Katalan ji bo mafên ziman meşiyan

Dadgeha Îspanyayê dawiya sala 2018’yan biryar dabû; hînkirina zimanê Îspanyolî ji % 25 li dibistanan mecbûr kiribû.

Li Îspanyayê ji bo parastina zimanê katalanî çalakiyek hat lidarxistin.

Dadgeha Îspanyayê dawiya sala 2018’yan biryar dabû; hînkirina zimanê Îspanyolî ji % 25 li dibistanan mecbûr kiribû.

Ev biryar, wekî zexteke li dijî mafên ziman hatibû dîtin û li Katalonyayê protestoyên şermezariyê hatibûn lidarxistin.

Seroka Asamblea Neteweyî ya Katalanî (ANC) Elisende Paluzieyê biryara dadgehê wekî helwesta asîmîlasyonê û îmhakirina îfadeyê nirxandibû.

Ji wê çaxê û vir ve helwesta dewleta Îspanyayê neguherî.

Lewma jî, bi hezaran xwepêşander li Barselonayê li hev civiyan; ev helwesta ku dixwaze binesaziya dibistanên Katalan biguhere û Îspanyolî ji % 25 li wan mecbûr bike, protesto kirin.

Katalanan got, “Bes e! Em dixwazin temamî bi katalanî bijîn.”

Li dûv mitîngê xwepêşander li gel stranan û bi sloganên “bila zimanê zimanê me jê nekin” li kolanên paytexta herêma xweser geriyan, ber bi Parlemena Katalonyayê ve meşiyan.

Polêsan dora parlemanê girtin û nehiştin çalakger bi pêş ve biçin.

Kurteagahî derbarê Katalonyayê de 

Katalonya welatekî li Nîvgirava Îberyayê ye û di bin serdestiya Îspanyayê de ye. Katalonya ji 1979’an û vir ve xweser e û ligel parlemena xwe, xwedî mafên berfireh a ziman e.  Ji bilî Katalonyaya xweser, bakurê Katalonya ya di destên Fransayê de, Valensiya, Giravên Balear û Franja de Ponent a bi ser herêma Aragonê yên di destên Îspanyayê de tev bi hev re wekî Welatên Katalan tên naskirin. Li ser vê erda berfireh herî kêm 10 milyon mirov bi katalanî diaxivin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bajarên pirzimanî yên cîhanê

Ji aliyê pîvana parastina ziman ve bajarê herî zêde xwedî cigêrengîya zimanî Toronto ye. Her …