Kolonyalîzm bû sebeba redkirina serxwebûna Kaledonyaya Nû

Giraveke li Okyanûsa Pasîfîkê ku 170 sal in li benda serxwebûnê ye, bi referendûmekê xwest bigihîje armanca xwe..

Lê mixabin mêtingeran nehiştin welatiyên giravê bigihîjin armanca xwe..

Li Kaledonyaya Nû, alîgirên serxwebûnê careke din referandûma serxwebûnê de têk çûn û hêviya xwe ji careke din re hiştin..

Tevgera serxwebûnxwaz bi mehan berê dest bi kampanyaya ji bo referandûmê kir.

Ala kesk, sor, şîn û tava zer di nav de, bi mehan berê li her aliyê giravê hat bilindkirin.

Vê carê serxwebûnxwaz bi hêvî bûn û dixwestin dawî li rêvebiriya Fransayê bînin.

Mixabin ev gelê serbilind ê vî welatê wekî buhuştê, li ser erdên xwe bûbûn kêmar.

Ciyê coxrafîk a Kaledonyaya Nû

Di van mercên neheq de referandûma serxwebûnê ya Kaledonyaya Nû hat lidarxistin.

Li gorî encamên fermî ji sedî 53’yê hilbijêran ji serxwebûnê re gotin na.

Ev rêje, 2 sal berê qasî ji sedî 56.7 bû û lewma encam ji aliyekî ve wekî bilindbûna destgeka ji bo serxwebûnê jî hat şîrovekirin.

Xerîteya encamên hilbijartinê, eşkere nîşan dide ku piraniya hilbijêrên kanak dengên xwe ji bo serxweebûnê bi kar anîne.

Lê belê dengên kanakan incax gihişt ji sedî 46.3’yê hemû dengan û têrî serxwebûnê nekir.

Ji ber polîtîkayên kolonyalîst a Fransayê kanak li ser erdê bavûkalên xwe niha bi tenê ji sedî 40’ê nifûsê pêk tînin.

Ên mayî kesên ji ewrûpayê hatî û koçberên giravên din ên pasîfîkê ne.

Ev jî dibe sebeb ku alîgirên yekitiya bi Fransayê re herdem ji aliyê nifûsê xwedî avantaj bin.

Komeke serxwebûnxwaz di bin ala ji bo sderxwebûnê de rûdinên. Nivîsa afîşê: Ji serxwebûna Kaledonyaya Nû ya kanak re erê.

Lê helbet polîtîkayên kolonyalîst û guherîna radîkal a demografyayê giravê ne xema rêvebiriya Fransayê ye.

Makron herwekî mijarek wisa tune be, di derbarê referendûmê de daxuyaniyek da û encamê wekî “baweriya bi rêvebiriya Fransayê nirxand.”

Fransayê di 1853’an de Kaledonyaya Nû dagir kir û demeke dirêj wekî koloniyekê ew bi rê ve bir.

Têkoşîna gelê kanak a ji 1970’an û şûn ve, Fransayê mecbûr hişt eniya serxwebûnxwaz muxatab bigire.

Di salên 1980’an de aloziya li giravê veguherî pevçûnê û ji her du aliyan qasî 70 kes hatin kuştin.

Hevdîtinên di navbera aliyan de di 1998’an de bi Peymana Nûmeayê bi dawî bû.

Li gorî peymanê, mafê giravê heye ku 3 referandûmên serxwebûnê li dar bixe.

Piştî referandûma dawî, ya mafekî din ê serxwebûnxwazan heye ku heta 2022’an daxwaza referandûmeke din bikin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …