Home / Rojev / Kobane abîdeya berxwedana kurdan e

Kobane abîdeya berxwedana kurdan e

 

 

Dorpêçkirina bajarê kurd Kobanê ji aliyê leşkerên ji xwe bi xwe peywirdarkirî yên Îslamê niha ket hefteya xwe ya sêyemîn. Ev, ji dorpêçkirina komeke amerîkî ku di nava wan de James Bowieyê navdar jî hebû yên Alamoyê li dijî artêşa Santa Anayê diparastin hefteyeke dirêjtir e. Bê guman, zilamên xelîfe hêvi dikirin ku rastî gelekî lawaz û tirsiyane bên lê dema jin bi şîdeteke wiha li dijî wan şer kirin divê pirseke di serê wan de peyda bibe.

Wekî amerîkiyên li Alamoyê, hêviya serkeftinê yên kurdên li Kobanê tuneye. Ew niha di vê demê de wekî giraveke biçûk ê şaristaniyê ku ji aliyê deryaya nefretê ve hatiye dorpêçkirin e. Tekane şensê wan ê wergirtina alîkariyê –ya ji amerîkiyên li esman dewriye digere û sînorê Tirkiyeyê ya li paş- bi awayekî nayê famkirin ji wan re hatiye girtin.  Ew niha ferq dikin ku yên bihêz naxwazin ew li wir bimînin û hebûna wan a domdar ji bo kesên di rihetiyê de yên bi sedan û bi hezaran kîlomêtroyan dûr in bûye tiştekî bi zehmet. Vî serokê amerîkayê zelal kiriye ku ew hevparê herkesî ye lê ne dostê ti kesî ye.

Berxwedana Kobanê ligel vê guhnedanê jî muhteşem e. Ti kes nikare van kesên ciwan ku gelek ji wan hinekî ji zarokan mezintir in, ji bo li dûv malbatên xwe biçin kampên penaberan an jî di bin hêza mezina çekan de teslîm bibin, neheq bike. Ti kes nikare ji bo jiyaneke li sirgûnê ya van çend kesên ku bi awayeki domdar di bin şîdetê de ne, neheq bike. Di du salên pir zehmet de kurdên Sûriyeyê li benda rizgariyê man. Dema welatiyên Sûriyeyê hatin qetilkirin û talankirin, wan qadên şikestinbar ên aştiyê damezrandin. Wan sîstemeke perwerdeyê afirandin û ji bo rêvebirina demokratîk xebitîn. Wan kêm tiştên xwe yên heyî bi penaberên di nava wan de dijiyan re parve kirin. Dema êzîdiyên li Iraqê rastî êrîşê hatin, kesên ku sînor derbas kirin û êrîşê –erê êrîşê- mekîneya şer a DAIŞ’ê kirin kurdên Sûriyeyê bin. Bi hezaran kes ji îşkence, tecawiz û qetilkirinê hatin rizgarkirin. Çandeke kevnar a di bin gefxwarinê de hat rizgarkirin, hat bicîkirin û jibo berxwedanê hat biçekirin.

Niha herêma Kobanê bûye hedef. Divê ev ti kesî şaşwaz neke. Gelekî berxwedêr ê wiha ji bo tîraniyê gefeke herî mezin e. Hebûna wan bi tenê ji kesên di xew de dimeşin ê DAIŞ’ê re heqaret e. Xelîfe bi tenê hebûna kesên ku îbadeta bixwîn a wî rast dibînin qebûl dike. Miraqa wî dernakeve derveyê ji hunera reş a kuştin û qetilkirina bi rîtuel. Divê em di derbarê van kesan de xwe şaş nekin. Divê em li hevdîtin, agirbest an lihevhatinê negerin. Wekî ku Chrisopher Hitchens dibêje jiyana bi hev re ya bi van kesan re “ne mimkûn e û ne jî tê xwestin.”

Dema vê êrîşa dawî dest pê kir, kurdên Kobanê kesên bêhêz diparastin. Dema serokê Amerîkayê diaxivî, wan bi sedhezaran kesî ji bo ewlekariyê di sînorekî ne dost re derbas dikirin. Paşê wan gund û bajarokên xwe parastin. Wan digel çekên pir zêde yên hatibûn dizîn ên Amerîkayê û îhmalkirina wan a ji aliyê dîplomasiya Amerîkayê, kolan bi kolan û mal bi mal parastina çend mêtreyên dawî yên welatê xwe domandin. Bajarê wan ji aliyê hêzeke êrîşkar tê daqurtandin. Ev, qehremaniyeke ku rastiya wê nikare bê înkarkirin e. Wekî ku siyasetmedarên amerîkayê dixwazin bidin nîşandanê vê qehremaniyê nikare bê fêrkirin an “hîndekariya wê bê kirin.” Dilê zindî yê lê dide yê gelê kurd Kobanê ye. Ew di heman demê de dilê lê dide yê mirovahiyê ye jî. Amerîkiyên xwedî hişmendiyeke baş wekî hemû kesên baş vê rastiyê dibînin. Eger em çavên xwe ji ser wê dagerînin ev yek wê were wateya sînîsîzmê.

——————

Vê gotarê ji aliyê Dr. Jonathan Dworkin ê amerîkî ve hatiye nivîsandin û di 04.10.2014’an de di Ekurd.netê de hatiye weşandin. Gotar ji îngilîzî hatiye wergerandin.

 

About infowelat.com

Check Also

1.8 milyon welatî ji bo serxwebûna Katalonyayê meşiyan

    Di roja neteweyî ya Katalonyayê ya 11’ê Îlonê de alîgirên serxwebûnê li Katalonyayê …