Kişanak bo Sûrê li Almanyayê ye

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, ji bo Sûrê li Almanyayê hin hevdîtin pêk anîn û bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier, Yekitiya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Sosyalîstên Ewropayê û nûnerên partiyên siyasî re hate cem hev.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, li Almanyayê ji bo Sûrê hin hevdîtin pêk anîn. Hevşaredar Kişanak bi Serokê Rûmetê yê USLRREyê û Şaredarê berê yê Hanoverê Helbert Schmalstieg û Alîkarê Sekreterê Giştî yê USLRREyê Peter Hamon re li bajarê Berlînê hate cem hev. Di hevdîtinê de rewşa bajar hate nirxandin û ji bo çareseriya pirsgirêkan jî bîr û boçûnên xwe aliyan bi hev re parve kirin.

Biryara arizîkirinê hat axaftin

Kişanak ligel hevdîtinên USLRREyê her weha li Almanyayê bi nûnerên partiyên siyasî û Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier re jî rûnişt. Kişanak di hevdîtinan de bi bîr xist ku Sûr di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de ye, biryara arizîkirina hikûmetê ji saziyan re vegot û behsa xebatên Platforma Parastin û Jiyandina Sûrê kir.

Schostok name ji hevşaredaran re şand

Şaredarê Hanoverê Stefen Schostok jî bi riya USLRREyê nameya ku ji bo hevşaredaran Gultan Kişanak û Firat Anli nivîsî gihande wan. Schostok, di nameya xwe de, ji ber rûdanên li Amedê xemgîniya xwe aniye ziman û diyar kiriye ku çare bi diyalog, hevkirin, jiyaneke bi hev re ya wekhev û aştiyane mimkûn e. Schostok, di nameya xwe de piştgiriya xwe bi hevşaredaran re aniye ziman û gotiye bi pîvana hevgirtinê em ê hevkariyê bikin.

Xebatên hevpar

Di hevdîtinên li Almanyayê de, mijara parastin û restorekirina avahiyên dîrokî yên li Sûrê hate ziman, ji ber vê wêrankariya li Sûrê kesên ku neçar mane malên xwe terikandine, pirsgirêkên wan û biryara destbiserkirina Sûrê hatiye axaftin. Di hevdîtinan de hate xwestin ku rewşa Sûrê di Kongreya USLRREyê ku meha pêş li dar dikeve bête rojevê û ji bo parastina mîrateyên çandî şaredariyên Almanya û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hev re kar bikin.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …