Kirimê serxwebûna xwe îlan kir

 

 

Parlamentoya Herêma Xweser a Kirimê di rûniştina xwe ya awarte ya di 11’yê Adarê de serxwebûna xwe îlan kir. Deklerasyona serxwebûnê ji bo lidarxistina referandûma 16’ê Adarê gaveke pêwîst dihat dîtin.

Di dengdayina ji bo deklerasyona serxwebûnê de ji 100 endamên parlementoyê 78 endam dengên erênî bi kar anîn. Di deklerasyona ku ji bo meşrûiyetê xwe spart belgeyên navneteweyî û qebûlkirina deklerasyona Kosowayê ya ji aliyê hêzên navneteweyî, wiha hat gotin: “Em, endamên Parlamentoya Komara Xweser a Kirimê û Meclîsa Bajêr a Sîwastopolê, bi riya liberçavgirtina peymana Neteweyên Yekbûyî û hemû belgeyên navneteweyî û hayjêhebûna erêkirina statuya Kosowayê ya ji aliyê Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya di 22’yê Tîrmeha 2010’an de ku dibêje deklerasyona yekalî ya serxwebûnê ji aliyê parçeyeke welat, normên navneteweyî îhlal nake, vê biryarê digirin.”

Di deklerasyonê de hat îlankirin ku “Komara Kirimê wekî dewleteke demokratîk, laîk û pirneteweyî teahud dike ku ew ê di li ser erdên xwe aştiyê, nîzama etnîk û olê biparêze.”

Bi riya îlankirina serxwebûnê çarçoveya hiqûqî ya ji bo referandûma ku wê li Herêma Xweser a Kirimê û bajarê Sîwastopolê bê lidarxistin, hat amadekirin. Eger di referandûmê de encam erênî be wê rêvebiriya kirimê daxwaz bike ku bibe komareke xweser a girêdayê Federasyona Rûsyayê.

Deklerasyona serxwebûnê ji aliyê berdevkê Konseya Bilind a Kirimê Vladimir Konstantinov û berpirsê Meclîsa Bajêr a Sîwastopolê Yury Doynikov hat îmzekirin. Konstantinov di axaftina xwe ya piştî rûniştina parlamentoyê de diyar kir ku wan “ji bo referandûma li pêş bikin meşrû û şefaf” serxwebûnê îlan kirine û wiha dom kir: “Niha me xwe wekî Komara Kirimê îlan kir, me navê ‘xweseriyê’ li xwe nekir.”

Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Sosyolojîk a Kirimê, wê ji % 77’ê Kirim û bajarê Sîwastopolê di lehê yekbûna bi Rûsyayê re dengên xwe bidin. Encamên lêkolînê nîşan didin ku ji % 85’ê hilbijêrên Sîwastopolê bawer dikin ku divê bajarê wan tevlî Rûsyayê bibe.

Pêşniyazqanûna li Dumaya Rûsyayê

Pêşnûmayeke qanûnê ku destûrê dide ku Kirim ji Ûkraynayê veqete û tevlî Rûsyayê bibe, bi îhtimaleke mezin di 21 Adarê de li Dumaya Rûsyayê bê nîqaşkirin. Pêşniyazqanûna ku ji aliyê Partiya Bi tenê Rûsya hat pêşkêşkirin de, prosedûrên ji bo tevlîbûna herêman hatine diyarkirin. Di pêşniyazqanûnê de hatiye diyarkirin ku ji bo tevlîbûnê divê di destpêkê de li herêmên eleqeder ku hukmê dewletekê li ser erdên wê nemaye, referandûm bê lidarxistin. Li gorî opsiyoneke duyemîn a ku pêşniyazqanûn pêşkêş dike, tevlîbûn dikare bi riya peymananeke navneteweyî pêk were.

Çavkanî: Rt.com / Voiceofrussia.com / Qha.com.ua

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …