Ked û berhem

 

 

 

Zimanek jixweber bi pêş nakeve, divê li serê xebat were kirin, ked di ber de were rijandin. Hinek heval û hogirên me, dema ku dor tê ser propagandayê, kes bi qasî wan nikare pesna zimanê kurdî bide. Li gorî gotina wan zimanê kurdî pir dewlemend e, ji wî zimanî dewlemendtir li ser rûyê cîhanê nîn e. Di vî warî de di tûrikê wan de çi hebe, hemûşkî li ber te vala dikin.

Lê heke tu bibêjî, “Te ji bo vî zimanî çi kar û xebat kiriye?” Îcar dê dest bi çîroka zilm û zora dewletê bike. Li gorî baweriya min, divê em êdî dev ji propagandaya hîç û pûç berdin. Êdî dema xeberdanê derbas bûye, dem dema karkirinê, dema ked û xebatê ye. Heke em ê tiştekî ji bo çand û zimanê xwe bikin, divê em ji niha ve zend û bendan badin. Piştî demekê dê li me pir dereng be. Kesên ku di tiştekî de ked nedabin, qîmeta tiştên heyî jî nizanin. Mixabin îro rewşa me jî wiha ye, em ne tenê ji bo kurdî tiştekî nakin, her wiha em qîmeta tiştên bi kurdî jî nizanin. A rast min dixwest di vê nivîsara xwe de qala tiştekî din bikim lê belê rewşa kambax a li ber çavan, ez ber bi mijareke din ve dehf dam.

Belê mijara ku ez di vê gotara xwe de dixwazim li serê rawestim, kovara Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Fêrname ye. Ev sê hejmar in, kovareke bi navê Fêrname derdikeve lê belê çapemeniya me ya qedirbilind, ew hêjayî nirxandinê nedîtiye. Ev kovar di warê fêrkarî û perwerdeya kurdî de tekane berhem e. Her wiha cara yekem kovareke kurdî gotarên xwe ne tenê bi nivîskî, bi deng jî belav dike. Di pêşgotina kovarê de armanca kovarê wekî “hêsankirina karê şagirt û mamosteyên zimanê kurdî” hatiye destnîşankirin. Di berdewama vê nivîsarê de sedema weşandina bi deng a nivîsarên kovarê jî bi vî rengî hatiye ravekirin: “Ji ber ku zimanê kurdî nebûye zimanê perwerdeyê, hê nû di qada nivîskî de tê bikaranîn, lewma jî ji aliyê kereseyên hîndekariyê ve pêdiviya me zêde ye. Ji bo fêrkirina zimanê kurdî materyalên nivîskî têrê nakin, divê materyalên dîtbarî û bihîzbarî jî hebin.

Ji ber ku di dema fêrkirin û wergirtina zimanekî de çar behremendî (xwendin, nivîsandin, têgihaştin û axaftin) bi hev re bi pêş dikevin. Li aliyê din her xwendekar bi awayekî baştir fêr dibe. Hinek bi temaşekirinê, hinek bi guhdarîkirinê, hinek bi xwendinê, hinek bi pêkanînê. Lewma jî divê berhemên me yên fêrkirinê vê rastiyê li ber çavan bigirin û li gorî pêdiviya xwendekaran bi rengên cur bi cur werin amadekirin. Me jî bi vê bîr û baweriyê biryar da ku ji vê hejmarê pê ve em kovarê ne tenê ji aliyê nivîskî ve her wiha ji aliyê bihîzyarî ve jî pêşkêşî we bikin. Ji vê hejmarê pê ve em ê li aliyê rastê yê her nivîsarê quarkoda wê jî bidin û bi awayî hûn dikarin li ser malpera Enstîtuya Kurdî li wan nivîsaran guhdariyê bikin.”

Di her hejmara kovarê de di gel nivîsarên mamoste û xwendekarên zimanê kurdî, beşên mîna pedagojî, zargotin, çand, dîrok û şaristanî, remildank, xaçepirs û azmûn jî cih digirin. Ev kovar ji 48 rûpelan pêk tê. Fêrname bi kurmancî û kirmanckî ye lê carinan tê de nivîsarên soranî jî têne weşandin. Hin nivîs li gorî asta xwendekaran hatine hêsankirin. Bo nimûne di hejmara duyemîn a kovarê de destana Mem û Zîn bi kurtasî ji bo asta yekemîn hatiye lêanîn û hêsankirin. Heman nivîs di hejmara sêyemîn de îcar bi kirmanckî hatiye weşandin. Kesên ku dixwazin kurdiya xwe bi pêş ve bibin û mamosteyên ku dixwazin bi materyalên nivîskî û bihîzyarî karê xwe hêsantir bikin, dikarin ji vê kovarê sûdê wergirin.

 

Samî TAN

Azadiya Welat – 18.06.2015

 

About infowelat.com

Check Also

1984 bi oksîtanî hate weşandin

Di vê romana dîstopyayê de rexneya rejîmên totalîter ên li cîhanê tê kirin. Di vê …