Kampanyaya xweseriya Tîbetê dest pê kir

 

 

Hikumeta Tîbetê ya li sirgûnê ji bo pêşniyaza xwe ya xweseriya Tîbetê kampanyayeke navneteweyî da destpêkirin. Li gorî pêşniyaza xweseriyê, di nava Çînê de damezrandina herêma xweser a Tîbetê ya xwedî hêzên pêşketî tê daxwazkirin.

Serokwezîrê Tîbetê yê li sirgûnê Lobsang Sangay diyar kir ku kampanyayeke bi vî rengî pewîst e, ji ber ku gelek lîderên cîhanê di derbarê pêşniyaza “Riya Navîn” (bi zimanê tîbetî Umaylam) ne xwedî agahî ne. Di çarçoveya vê pêşniyaza ku ji aliyê lîderê navdar ê Tîbetê Dalay Lama ve di salên derbasbûyî de hatibû kirin de, di dewsa serxwebûna Tîbetê de damezrandina Tîbeta xweser a xurt tê kirin.

Bi armanca kampanyaya navneteweyî malpereke ku tê de agahiyên di derbarê pêşniyaza “riya navîn”de cî digirin, ji aliyê hikumeta Tîbetê ya li sirgûnê ve hat vekirin. Malper ji bilî agahiyên berfireh ên di derbarê xweseriya Tîbetê de, desteka serokwezîrê DYA’yê Barack Obama ya ji bo pêşniyaza xweseriya Tîbetê derdixe pêş.

tibet

Di nava pêşniyaza xweseriyê de jinûveyekbûna sê wîlayetên dîrokî yên Tîbetê û damezrandina parlemento û hikumeta herêmî ya Tîbetê jî cî digirin. Li gorî vê, ji bilî parastina welat û karên derve, wê hemû hêzên mayî di destê hikumeta xweser a Tîbetê de bin.

Serokwezîrê Tîbetê yê li sirgûnê Sangay di 5’ê Hezîranê de piştrast kir ku digel mixalefeta hikumeta Çînê ya li dijî pêşniyaza xweseriya Tîbetê, qenalên ne fermî yên ragihandinê di navbera wan û Çînê de hebûne xwe dom dikin.

Dalay Lama sala buhurî dabû xuyakirin ku hin îşaretên ku hikumeta Pekînê sekna xwe ya li ser daxwazên tîbetiyan de nerm dike, derketine holê.

Çavkanî: Nationalia.info

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …