Kişanak: Bajarên me tên hilweşandin

 

Hevseroka GABBê û Şaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, careke din ji bo Hevserokatiya GABBê hate hilbijartin, diyar kir, di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin, wêrankariyeke mezin li ser bajaran heye û got, “Heke berê me yek bikira divê niha em deh bikin. Divê me hemû derfetên xwe bo xelkê seferber bikin. Ez bi serkeftinê bawer im.”

Civîna Serdema 1ê ya Sala 2016an a Meclisa Yekitiya Şaredariyên Herêma Başûrojhilatê Anatolyayê (GABB) li Hêwana Konferansê ya Şaredariya Rezanê hate lidarxistin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevşaredarên bajar û bajarokan ên endamê GABBê û endamên meclisê di civînê de amade bûn.

Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê Hevseroka GABBê û Şaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak ve hate kirin û diyar kir ku xebatên pêşxistina şaredariyên bi ser GABBê bêrawestan têne meşandin.

Kişanak, di axaftina xwe de bi bîr xist ku di civîna par a GABBê de ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên koçerên Şengal û Kobaniyê ka çi hatiye kirin dihate nîqaşkirin û got ku ji meha îlonê vir ve ye li bajarên me heman wêrankarî heye. Kişanak bal kişand ku di qonaxa îro de êdî şaredariyên bi ser GABBê wê yekê nîqaş dikin ka ji bo dabînkirina pêdiviyên xelkê, pêçana birînên wan û kavilî û wêrankariya heyî dê çawa bête ragirtin û trawmaya wê çawa bête çareserkirin.

Em di pêvajoyeke dijwar de ne

Kişanak, bal kişand ser pêvajoyê, da zanîn ku pêleke gelekî dijwar e, wêrankariyeke mezin li ser bajaran heye û weha axivî, “Divê em bajarên xwe ji nû ve şên bikin, da ku mirov bi hêviyeke xurt jiyana xwe tê de bibin serî, ev berpirsyariyeke dîrokî ye. Ev bar ji erka me ya normal girantir e. Berê me yek kar dikir, niha em neçar in deh qatê wê xebatê bikin, divê em bêhtir bi gel re bin û ji bo dabînkirina pêdiviyên xelkê xwe divê em hemû derfetên xwe seferber bikin. Ez bi serkeftinê bawer im.”

Kişanak da zanîn ku GABB dê di vî warî de bi erka xwe rabe û aşkere kir ku ew ê xwe bidin ber karên ku hevkarîyê xurt dikin û got ku ew ê hemû derfetên xwe seferber bikin.

Kişanak û Kadirhan bo hevserokatiyê hatin hilbijartin

Di civînê de deng hatin dayîn û di encama wê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Şaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan ji bo Hevserokatiya GABBê hatin hilbijartin.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …