. Bi vê nivîsa kurt ez dixwazim netew-dewletê li ser bingeha kolonyalîzma nû (neo-colonialism) û kolonyalîteyê (colonialidad-coloniality) nîqaş bikim. Li ser vê bingehê ez ê vê tezê biparêzim: Kolonyalîzma nû, têra pênasekirina pergala cîhanê nake. Di dewsa wê de peyva kolonyalîteyê ku sîstema talanê di asta  global de dinirxîne û wê pênase dike dikare bê bikaranîn. Di vê çarçoveyê de netew-dewlet tunebûna kolonyalîzmê îfade nake û lê tê wateya berdewambûna wê di formên din de.

Kolonyalîzma nû di eslê xwe de wekî têkiliyeke tehekûmê ku ji ber jinûveorganîzekirina kapîtalîzma global pêk tê, dikare bê pênasekirin. Li gorî vê, civakên ku berê kolonî bûn, dewletên xwe damezrandibin û niha bi awayekî fermî êdî ne kolonî bin jî, ji ber têkiliyên elîtên wan ên îdarî û aborî yên bi navendên global ên kapîtalîst re hîn jî tên wekî koloniyan tên talankirin.

Têgeha Kolonyalîzma Nû, cara pêşî ji aliyê serokê berê yê Ganayê Kwameh Nkrumah ve hat bikaranîn. Nkrumah di navbera salên 1960-1966’an de li ser kar ma.

Kolonyalîzma nû: Têkiliyeke tehakûmê

Kolonyalîzma nû, realîteyek bû ku bi taybetî piştî bidawîbûna kolonyalîzma formel û îdarî derketibû holê û di bingeha wê de ekonomî-polîtîka pergala global hebû. Herçiqas kesê ku cara pêşî vê terîmê bi kar anî serokê berê yê Ganayê Kwame Nkrûmah bû, kesên ewil teoriya wê ava kirin rewşenbîrên rojavayî Sartre û Chomsky bûn. Kesên ku bi zelalî qala vê mijarê kirin bi îhtîmaleke mezin Samîr Amîn, Andre Gunter Frank û Immanuel Wallerstein bûn ku xebatên teoriya bindestiyê (dependency theory) dimeşandin. Ev kes wê di salên bê de wekî analîstên sîstema cîhanê bihatana naskirin. Kolonyalîzma nû di eslê xwe de wekî têkiliyeke tehekûmê ku ji ber jinûveorganîzekirina kapîtalîzma global pêk tê, dikare bê pênasekirin. Li gorî vê, civakên ku berê kolonî bûn, dewletên xwe damezrandibin û niha bi awayekî fermî êdî ne kolonî bin jî, ji ber têkiliyên elîtên wan ên îdarî û aborî yên bi navendên global ên kapîtalîst re hîn jî tên wekî koloniyan tên talankirin.

Bikaranîna wekî keda erzan û depoya madeyên xam

Ev rewş cara pêşiyê di 1957’an de dema 6 dewletên ewrûpî li Parîsê xwestin koloniyên xwe yên kevn ên li Afrîkayê tevlî bazara hevpar a Ewrûpayê bikin û li hemberê vê, lîderên siyasî yên Afrîkayê gotin wê ev têkiliyeke aboriyê yê tehakûmê ava bike, derket holê (di dawiya van nîqaşan de wê Yekitiya Ewrûpayê bihatana damezrandin). Di vê wateyê de kolonyalîzma nû, bi hewldana kolonyalîstan a bi riya pratîkên kordînekirî ya siyasî, astengkirina pêşketina koloniyên kevn û domandina bikaranîna wan a wekî keda erzan û depoya madeyên xam bû. Herçiqas di destpêkê de li koloniyên kevn li hemberê vê berxwedaneke mezin pêk hatibe jî, bi demê re pergala kapîtalîst bi giranî vê berxwedanê tepisand. Di warê tepisandina berxwedanê de rêbazeke bingehîn desteka ji bo dîktatorên li kolonîyên kevn li ser kar bûn û domandina rêvebiriya wan bû. Ji Asyaya Başûr heta Rojhilata Navîn, ji Afrîkayê heta Amerîkaya Latîn avakirina dîktatoriyan, hatine ser kar a dîktatoran bi riya darbeyan ku ji derve hatine destekirin û ji bo domandina hebûna wan bikaranîna şîdeteke bêsînor a li dijî civakê rasterast bi kolonyalîzma nû re eleqeder e.  Divê li vir, wekî saziyekî girîngiya şîdeta dewletê ya du warê bicîbûna mekanîzmayên kolonyalîst de bê dîtin.

Rexnegirê Marksîst ê misrî Samîr Amîn cara ewilî teoriya veqetînê ya ji pergala kapîtalîst a global pêşniyaz kir.

Ji ber ku yek ji şertê rizgariya ji statuya kolonîbûnê û bidestxistina venasînê, bi riya entegrebûna pergala lîberal a cîhanê mimkûn bû ku di dawiya sedsala 19. de gav bi gav pêk hatibû. Ev pergal bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn re hatibû birêxistinkirin û di dawiya Şerê Sar de di asta global de xwe dabû qebûlkirin.

Entegrebûna bi sîstema cîhanê re

Yek ji sebebê rê li ber kolonyalîzma nû vekir, hewldana koloniyên kevn a ji bo entegrebûna sîstema cîhanê ye. Ji ber ku yek ji şertê rizgariya ji statuya kolonîbûnê û bidestxistina venasînê, bi riya entegrebûna pergala lîberal a cîhanê mimkûn bû ku di dawiya sedsala 19. de gav bi gav pêk hatibû. Ev pergal bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn re hatibû birêxistinkirin û di dawiya Şerê Sar de di asta global de xwe dabû qebûlkirin. Ev sîstema ku xwedî prensîbên sereke yên wekî bazirganiya serbest û bazara serbest bû, dixwest siyaset di çarçoveya serdestiya hiqûqê ya demokrasiyên temsîlî de ciyê xwe bigire û qada civakî jî li ser bingeha civaka sîvîl bê avakirin. Ji bo vê jî, birêxistinkirina dewletê yek ji hêmanê herî sereke hat qebûlkirin. Ji bo pêşketinê, hewldana bidestxistina asta dewletên pêşketî ku ji aliyê Neo-Troçkîstan wekî „qamçiya pêdiviyên derve“ (whip of external necessity) tê pênasekirin, di nava elîtên koloniyên kevn de wekî pêdiviyekê hat qebûlkirin. Lêbelê ev yek di nava civakê de wekî bi darê zorê pêkanîna rizayê ya bi riya planên perwerde û pêşketinê derket holê û bû sebeba tenêhiştina kesê li hemberê vê sekinîn. Ev mekanîzmayên zext û zorê bi giranî bi destên dewletan û bi riya dozajeke zêde ya netewperestiyê hatin meşandin.

A rastî, bi taybetî di sedsala 20. de netewperestên reşik ên antî-kolonyalîst (anti-colonial nationalism) bi fikra ku „heta pêşketina aborî pêk neyê wê serxwebûn jî tam pêk neyê“, ketin nava avakirina dinyayeke (worl-making) piştî kolonyalîzmê. Ji lew re, pêşketina dinyaya li derveyî rojava ku ji aliyê kolonyalîzmê ji rêka xwe hatibû derxistin û hem jî ji aliyê zîhniyet, axê û însanî ve hatibû talankirin heta mercên heyî neyên berevajîkirin ne mimkûn bû. Wekî ku Adom Getachew di pirtûka xwe de (World Making After Empire) bi kîtekît vedibêje, fikr û xeyalên derbarê vê mijarê de û pratîkên siyasî yên bi dûv re, bûn sebeba pêkhatina xûrtbûna cidî ya fikrî û pratîkî. Lêbelê astengiyên herî bingehîn ên li pêşiya vê, cudahiyên hêzê ya di navbera kolonyalîst û koloniyê de bû ku jiholêrakirina wan pir dijwar bû û di dema kolonyalîzmê de derketibûn holê. Getachew vê proseyê wekî bilindbûn û hilweşîna self-determînasyonê nîqaş dikir. Sebeba vê ev bû, netew-dewletan serxwebûna ku soza wê dabûn nikaribûn pêk bianiyana û wan ligel vê jî li civakên koloniyên kevn mekanîzmayeke nû ya zext û zorê ya li ser bingeha şîdetê bilind dibû, ava kiribûn.

Pirtûka Adom Getachew a navê World Making After Empire (Avakirina Cîhana Piştî Împaratoriyê). Getachew dibêje netew-dewletan serxwebûna ku soza wê dabûn nikaribûn pêk bianiyana
li ser civakên mekanîzmayeke nû ya zext û zorê ferz kirin.

Li hemberê kolonyalîzma nû hin pêşniyaz jî hatin kirin. Bo nimûne, Samîr Amîn teoriya veqetînê (delinking) pêşxist. Li gorî vê teoriyê, ji ber polarîzasyona di nava dilê pergalê de ne mimkûn bû civakên derveyî welatên rojava bikaribin bigihîjin asta wan a pêşketinê. Ji ber vê Amîn bang dikir, hemû welatên koloniyên kevn xwe ji pergala aboriya cîhanê veqetînin. Bi gotineke din, wî pêşniyaz dikir, ev welat têkiliyên xwe yên global têxin xizmeta pêdiviyên xwe yên navwelatî ya ji bo pêşketinê. Li gorî vê, divê qanûnên nirxên neteweyî bi riya nirxên kapîtalîzma global neyên pênasekirin. Berevajiya vê, divê sektora kedê ya li nava welêt hilberîna nirxan dikir, derketana pêş. Mixabin ji ber gelek sebeban pêkhatina vê veqetîna ji pergala global ne mimkûn bû.

Piştî demeke dirêj, Sabelo J.Ndlovu-Gatshen hema hema mirov dikare bêje ciwan bû, di pirtûka xwe ya bi navê Li Afrîkaya Piştî Kolonyalîzmê Hêza Kolonyalîteyê de (Coloniality of Power in Postcolonial Africa) li ser mijarê pir bi zelalî dipeyivî: Kêmasiya herî mezin a teoriya veqetînê, baweriya bi çareserkirina lipaşmayina aboriyê ya dêwane ya bi riya rêbaz û midaxaleyên herêmî û neteweyî bû. Meseleyeke wiha pir mezin a global çawa dikare bi riya rêbaz û midaxaleyên herêmî û neteweyî bê çareserkirin?

Bi gotineke din, ligel zext û zor, talana çavkaniyan, destdanîna ser dewlemendiyan û ferzkirina koletiyê, kolonî li aliyekî din awayên xwe yên hebûnê ya çandî, zanistî, dîrokî, civakî û aborî di nava demê de piranî winda kirin û di encama şîdeteke ku bi sedan salan dom kir, bûn parçeyeke dinyaya ku navenda wê Ewrûpa bû.

Pêkhatina sîstemeke kastê

Kolonyalîte (colonialidad, coloniality), kolonyalîzma nû jî tê de, têgeheke ku hêza xwe ji hiyerarşiyan û têkiliyên hêzê werdigire û gelek meseleyên global di nava wê de cî digirin. Herwiha, bi riya pergaleke hîn bêtir dîrokî-civakî tê pênasekirin. Li gorî vê perspektîfê, di pergala serdest a cîhanê de têkiliyên hêzê yên di dema kolonyalîzmê de pêk hatine eynî wekî berê didomin.

Têgeha kolonyalîteyê cara ewilî ji aliyê sosyologê ji Perûyê Anîbal Quijano ve hat bikaranîn. Ev perspeftîfa ku hem bi awayekî qismî li dijî mezinkirina rola aboriyê û heta radeyekê jî li dijî mezinkirina rola çandê ya lîteratûra post-kolonyal pêşketî ye, nîşan dide dinya ji van her du awayên pênaseyê hîn bêtir tevlîhevtir e. Tişta ku hiyerarşiyê hildiberîne ne tenê mekanîzmayên aborîyê ye lêbelê ev, bi riya danûstendina bi mekanîzmayên hiyerarşîk ên li aliyên cihê yên dinyayê tiştekî dîrokî-sîstemîk a pir berfireh ava dike. Li gorî vê, komdesteya têkiliyên hiyerarşîk ên global ên di dema kolonyalîzmê de pêş ketine, îro sîstemeke kastê ya ji hêmanên aborî, civakî, nîjadî, zayendî û hwd.pêk tê derxistine holê.

Jinûvedamezrandina agahî û şêweya hebûna me

Tişta ku di vê perspektîfê de derdikeve pêş, çawaniya fikra me ya derbarê cîhanê de ye. Xwediyê lensên em pê li dinyayê dinêrin, di eslê xwe de şekil didin agahiyên me yên derbarê dînyayê de. Eger em bi awayekî pir basît bibêjin, dema em ji gundê Dîgorê li cîhanê binêrin û hemû agahiyên me bêyî bandoreke derve bi tenê li Dîgor û derdora wê pêş ketibe, famkirin û fikrên me yên derbarê cîhanê de wê bi vê deverê re bi sînor bibe. Lê tiştekî wiha ne aniha pêkane û ne jî di dîrokê de pêkan bû. Têkilî û bandorên dîrokî herdem berdewam kirin. Di encama vê de awayên me yên zanîna agahiyan û awayên hebûna me ya çandî û civakî teqez dikevin bin bandore. Li gorî perspektîfa kolonyalîteyê, awayê zanîna me ya agahiyê bi awayekî sereke di bin bandor û têkiliya berfirehbûna Ewrûpayê ya bi kolonyalîteyê derket holê. Bi gotineke din, ligel zext û zor, talana çavkaniyan, destdanîna ser dewlemendiyan û ferzkirina koletiyê, kolonî li aliyekî din awayên xwe yên hebûnê ya çandî, zanistî, dîrokî, civakî û aborî di nava demê de piranî winda kirin û di encama şîdeteke ku bi sedan salan dom kir, bûn parçeyeke dinyaya ku navenda wê Ewrûpa bû.

Bi armanca lêkolîna li ser gelek astên vê avakirina dîrokî, bi dehan salan pir zêde pirtûk û gotar hatin weşandin. Hejmar ewqas zêde ye ku mirov nikare li vir kurteya wan jî bide. Lê em dikarin vê bêjin: Rêbazên me yên cûdakirina rastiyê ji şaşiyê, qenciyê ji xerabiyê, biehlaqbûnê ji bêehlaqbûnê û pîvanên ji bo vê em bi kar tînin, di nava proseyên zext û şîdetê yên çavkaniya wan Ewrûpa ye guherîne. Ev ê bi tevahî bibe xeyalperestî ku em bêjin bandora van proseyan li ser mekanîzmayên civakî û siyasî tune ne. Ji ber ku jinûverêxistinkirina piştî împaratoriyan, di bin endustriyalîzm û mercên kapîtalîzma global de pêş ket. Sîstemên rêvebiriyê bi forma netew-dewletan û ji ber xwezaya xwe li ser bingeha cûdaxwazî û netewperestiyan pêş ket. Ji perwerdeyê heta tenduristiyê hemû mijarên civakî eleqeder dikirin bi pîvana “asta medeniyetê” ya pratîkên welatên rojava ji nû ve hat birêxistinkirin. Encama herî jandar ê vê proseyê jî biaxêreyekbûna mekanîzmayên aborî, îdarî û yên derbarê jiyana rojana de yên civakên ne rojavayî di sedan salan de ava kiribûn. Wekî di her qadî de, netew-dewleta ku mekanîzmaya herî bingehîn a avakirina sîstema kapîtalîst e, nikare ji vê pergala global a kastê ku li Ewrûpayê pêş ketiye serbixwe bê dîtin.

Dema mijar dibe netew-dewlet!

Netew-dewlet û îdeolojiya wê ya xwedî avakirineke sîstemê ya bi heman rengî ye, di navenda van hemû proseyan bû. Netew-dewleta wekî formeke hegemon li ser bingeha Ewrûpa pêş ket, li ser erdên ku xwedî mekanîzmayên civakî û siyasî ya pir cuda hat ferzkirin û ev jî bê xwedî problemên pir cidî.  Ji ber ku netewperestî wekî netewperestiya etnîsîteyekê hatibû qebûlkirn û tehakûma vê etnîsîteyê di nava mekanîzmayên dewletê yên her tişt di destên wan de bûn, hatibû belavkirin. Ev jî wê bûbûna sebeba ku li dijî komên din ên din ên etnîk, olî û yên civakî cûdaxwazî bê kirin û di dawiyê de jî bûbûna sebeba şerên mezin. Ligel vê jî, tevahiya têkiliyên ku elît bi pergala global a kapitalist re pêk anîbûn wê ji aliyekî bûbûna sebeba zengînbûna kêmareke pir zêde biçûk û entegrebûna wan a di nava çerxên aboriya global de, lê li aliyekî din jî wê piraniya civakê jî bûbûna mehkûmê zext û şîdetê. Dîsa, sebeba ku gelek derdorên mixalif ku nîjadperestî û kolonyalîzmê rexne dikin, dema dor tê ser netew-dewletê wê derdixin asteke pîroz jî ji ber vê avakirina sîstemê ye em qala wê dikin.

Ev nivîsa ku dikare wekî kurteyeke biçûk a kolonyalîzm û kolonyalîteyê bê pênase kirin, gelek qenalên ku derbarê Kurdistanê de mirov dikare bifikire vedike. Em dikarin bi nivîseke din nîqaşa kolonyalîzma nû û netew-dewletê hinekî din kî kûr bikin û ciyên wan ên di nava realîteya Kurdistanê de diyar bikin. Û em dikarin vê nivîsa xwe jî bi van gotinan dawî bikin: Hevoka şoreşgerê ji Sahraya Rojava ya “Em koloniya dawî ya cîhanê ne!” herçiqas ji bo Sahraya Rojava rastiyekê îfade bike jî, ji bo cîhana ku hatiye kolonîkirin şaşiyekê îfade dike: Ji ber ku kolonyalîzm tu carî bi dawî nebû ye.

————–

Gotar di 7ê kanûn 2021’an de di pêveka PolitikART a Yeni Özgür Politika de hatiye weşandin û ji tirkî hatiye wergerandin.

* Yasin Sunca kî ye?

1986 li Qersê hate dinê. 2013an li Zanîngeha Azad ya Brukselê Mastera xwe ya zanistên siyasî xelas kir. sala 2020an ji Zanîngehên Ghent (Belçika) û Bielefeld (Almanya) dereceya doktora ya hevbeş li ser zanistên siyasî û civaknasî girt. Sunca hîn li Zaningeha Bielefeldê wek lêkolîner dixebite. Karên wî yên akademîk zêdetir li ser mijarên siyaseta cîhanê, dîrok û siyaseta şoreşger, netew-dewlet, netewperestî û enternasyonalizmê ye.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …