Kolombiya diyar kir ku peymana aştiyê ne dokumaneke temambûyî ye

 

Muzakerevanê sereke yê Kolombiyayê da xuyakirin ku belgeya aştiyê ya bi FARC’ê (Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê) re hatiye nivîsandin ne dokumaneke temambûyî ye guherîn dikare li ser bê kirin.

Humberto de la Calle ku Kolombiyayê di Diyaloga Aştiyê ya li Havanayê temsîl dike got ku dokumana ku di 23’yê mehê de hatiye îmzekirin divê ji aliyê her du aliyan ve li ser bê sekinandin û lewma jî mirov nikare we wekî dokumaneke bidawîbûyî nîşan bide.

Li gorî La Calle deh xalên li ser wan hatine lihevkirin beşeke biçûk ê dokumaneke pir mezin e ku ji 75 xalan pêk tê. La Calle got ku vê belgeya berfireh jî gav bi gav tê pêşxistin.

Çend roj berê FARC-EP daxwaz kiribû ku hikumet bilez li gorî peymana hati îmzekirin tevbigere. Li aliyekî din, rêxistinê diyar kiribû ku ew qebûl nake ku hikumetê bêyî ku bi wê bişêwire qanûnên di derbarê aştiyê de di parlementoyê re derbas dike.

Bi kurtahî naveroka 10 xalên li ser hatibû lihevkirin wiha bû:

  • Dîtina formuleke edaletê ji bo mafên qurbanên şer,
  • Pêkanîna hiqûqeke taybet ji bo aştiyê û damezrandina dadgehekê ji bo aştiyê ku bi giranî ji dadgehên kolombiyayî û hejmareke biçûk ê dadgerên biyanî pêk tê,
  • Efûyeke berfireh ji bo girtiyên siyasî,
  • Transformasyona FARC’ê ber bi rêxistineke siyasî ya legal ve.

Înfowelat

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …