Kele û Hewsela Amedê ketin lîsteya UNESCO’yê

 

 

Di civîna komîteya mîrateya çandî ya UNESCO’yê de biryar hat dayîn ku Keleya Amedê û Baxçeyên Hewselê yên li Amedê têkeve Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê.

Civîna ku di 5’ê Tîrmehê de li bajarê Bonnê ya li Almanyayê hat lidarxistin de bi slayta 8 deqeyî ku ji bo danasîna Keleya Amedê û Bexçeyên Hewselê hatibû amadekirin, dest pê kir. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kışanak û Firat Anli ligel 26 nûnerên welatan beşdarê civînê bûn.

Di civîna îsal de ji bo têkevin Lîsteya Mîrateya Çandî navên 31 qadên çandî, 5 qadên xwezayî û yek qadeke xwezayî-çandî hatin pêşniyazkirin. Ji bilî kele û Hewsela Amedê, ji Tirkiyeyê qadeke berhemeke çandî ya li bajarê antîk a Efesê ya li rojavayê Tirkiyeyê jî di lîsteyê de cî girt.

şaredar_unuesco2

Keleya Amedê û Baxçeyên Hewselê du berhem û qadên li Jora Hewzeya Çemê Dîcleyê ku parçeyeke erdên berhemdar ên li Bakurê Mezopotamyayê ye, cî digirin. Kele û bexçeyên navborî ji dema beriya Serdema Antîk mane û hemû şahidê hemû şaristiyên wekî Helen, Roma, Sasanî, Bîzans, Îslam û Osmanî kiriye.

Yek ji xebata sereke ya UNESCO’yê (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerdeyî, Zanistî û Çandî) teşwîqkirina tespîtkirin û parastina mîrateyên çandî û xwezayî ya li seranserê cîhanê ye. Vê mijarê cara ewilî di peymana bi navê Konvansiyona di derbarê Parastina Mîrateyên Çandî û Xwezayî yên Cîhanê de ku di 1972’an de hatibû qebûlkirin, cî girtibû. Keleya Amedê 5.8 km dirêj e ku di vê keleyê de gelek birc, derî û 63 nivîsên kevnar ci digirin.

Ji bo rûpela Amedê ya di malpera UNESCO’yê de bitikînin

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …