Kanada bi “jenosîda çandî” tê sûcdarkirin

 

 

 

Di dîroka 100 salên dawî yê Kanadayê de zarokên xweciyên welat ku wekî Neteweya Yekemîn tê naskirin, bi darê zorê ji malbatên wan hatine girtin û hatine perwerdekirin. Dibistana dawî ya asîmîlasyonê di 1996’an de hatiye girtin û bi tevahî 150,000 zarok bi zorê li wir hatine perwerdekirin.

Armanca Kanadayê ev bû ye ku bi derfetên dewletê dêr perwerdeyê bide zarokan û bi vî awayî wan ji çand û zimanên wan dûr bixîne. Van sûcên dîrokî yên dewletê bi rapora Komîsyona Rastî û Lihevhatinê ku pênc sal berê hatibû damezrandin hat eşkerekirin. Komîsyon, piştî ku kesên xwecî yên ku rastî van kiryaran hatine di doza ku vekirin de bi ser ketin, hat damezrandin.

Di maweya pênc salan de komîsyonê ji bo dîtina rastiyan li seranserê welat geriya, kesên xwecî guhdarî kir û delîlan berhev kir. Komîsyona ku di bin rêvebiriya dadger Murray Sinclair de xebatê xwe dimeşîne di dawiya vê pêvajoyê de rapora xwe weşand. Di rapora ku li paytext Ottawayê ji aliyê Murray Sinclair ve hat xwendin de bi eşkereyî Kanada bi “jenosîda çandî” hat sûcdarkirin.

Rapor nîşan da ku Serokwezîrê yekemîn ê Kanadayê John Macdonald bawer kiriye ku vê pergalê pêwîst e û wiha gotiye: “Dema dibistan li wargehên xweciyan bê vekirin zarokên ku bi malbatên xwe yên hov re dijîn ew ê ji aliyê kesên hov re bên dorpêçkirin” û vî awayî perwerdeya di van dibistanên asîmîlasyonê de parastiye.

Kesên ku agahî dan komîsyonê û îfadeyên wan di raporê de jî cî girtin diyar kirine ku di dibistanan de zarok rastî tecawizê hatine, hatine îşkencekirin, li dijî wan êrîşên psîkolojîk hatine kirin û axaftina zimanê dayikê hatiye qedexekirin.

Di raporê de 94 tawsiye jî cî girtin. Komîsyon diyar kir ku van tawsiyeyan ji bo çareserkirina problemên dibistanên asîmîlasyonê û lihevhatina ku bi awayekî lezgîn pêdivî pê heye, pêwîst e.

Jêder: Aljazeera.com

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …